logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

DERBÊN NEJIBÎRKIRÎ

  • Dîrok: 31/01/2020
Di helbestên pirtûka Elîxan Loran a bi navê “Dînozor" de derbên ku nejibîrkirî, ên di bîra raboriya zarokatiya wî de zîldaye ji xwe re hêlînên sadîstîk afirandiye. Di bîra der-bin-hişiya helbestvanê me de hêlînên dewsa wan şewitî, zevîyên ku pirêzeyên wan şewitî lê kakilên sadîstîk û mayînde bi xwe re afirandiye. Êşên hêzdarîk û hestên tûj û serserkî, hêzên bêhna Sadomazojîstîk jê difûre di dewsa zeviyên xwe de hiştiye. 
Xwestek, derb û hêzên zarokatiyê veguhezîye hestên sadîstîk û mazojîstîk. Loma zarokatî bîr e, bîr jî zarokatî ye. Nayên jibîrkirin derbên zarokatiyê. Dewsa derbên nejibirkirî ji zarokatiyê re bûye milkekî hestetûjik û niha xwe dane der, nemiçiqiye, herikiye nava rûpel û risteyan mînak in "Naterikin derbên şivterkan, naterikin dewsa şivterkên destê zemanan, min got, gotina ku min digot ku kelegirî sewteke bî jî, îskeîsk tîp û movika kelijandina bêdengiyê, ji qirpikeke ku ji zarokatiyê hiltê re, Her bêndegî ji kêra huşbûna xwe diniqute nava xwe"(rp, 9, 10, 13, 15)  Em ji van hevokan fêm dikin ku helbestvan bi hestêtûj û hestetîr risteyên xwe hûnaye, tiştên ku zarokatiyê de neterikiye, bûye benîştek û pê zeliqî ye. Hestên tûj, sadîk û tîr di zarokatiyê de jê re bûye milk, loma jî bûye sedemên ristikên helbestan, feqet ne hestên aram in, hestetûjik in, bi hestehêzin, loma hem hestên xetere ne, hem jî hestên li xwe mikurhatinê ne, feqet di hestên li xwe mikurhatinê de xeterebûn tune ne. Heke derbên şivterkan neyê jibîrkirin, a wê çaxê wan hestan ji mirov re dibe bedgumanî, xwe jê rizgarina bedgumaniyan jî dijwar e, vediguhere rewşên paradoksal û car carinan jî vedihugeze rewşên patalojîk (nexweşî), bi saya vê patalojojiyê û paradoksê jixwe berhemên giranbuha dizê. 
Di Elîxan Loran de bêhna vê giranbuhayê ji dûr ve çirûskekê diteyisîne, lê ne ku bi temamî hêja û serketî ye. Dewsa şifterkan ev serketî bi xwe re zayandiye, “ hestên bêdengiyê ên huşbûnê” serketiyek hundirîn bi xwe re xuliqandiye, bêndegiyeke wekî kêrê, bêndengiyeke li ber teqînê ye. “Heke neterike ji destê zemanan dewsa şivterkan” a wê çaxê nayê jibîrkirin û vediguhezin birînan, kulan û li ser sînga binhiş û derhişiyên mirovî rûdinê û vediguheze benîştan, mezelokan û bi mirov dizeliqe, û mirov dike û nake nikare xwe jê rizgar bike, paşê jî di binê vî barê giran ên di zemên de difelişe. Loma zarokatî jê re bûye barekî giran. Ev bar barekî grîfît e û tevlîhev e û veguheziye rewsên sadomazoşîtîk, her ku şopên êşê û kulan xwe dane der di ristikan de, helbestvanê me der-binhişê xwe ên sadomazoşîtîk giş rijandiye ser rûpelên spîbozik. 
Rihekî sadîstîk û mazoşîstîk, hestên netêrkirî, hestên birçî û bi awaz, qêrîna dil û der-binhişî, hestên neterbiyekirî û hestên di sînorên di kendalan de gişan xwe dane der mînak in: “Seriyê jêkirî li ser sêla sincirî, şeytanê huşbûnê bi çav, çav bi dil, dil bi seriyê jêkirî dikene”(16) Di vir de em dibînin ku bê hestetûjikên dil û der-binhişiyên bêhna sadîzmê jê tê mîna sêlek sincirî çavên mirov dişewitîne.
“Seriyê jêkirî li ser sêla sincirî” ev hevok bi serê xwe bavê tundiyê di xwe de vedihewîne, kela ava germ a hundirê helbestvan diteyisîne, harbûna hestên sadîstîk diteyisîne, bêhna kîn û nefretê jê difûre, bêhna tolê jê difûre. Dema ku ez vê sehneyê xeyal dikim û wêneyekî dixêzînim rihê min diricife, sehneyek û  tabloyeke wiha encax tabloyeke sureal jê biwelide. Li dijber sehneyeke wiha tûndîk û îşkenceyî û sadîstîk mirov çawa dikare ew qas sebir bike gelo, heke ev ne sehneyeke sadîzmê be gelo îcar çi ye? 
