Diyarname
Li hin bajarên kurdan xeber dihat ku partî dijî BDP'ê li hev dikin lê li Bedlîsê ev yek bi awayekî eşkere hate kirin. BDP ku di vê hilbijartinê de ligel gelek bajarên din li Bedlîsê jî bi xwe bawer e, ev encama nû dê çi bi xwe re bîne, 30'ê adarê dê diyar bibe.
Berendamê Şaredariya Bedlîsê yê CHP'ê Kemal Uçar got ku li bajêr ew ligel MHP, DP, BBP û DSP hatine ba hev, piştî hevdîtinê biryar girtine û li gor vê biryarê dê bi berendamekî bikevin hilbijartinê.
Serokê DP'a Bedlîsê Ziya Yoldaş jî gotiye ku ji bo Hilbijartina 30'ê Adarê wan li hev kiriye.
Şaredariya Bedlîsê di destê AKP'ê de ye. Berendamê AKP'ê di hilbijartina 2009'an de bi sedî 43.1'ê bi ser ketibû. DTP'ê sedî 34.4 girtib û piştî wê SP bi sedî 16.1 bûbû partiya sêyemîn. Partiyên navborî li Bedlîsê her yek sedî 1 dengên wan hene. (Ji bo agahiyê li tabloyê binêrin)