logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  3. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Kolonyalîzm û Femînîzmeke Bêbiryar

  • Dîrok: 07/06/2021
Romana nivîskar Sîdar Jîr ya bi navê "Şerm" romaneke mijara xwe ji mêtingehiyê-mêtingeriyê, eşqê, romantîzmê, femînîzmê, utopiya xwebûniyê(ezîtiyê) û bindestiyê werdigire. Karakterên romanê piranî jin in. Helbet xwendevanê bibêjin çima? Nivîskar bi karekterên xwe yên jin dixwaze çi destnîşanî me bike? Wê çaxê wekî xwendevanekî em dikarin bibêjin nivîskar xwestiye serbixwebûna jinê û perspektîfa felsefeya femînîzmê û mêtingeriyê destnîşanî me bike. Her çiqas karakterên mêr hebin jî talî karekter û serlehengên berbiçav û xwedîrol piranî jin in. Lê jinên an jî karakterên çawa ne? Romantîk in, serhildêr in, bixwebawer in, şikestîne di zarokatiya xwe de (bi awayekî psîkoanalîst), bindest in an jî serdest in di civaka xwe de, serbixwe ne, femînîst in, heke serbixwe bin çiqasî serbixwe ne û di tevgerên xwe de çiqasî azad in, bi kesî ve girêdayî ne, divê pirs û bersivên van xumamiyan bêne dîtin. Karekterên me evînên azad dijîn an jî evînên girêdayî ne? Evîn çi ye? Welhasil meriv dikare dûredirêj bike pirsên xwe....
Îcar em werin ser romana xwe û piçekî behsa kurtenaveroka romana xwe bikin û paşê jî em ê derbasî rexneya xwe bibin.
Karekterên romanê Şermîn, Nesrîn, Xezal, Dilşa, Serhêd, Şêrdil, Semra hwd...
Şermîn û Nesrînê di romanê de du rêhevalên hev ên dilsoz in. Naveroka romanê jî piranî li gor van karekteran hatiye vestrandin.  Di romanê de, Xezal dêya Şermînê ye, Dilşa dêya Serhed e, Şêrdil birayê Şermînê ye û Semra jî hevala Nesrînê ye. Serhêd di romanê de rojnameger e û hevalê Şermînê yê zarokatiyê ye, Şermînê ji Serhed hez dike. Nesrînê Psîkolog e, her wiha Nesrînê bi tevgerê xwe azad û serbixwe dixuye lê a rastîn ne pir azad û serbixwe ye. Şermînê jî karê cil û bergan dike û beşa îktîsadê qedandiye. Karektera me ya sereke û serleheng helbet Şermînê ye. Bavê Şermînê ji ber bîrdoziya xwe û Serhêd jî ji ber kar û xebatên xwe yê rojnamegeriyê dikevin hefsê, navberekê Şermînê jî binçav dikin. Talî bavê Şermînê tê berdan û Şermînê jî jibincavkirinê rizgar dibe. Serhed ewil ji ber zilma desthiladaran diçe binxetê û dema tê welêt jî tê girtin. Ji vê hêlê ve romana me pişta xwe dispêre rastiya dîwarên mêtingehiyê-desthilatdariyê. Kurtasî neveroka romana me wiha ye, lê helbet kitekitên romanê hene û van kitekitan jî dê mijara rexneya me be...
Benhabîbê, parastina helwesta femînîzma xwe wiha diyar dike: "Hemû kirde, di binê lingên dîrok û çandê de tên binaxkirin. Yanê dîrok û çand, kirdeyan dadiqurtîne, her wiha Benhabîb piştgiriya teza formulasyona "mirina mirov, mirina metafizîkê û mirina dîrokê dike, lê ligel vê piştgiriyê jî bi şikdar li hinekan dinêre û taloke dibine. Teza hêza formulasyona mirina mirov re, fikra kirdebûnê bi tevahî tê redkirin. Li gor vê fikrê ji bo guherîna dîrokê a ku hewcedar e, yanê utopiya xweserîbûn, ramanîbûn û berpirsyarîbûnê tê wateya redkirinê.