Gotina “Husbûnê” bi serê xwe desthilatdariyê û hikumdariyê di pêxîla xwe de vedihewîne, otorîteyê destnîşan dike encax di tevgerên sadîstîk de desthilatdarî heye, di gotina huşbûnê de jî desthilatdarî heye. Ji bextê xwe razîbûn û di tirsê de jî huşbûn heye loma huşbûn gotineke bingeha wê xwe ji desthilatdariyê werdigire û di desthilatdarîyê de jî şopên sadîzmê heye. Feqet van şopan giş di zarokatiyê de ji helbestvan re maye û veguhezîne helbestên derbên nejibîrkirinê. Îcar tiştên ku di zarokatiyê de ji helbestvan re mane bûne kul û  birîn û nehatine jibîrkirin, raborî di hundirê zemên de teqiyaye û bela wela bûye, hestên di zarokatiyê de kombûne û ketine serhevdu di dema niha de teqiyaye û herikiye, bi awayekî absurd û derbirînî herikiye, xelekên zincira der-binhiş giş ji hev ve-qetiyane. 
Xelekên me her yek veguhezîne helbestekê, di her helbestê de wateyeke nû a bêhna zarokatiyê jê difûre li ber çavên me dîmenên cuda li dar xistine, geh bêwatebûn, geh valahiya jiyanê, geh kelogiriya zarokekî, geh dergûşeke di tariyê de dinale, geh hilorbûna zarokekî xizan(feqîr), geh tabûtek û geh dergûşek û geh zavayek, sê heyamên bi hev ve girêdayî bi awayekî diyalektîk.. ji kurtîlan bigre, heta hêrsên hestên têdemayî û hêrsên sadîstîk gişan di kirasê helbestên xwe de xwedî dike. Welhasil di helbestên Elîxan Loran de şopên Şivterka "Hêrs û Sadîzm" ê serdest e. Hestên hêrseke kêrseqakirî, hêrseke ko, hestên heyfhilandinê, sedemên van hestan giş ji kaniya ava zarokatiyê dizên. 
Zimanê helbestvan û zimanê helbestê têra xwe tûj e, seqakirî ye, zimanekî birrekî ye. Di rihê helbestvan de mîna ku tiştek kêm mabe, û vê kêmbûna rihê xwe bi saya helbestên xwe xwestiye bi awayekî derbirînî û sadîstîk bide der, feqet van derbirînên xwe carinan eşkere û car caran bi xumamî daye der, helbestvan hem qehirîye, hem keniyaye, trajîk û îronîk e. Hem serîrakiriye û hem tewandiye, loma di dil de car carinan pêgên “nebaşiyê” di xwe de kedîkiriye û hebandiye. Ev nebaşî lixwemikurhatinek e. Nebaşiyeke ku kakilê wê esil ji başiyê werdigirtiye, ne ku rasterast nebaşî an jî xerabî xwestibe welew xwestiye. 
Em hin mînakên hestên tûj ên sadîstîk ji helbestê bidin: “kêrek wê dike çar serî, ne kêr im, kêr, maran diqusîne, li selexaneyan pezên gurandî hwd” helbestvan gotin û biresera “kêr”ê pir bikaranîye, gelo ma kêr ne alaveke xetere û tundtiyê ye. 
Helbestvan di helbestên xwe de hestên xwe bi awayekî tûj û tund rêsaye loma jî hestên wilo bêhna şopên sadizmê di xwe de  xwedî dike. Gelo sadîzm çi ye îcar? “Yekî Sadîst her daîm Mazoşîst e”(*)  
Li gor Freud “Sadîzm, zewqjêstandina êşkêşandinkirina biresera zayendiyê ye an jî meyla beravajî wê ye"(*) 
Belê belkî di helbestên Elîxan Loran de têgehên zayendiyê tune be an jî kêm be, feqet bingeha tundîtiyê sadîzm e, sadîzm bingeha xwe ji tundîtiyê werdigire, dibe ku tundiyeke li dijber biresereke zayendî be, dibe ku li dijber kirde û bireserekê be, anjî heywanekì be, ferq nake, talî bingeha sadîzmê ji tundîtiyê ú ji êrîşê tê. Wekî em dizanin ku Sadîzm ji navê nivîskarê bi nav û deng ji Sade tê, belê Marquis De Sade nivîskarekî dijcivak bû, dijehlaq bú, dijehleqiya wî ehleqeq herî bi ehleq bû. Sade vê hevokê bi karekterê xwe ê bi navê Justine gotinkirin dide “Ji holê rakirin, çi çalakiyeke azwerîk e”(** ) “Sadîzm  zewqwergirtina mêzekirina hilweşandinê ye û hilweşandina herî bi êş û dijwar mirina benîadem e. Sadîzm nebaşî bi xwe ye.” (**) Em dibînin ku di bingeha sadîzmê de xerakirin, xerabî û hilwesandin û tundî heye, di zayendiyê de jî sadizm  heye, jixwe tundî, sadîzm û zayendî têkîldarên hev du ne, ji hev du nexweser in. Loma jî çiqasî di helbestên Elîxan de zayendî tune be jî, bi awayekî veşartî di binê kirasê tundîtiyê de zayendî û sadîzm hatiye nixumandin. Helbet sedî sed helbestên me giş ne sadîstik e, jixwe tenê bêhna şop û pêgên sadîzmê jê difûre, taliya talî helbestên me kana xwe ji hestên ku di zarokatiyê de ketine ser hev du û bi awayekî tundîk û sadîstîk, îronîk, pêkenokîk, karîkatorvanîk û derbirînîk herikiye....
(*) Cinsellik Uzerine, Sigmund Freud, Weşanên Sayfa
(**) Edebiyat ve Kotuluk, Georges Bataille, Weşanên Ayrinti

