Diyarname
Ji bo dayîna xelatên 5'emîn Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dê roja 30'ê mehê saet 18.00'an de li Şaxa Egitim Sena Amedê merasimeke bê lidar xistin.
Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran ev 5 sal in ku ji aliyê Egitim-Sena Amedê ve tê li dar xistin. Nihah encamên pêşbaziya 5'emîn hate eşkerekirin.
Ji bo pêşbaziya îsal, ji bo beşa tirkî 35, ji bo beşa kurmancî 55, ji bo beşa kirmanckî (zazakî) jî 5 çîrok hatin şandin.
Di beşa tirkî de bi çîroka "Katil" Umut Ulaş Çelik bû yekemîn. Bi çîroka "Guernica" Vehbi Tunç, bi çîroka "Seyda" jî Ruken Şahin (li Girtîgeha Gebzeyê) ket dereceyê.
Di beşa kurdî de jî bi çîroka "Zênebêj" Omer Faruk Baran bû yekem, bi çîroka "Dara xwînê" Ehmed Osman, bi çîroka "Sîmbêl" Înan Eroglu ket dereceyê.
Di beşa kirmanckî de nirxandin nehat kirin lê juriyê biryar da ku her pênc kesên ku çîrok şandine bi xelata mansiyonê bêne xelatkirin.