(1) Dema em li vê paragrafê dinêrin çand û dîroka heyî carinan dibe bargiranî li ser milê kirdeyan. Çimkî şikandina tebîetên-xuyên çandan û dîrokan dijwar in. Loma jî çand û dîrok kirasekî genî li bejna jinan fesilandiye, divê dîrok û çand a bi tevayî bên rûxandin ya jî divê bên neqandin-paqijkirin. Îcar li gor nêrîna Benhabîbê divê em karekterên xwe Şermîn û Nesrînê bi ku ve cih bikin. Erê rast e, dîrok û çandê kiras û fîstanekî xelet li bejna Şermînê û Nesrînê jî fesilandiye, lê nêta nivîskar wan kiras û fîstanan ji ser bejn û bala jinê veqetîne-vehilîne an jî berdewama dîrok û çanda heyî dike? Nivîskar çiqasî di karekterên xwe de ev rastî pêk aniye gelo. Hewldana nivîskar baş e, lê hewldaneke kêm e, ya ji bo karakteran jî kêm e. Çimkî karekterên me ne tam serbixwe, azad û femînal in. Hîna jî di bin bandora çand û dîroka li bejna wan hatiye fesilandin de mane. Heta ku dîrok û çanda heyî neye rûxandin, gemara der-bin-hiş nayê paqijkirin û xwe nû nake.
Butler ontolojiya statûya têgeha "Postmodernîzmê" pir xumamî dibîne û vê pirse dike: Di navbera postmodernîzmê û femînîzmê de çi têkîlî hene? Jixwe têgeha postmodernîzmê tim û tim danehêlekkirina esasên normatîf û mirina mirovî ye, ev tê wateya nîşandayîna mirina polîtîkayê. Butler postmodernîzmê piranî wekî fêmkirina postbinyadgeriyê dibîne. Butler gotinên xwe wiha didomîne: Li gor Butlerê tam jinan xweserîbûnên xwe bidestxistin, postmodernîzm xweserîbûn û kirdebûna jinan xistin talûkeyê, ango ji terefê postmodernîzmê ve hate tehdîdkirin, loma jî Butler hem wateya subjektîfbûna kategoriya jinan û hem jî kategoriya femînîzmê "em" ê dan berlêpirsînan: Kirdeya femînîzmê bi kîjan redkirinan hatine avakirin? Butler ji fikren Foucault û Monique Witting sûdê jê werdigire û wiha dibêje: Qebûlkirina encamên polîtîkaya zayendiya metayîn, tê wateya qebûlkirina xweferzkirinên tiştên zayendiyê. Ji bo hewcedariya parastina pergala zayenda zêdebûnê, di bedenan de dubendiyek û yekşikliyek tê lêbarkirin(2) Dema em li fikren van femînîstan dinêrin, em dibinin ku jin wekî kirde hatine pejirandin, û ji metabûnê dûrxistine. Helbet li dijber zayenda zêdebûnê jî rexneyekê lêbardikin. Yanê jinê ji metayê wêdetir wekî kesên serbixwe dibîne. Li gor wan heyam jî bandorê li ser jinê dike, wekî em dizanin her heyam jî çand û dîrokeke nû bixwe re ava dikin. Li gor Butlerê heyama Postmodernîzmê bandoreke neyînî li jinê û "em"ê  (femînîzmê) kiriye. Yanê di heyama postmodernîzmê de jin wekî biresereke metayîn hatiye bikaranîn. Yanê xweserîbûn û kirdebûna jinê di bin destarê postmodernîzmê de hatiye vehêrandin. Îcar dema em li karekterên romana xwe dinêrin, karekterên me tev jin in. Belê li gor heyamê em li karakterên xwe binêrin, jin bi awayekî metayîn nehatine qebûlkirin, lê belê jin (karekterên romanê) ne ew qasî xurt û serbixwe ne jî. Belê belkî di romanê de ên herî zedê xwedîrol jin bin. Lê divê karekterên me jê hinek jî xurtbana, çimkî di jiyana resteqîn û di berheman de tim û tim karekterên jin û mêr ên xurt jî û ên lawaz jî hene. Lê belê karekterên romanê yên jin piranî melankolîk, giriyok û kêmxwebawer û kêmfemînal û bêbiryar in. Ya ku herî zedê xurt dixuye Nesrîn e, lê ew jî hew