Hin Nivîsen Nivîskar

Kolonyalîzm û Femînîzmeke Bêbiryar

  • 07 Pûşper 2021

Romana nivîskar Sîdar Jîr ya bi navê "Şerm" romaneke mijara xwe ji mêtingehiyê-mêtingeriyê, eşqê, romantîzmê, femînîzmê, utopiya...

Şevên metaforîk û reşik

  • 23 Sermawez 2019

Nivîskar Welat Dilken di vê romana xwe ya yekem de “Reşek”’ ji xwe re kiriye alava axaftinê û afirandinê. Di bîr û hişê romanûs de metafora me ya reşik...

HINAREKE HONAKÎ

  • 23 Adar 2019

Ez vê nivîsê diyarî Kerem Arî dikim“Honak çi ye? Bi ya min: Honak darek bi pel e, bi kelem e, bi pejk e, bi strî ye, bi gulî ye, bi gewde û kok e, feqet ya ku vê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Bedlîsê 5 partî bi yek berendamî dikevin hilbijartinê

ad

Kesek tuneye mîlyon dolarekî pere bide me?

ad

Ji bo çareseriya qeyrana Başûr rêze semînar tên lidarxistin

ad

'Kurdsîad' hat girtin, ceza li serokê wê birîn

ad

Şeva Xelatdayîna Pêşbaziya Duran 30'ê mehê ye

ad

Heyeta CHP'ê çû Başûr

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname