Diyarname
Televîzyona kurdan Roj Tv ku di 1'ê adara 2004'an de dest bi weşanê kir ket 6 saliya xwe.
Yekem televîzyona li ser peykê bi navê MED TV di sala 1995'an de dest bi weşana xwe kir. Piştî wê Medya TV û dûre jî Roj TV ku li ser şopa wan şewan dike di 1'ê adara 2004'an de dest bi weşana xwe kir.
Li ser salvgera televîzyonê lijneya rêveberiyê ya televîzyonê daxuyaniyeke weşand û got: "Televîzyona me di 6 saliya xwe de li ser xeta aştî, azadî, demokrasî û biratiya gelan weşana xwe didomîne. Dewleta tirk bi hemû hêza xwe dike ku Roj TV bigire. Lê ev hêz digel hemû hewldanên xwe yên kirêt jî televîzyona me bi piştgiriya bi mîlyonan temaşevanên me û saziyên demokratîk weşana xwe didomîne, bi îdîayeke mezin dikeve sala xwe ya nû."
Roj TV digel bi zaravayên kurdî kurmancî, zazakî û soranî bi erebî û tirkî jî weşanê dike.