xurt dixuye. Nesrînê erebê diajo, heman demê de psîkologek e, zayendiyê li gor dile xwe dijî, lê dîsa jî bindestiya wê ya li hember mêran xwe di romanê de dide der, loma herdu karekterên me ên sereke kêmfemînal û bêbiryar in. Helbet mijar ne tenê femînîzm û jin in, di heman demê de mijar kolonîzm e jî. Her wiha di kitekitên romanê de du kevok jî xwedî rol in; kevokên me di romanê de hem eşqê û hem jî azadiyê destnîşan dikin. Her wekî din di romanê de xalîçeya bi xezalxêzkirî jî, sembola eşq û romantîzmê ye. Roman ji hela mekanê ve rasteqîn dixuye. Mekan ne razber e, ji vê hêlê ve roman pirtir romaneke reel û rasyonel dixuye. Romaneke hêsan e (dema dibêjim hêsan e, ne ku roman hêsan e, yanê herkes dikare bixwînin û herkes dikare bi rehetî jê fêm bikin. Yanê ne romaneke grîfît e. Tevnesazî, rêzebûyerên û hêmasaziyên, romanê baş in, serketî ye. Ji hela metafor, analoji û aforîzmayan ve ne xirab e.) Lê belê ya ku herî romanê qels dike tenê tevnesazkirin û avahîsazkirina karekteran e. Karekter dibe ku ne xurt bin normal e, lê belê di romanê de divê karekterên me giş ne wiha bin. Di karekteran de çiqas nivîskar xwestibe, wan xweserîn û xwebûnî-ezîtî ava bike jî, çiqas nivîskar ji bo avahîsaziya karekteran hewl da be jî, ji hêla xwebûnê ve baş serê xwe pêr re neêşandiye. Belê wekî me gote xweserîbûn û kirdebûna karekteran hene, lê kêm in.
- Kurikê çi lê, ev çend hefte ne haya me ji hev tune ye. Cehnima wî û yên wekî wî kiriye. Kengî bixwesta min bibîne, mêrik rê û dirb zanîbû. Dema nedixwest jî dibû mar û şop li ser xwe winda dikir. Êdî qet serê xwe bi wan re naêşînim.(24)
Dema em li vê paragrafê dinêrin karaktera me nerazîbûna xwe destnîşan dike, halbûkî psîkologek e, divê serbixwe be, dema em li derhişî û derbirîna wê ya bi dengî guhdar dikin, tim birçî dixuye û bi awayekî hişk hêrsa xwe destnîşan dike, hêrsa tûj û hişk esas ne redkirin e, xwestina wî tiştî ye. Loma jî esas karaktera me derhişî û derbirîniya xwe ji me re eşkere kiriye. Îcar dema em li wêneyên wênesaz Schiele Egon dinêrin em fêm dikin wêneyekî derhişîn û derbirîn e. Navê tabloya me “Jina Rûniştî Ya Ku Çogên Xwe Tewandî“ ye. Di tabloyê de jin berê xwe bi temaşevanan vekiriye û mîna bi nasnama xwe ya zayendî û bi hebûna xwe civakê red bike, bi awirên hêrs û tûj li temaşevanan dinêre. Lê belê dema em li destên wê yên lihevbadayî dinêrin em fêm dikin xemgîn e. Karektera me ya di tabloyê de dema li temaşevanên xwe dinêre stûyê xwe tewandiye, vê stûtewandina wê asas ji hêlekê ve nermbûn û rehma wê derdixîne holê, talî tabloyeke hem zayendî û hem jî redkirineke civakî ye. Bi rengên keskayîn, reş û rengên ber bi spî û zerayê ve diçe di tabloyê de hatine bikaranîn, rengên kesk rengê biharê û rengê xweşbîn û hizûr û afirîneriyê ye. Dibe ku bikaranîna rengê keskayîn xwestibe zayenda zêdebûnê destnîşanî me bike. Rengên ber bi sipiyê û zerînê ve diçin rengên lebatan destnîşan dike û erotîzmê bi bîr tîne. Rengên reş jî li ser çîpan hatiye boyaxkirin, ango goreyeke reş kişandiye ser herdu çîpên xwe bo ku xuya nebin. Yanê di vir de zayendî hatiye veşartin, çima sekna wê erotîk lê çîpên xwe ji erotîzmê veşartiye û şeqa xwe ji hev vekirî li temaşevanan dinêre, yanê hem redkirinek heye, hem kêm be jî veşartinek heye, a ku di Nesrînê de serdest e hinekî jî ev e. Yanê him li gor dilê xwe dixwaze zayendiyê bijî û hem jî dixwaze li gor tiştên heyî bijî, yanê bêbiryar û kêmfemînal e. Halbûkî divê a ku heyî, (dîrok û çand) divê tu birûxînî. Her du karakterên me yên jin ji du hêlan ve bindest in. Hem ji hêla mêr û hem jî ji hêla desthilatdar-kolonîzmê ve bindest in. Yanê di romanê de jin du car hatiye bindestkirin. Civakên bindest ji zarokatiyê ve di her warî de bindest in. Welhasil hem tabloya me û hem jî karaktera me hestên redkirinê û hestên erotîzmê, stûnermbûnê(êşê) diteyisînin. Nesrînê her çiqas karakterek e psîkolog be jî hem xwe xurt xuya dike û hem jî di esasê wê de zehîfbûnek heye. Zayendiyê li gor dilê xwe dijî û xwe bi tu kesî ve girê nade, ev feraseta di femînîzmê de heye, çimkî di femînîzmê de girêdaneke tevahî tune ye. Lê belê li gor romanê Nesrînê nebûye jineke tamfemînîst û xwe, tenê şopên femînîzmê di xwe de vedihebîne. Dema em li karekter û fîgura di tabloyê de dinêrin hem redkirinek, hem hêrs û hem jî qebûlkirinek heye. Hem di tabloyê de û hem jî di karakterên me de têgehên serdest nasnameya zayendî, erotîzm, femînîzm û redkirin in. Berî her tiştî derbirîna derhişî û binhişî hatiye herikandin. Di tabloyê de çiqasî erotîzmê serdestî kiribe di Nesrînê de jî heman erotîzm serdestî kiriye. Nesrînê di romanê de hinekî çavgiriyok e. Halbûkî karakterên femînal ne karakterên giriyok û belengaz in. Bêhtir xurt in. Şermînê, hîna karaktereke xurt dixuye. Lê Şermînê jî aqilê xwe bi eşqê winda kiriye û vîna xwe teslîmî kesekî kiriye û rê li ber wê şaş bûye. Her du karekter serbixwebûna wan hene, herkê kar û barên wan hene, bi serê xwe tev dilivin, azad in lê belê ji hêla zayendiyê û eşqê ve ne azad in. Ew jî çand û dîroka heyî didomînin. Ji vê hêlê ve du karakterên birçî xuya dibin. Çimkî karakterên bindest her warî de tim birçî ne, îcar jin du car bindest in, hem li welatê xwe bindest in û hem ji terefê mêr bindest in. Loma jî jin duqat birçî û bindest in. Şermîn ji gêreya zarokatiya xwe û eşqa zarokatiya xwe derneketiye, divê em bi awayekî psîkoanalîst li Şermîn û Nesrînê binêrin çimkî gelên bindest gelek nexweşiyên cihê ji zarokatiyê ve bi xwe re ava dikin helbet sedemên wan malbat e, civak e, dewlet e û kolonîzm e. Her du karekterên me hem ji hêla eviniyê û hem ji hêla femînîzmê ve ne tam xwedî biryar in.
- Em ê şîvekê li gorî dilê xwe çêkin û em ê paşê şeraba xwe vexwin. Bila lêvên me har bibin, pêsîrên me rep bibin û bila şerab heta nava ranên me biherike. 
Ne Şermînê bûya û Nesrînê bi vî awayî bi hinekên din re sohbet bikira wê bigota wey li min porkurê vêya agir pê ketiye û çav berdide jinan jî û... (25) Dema em li van hevokan dinêrin em fêm dikin pêg û şopa femînîzmê heye, lê dîsa jî kêmfemînal in. Şabûna wan di binê nîrê şermbûnekê pêk tên, halbûkî jinên tam femînîst bêminet dijîn, di bin bandora deredorê de namîne û li gor deredorê jî najîn. Îcar femînîzm çi ye gelo? “Ji Platon bigire, heta Kant û Hegel mijara felsefeya rojava aqil kirine çîroka kirdeya mêr.”(3) Wekî me li jor behs kir, femînîzm di binê lingê dîrok û çanda derewîn de hatiye eciqandin, yanê kirasek li bejn û bala jinê ve hatiye fesilandin ji afirandina dinyê bigire heta dîrok û çanda niha em têde dijîn û hîna jî didome. Lê her heyam encam û kiryarên wan, şêwazên wan ji hev cihê ne. 
Heta parêzer xwe gihandibûyê bi lez û bez ew biribûn dozgeriyê jî û rasterast biribûn zindanê....
Ji wê rojê de, Şermînê dev ji kar û her tiştî berda...
Zivistana cemidî, heta nîvê şevê li ser paldanka darîn rûdinê û çavên wê li wê rêka axî û zirav e...
Dengê qirçeqirça paldankê diçe asîmana
Û berê awirên Şermînê li rojava...(90)
Li gor romanê Şermînê ji zarokatiyê ve ji Serhed hez dike û zêdeyî xwe xwe bi Serhed ve girêdayî ye, çima? Helbet divê em bi awayekî psîkoanalîst û kolonyalîst li zarokatiya Şermînê mêze bikin. Freûd li ser vê têgehê noq dibe: "Hilflosigkeit: (Aciziya pitikan ya ewil, nekarîbûna xwebixwe xwebirêvebirinê ye) Ji ber hêza bêqawetbûna zarokan, tevayiya xwebûna yekemîn ya kirdeyê bi ber nexwebûnê ve zor dide û kirdeyê parçe parçe dike, tevahiya hêza narsîzmê ji zarok tê veqetandin berê xwe bi narsîzma bireserê vedike. Yanê kêlîka krîtîka teyisandina utopiya xwebûna yekem ev e. Li gor Psîkoanalîstan kirde tim û tim dixwaze xwe bigihêjîne modela utopiya xwebûniyê-ezitîyê."(4) Helbet krîtîka jiyana zarokan û ya karaktera me Şermînê jî bi vê rewşê û derûniyê ve girêdayî ye. Freûd vê rewşê wiha pênase dike: "Îkametgeha narsîzma windayîn ya zarokan" yanê Freûd xwebûn(ezîtiyê) bi vê şêwazê pênase dike: Dema zarok ji neçarî girêdayî bireser û kirdeyên li dijber xwe bin, a wê çaxê narsîzma wan hinekî ji dest ve diçin û berê narsîzma wan vediguhêze yê hemberî xwe, loma jî Şermînê bi qasî ji Serhed hez dike ew qasî ji xwe hez nake, narsîzma wê ji zarokatiyê ve parçe parçe bûye, jixwe zêdetir, ji dîtirên xwe hez dike. Loma jî vê rewşa wê girêdanbûnê û bindestbûnê bi xwe re diafirîne. Yanê narsîzma Şermînê jê re bûye bindestî, li dijber Serhêd narsîst tevdigere. "Bûyîna Mirovîn, bêguman berî her tiştî bêrîkirina mukemeliya roj û rewşên berê ne, loma jî mirov li pê şopa zemanê xwe yê windayîn e. Kirde, ew ê heta hetayê li pê lêgerîna tevahiya perçeyê narsîstik yê ku ewil jê hatibû stendin bigere.(5) Dema em li vê paragrafê dinêrin a ku esas di Şermînê de mewcût e, ev parçeyê windayîn e, ji ber kêmbûn û tunebûna vî parçeyî Şermînê ketiye vê rewşê û dixwaze narsîstbûna xwe bi dîtirê xwe temam bike. Ji vê hêla xwe ya psîkoanalîstîk normal e, lê belê Şermînê çiqas karektereke serbixwe xuya bibe jî talî ji hêla derûnî ve têkçûyî ye, çimkî wekî kirdeyekê bi tevahî xwe bi kirdeyeke din ve girêdaye. Dema em li paragrafa jor dinêrin Şermînê dev ji her tiştî berdaye. Loma karaktereke hem ji hêla derûnî, hem ji hêla mêtingehiyê û hem jî xwe bi yekî din ve girêdan bindestiya wê destnîşan dike. Halbûkî Narkîsoss dema li ser avê rûyê xwe dibîne, dibe dildarê xwe, dibe heyranê xwe, ji bilî xwe tu kesî xweşik nabîne, aşiqî xwe dibe û narsîzma wî ji vir ve ava dibe. Lê em vê hezkirinê di ne di Şermînê de ne jî di Nesrînê de dibînin. Wekî min go di kar û barê xwe de serbixwe û xweser in. Lê di tevahiya heyatê de karekterên bindest dixuyin. 
Ji Platon bigire heta Descartes, Kant û Hegel felsefeya rojavayî, aqilê çîroka kirdeya mêr kirine tema. Dibêjin wê çaxê dîroka ku heta aniha hatiye qeydkirin û vegotin "Çîroka Mêr e." 
Mirina Mirov, di femînîzmê de berdêla wê, "Dan zelalkirina Raza Aqilê Kirdeya Mêr e." Mirina Metafizîkê, di femînîzmê de berdêla wê Îdîayên Eşqê Yên Li Dijber Êqil, Parastina Septîzma Femînîzmê ye. Mirina Dîrokê, di femînîzmê de berdêla wê meriv dikarin bibêjin bi "Vegotinên Dîrokîn Navlêkirina Zayendiya Civakî ye." (6) Dîsa em ji femînîzmên xwe fêm dikin ku, dîrok, çand û heyama postmodernîzmê, jin û femînîzmê bi şêwazeke materyalist di nava destarê deranên xwe yê dîrokê de hêrandine. Yanê çawa ku nivîskar Sîdar Jîr xwestibe karakterên xwe yê jin serbixwe, ne bindest ava bike jî, lê dema em li dîrok, çand û heyamên nû dinêrin tim astengî hatine pêşiya wan. Esas nivîskar Sîdar Jîr di romana xwe de xwestiye mêtingehiyê ji me xwendevanan re destnîşan bike, lê du car bindestî hatiye destnîşankirin, hem girêdana Şermînê a bi rojnameger Serhed re û hem jî mêtingehiyê xweserîbûna Şermînê rûxandiye. Talî nivîskar xwestiye hem mijara mêtingehiyê û hem jî mijara femînîzmê vebihûne. Yanê meriv nikarin bêjin nivîskar sedî sed an jî bi tevahî xwestiye femînîzmê destnîşanî me bike. Em dikarin wiha bibêjin, di rolleystinê de Nesrînê di dika femînîzmê de xwedîroleke sûkî dilîze û di rolleystina Şermînê de jî, Şermînê di dika mêtingehiyê de xwedî roleke rastîn e. Lê dîsa jî ji ber ku piraniya karekterên me jin in, mijar jin in û desthilatdarî ye, loma jî di romanê de karakterên desthilatdar jin in. Îcar ev pirs tê hişên xwedevanan, madem karakterên me û serlehengên me jin in, heqê me heye em bibêjin nivîskar mijara Femînîzmê bi hişmend an jî bêhişmend ji xwe re kiriye xem gelo? Ev hewldanek û ceribandineke baş e. Bi serketiye an jî têkçûyî ye helbet ew mijareke din e bêguman…
"Heke her tişt ji bilêvkirinê pêkhatî be…" Heke her tişt metînek be…, "Kirde miribe…" an jî heke birajî bedenên rastîn tune be…’’ van hemû hevokan nêzîkbûna destnişana nihîlîzmê diyar dike. Her tişt ji bilêvkirinê pêkhatiye, kirde mir, ji niha pê ve tu carî nabêjim "ez" yanê rasteqînî tiştekî wiha tune ye, tenê temsîl hene. Van dabeşkirinan-polkirinan bi şêwazeke cihê postmodernîzm û postbinyadgeriyê destnîsan dike" (7) Helbet romana nivîskar jî metneke bilêvkiriye û heman demê de karekterên me jî temsîliyet in. Yanê Nesrîn û Şermînê temsîlbûna bindestiyê, metîngehiyê û femîzmê destnîşan dike, loma jî divê xema karekteran tişta heyî birûxînin, divê fikra bênavendiyê bi wan re hebe. Yanê divê kirdeya heyî, çand û dîrok û heyamên heyî birûxîne. Wê çaxê divê karekterên me rolên xwe bi cih bîne. Lê dema em li karekterên xwe dinêrin em tenê pêg û şopa rûxandinê dibînin, lê di asasê xwe de karekterên me kêmrûxan, kêmfemînal û bêbiryar in…. 
Talî romana Şermê ya Sîdar Jîr romana kêmfemîzmê û kolonyalîzmê ye.

Çavkanî:
1, 2, 3) Çatişan Feminizmler, Seyla Benhabîb, Judith Butler, Drucilla Cornell ve Nancy Fraser, Metis, 11, 12, 13,14
4,5) Ben İdeali, J. Chasseguet-Smirgel, Metis, 20 
6-7)Çatişan Feminizmler, Seyla Benhabîb, Judith Butler, Drucilla Cornell ve Nancy Fraser, Metis, 27, 28, 29, 44, 46

Sûdewergirtin:
Sanat Kitabı, 500 Sanatçı, 500 Sanat Eseri, Yem Yayınları, 415

Hin Nivîsen Nivîskar

Romana honaka zanistî

  • 05 Sibat 2022

Gelo bo nivîskaran di romaneke de mecbûriyeta vehunandina du çandan heye an na? An jî nivîskar  mecbûr e di romana xwe de tenê çanda xwe bihone welew nivîskar...

HOSTAYÊ XAPANDINÊ

  • 08 Berfanbar 2019

Di destpêka romana “Şampazê"de mijar koçkirin dixuye, lê paşê babeta me vediguhere rengekî din. Di romanê de malbatek ji ber dewletê ji gundê xwe bar dikin...

BERSIVÊN HEQARETAN Û NEHEQIYÊ

  • 03 Tîrmeh 2019

"Ez vê nivîsê diyarî Diyarnameyê û hemû kesên xweşik û estetîk dihizir in dikim""Merheba xwînêrên ezîz û...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ji nivîskarên Diyarnameyê 3 nivîsên nû

ad

'Bi Dizîka' Occo Mahabad hat

ad

'Bi hemû zaravayên kurdî perwerdehî'

ad

Baroya Sêrtê: Emê bûyerê bişopînin

ad

Îranê rêveberên Enstîtuya Kurdistanê Roznewbarê avêtin hepsê

ad

Di tûrnûvaya hespbeziyê de siwarên Reqa û Dêrazorê bi ser ketin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname