Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî
Min le zincîr û tenaf û dar û bend bakim niye
Letletim kin,bimkujin,hÊşta delêm Kurdim emin.
Hêmin
Şoreşa fransî bi gotin,helwest û kirinên xwe mohra xwe li dinyayê xist û ew hejand.împaratoriyên Osmanî, Avusturya-macerîstan,Rusya û İngilistan li ber lehiya vê şorişê nema karî xwe ragirin û yek bi yek hilweşiyan.Gelek netew komarên xwe yên netewî av kirin û bûn xwedî statûyekê.Bê guman ev şorişa bi hêz di heman demê de di qada wêje,çand û kultur û hizr û ramanê de jî bû sedem veguherînên berbiçav.Hemû rê û rêzikên klasîzmê hatine hilweşandin û bizavên wêjeyî(romantîzm,realîzm,naturalîzm hwd)li pey hev ketine dorê.
Helbet vê pêlê xwe gihande kurdistanê jî.Lê beriya wêjeyê di hêla siyasî de vê bandorê xwe da der.Ew bayê azadiyê ku ji pênûsa Ehmedê Xanî der bibû bi şorişa fransî re rabû pêdarê û kurdan ji bo mafên xwe yê rewa têkoşa.Bê guman ev qonaxa peresînê bê dahûranên dîrokî,siyasî û çandî wê kêm bimîne.Lewre dîroka kurdan di heman demê de şirove û dahûrîna têkçûna împaratoriya Osmaniye.Biryarnameya Erdî ya sala 1858 an mirina mîrîtîyê bi xwe re anî û gelek kurdên koçber bi saya vê biryarnameyê li gund û bajaran bicihbûn.Vê xwecihiyê pergaleke rêkûpêktir pêk anî û rêda geşedana hestên netewî.Li hêla din ev biryarname bû sedem şerê navbera mîr û derebegan.
Hê di sala 1832 de eşîreta Babanan serhilda,lê wek ku di rojên bê de wê li gelek deverên kurdistanê rûdanên bi vî awayî pêk bên,bi destê birayên xwe têk çûn.Şêx Riza Talebanî di helbesta xwe ya “Suleymanî ke Darulmilkî Baban bû” de hemgîniya xwe tîne ziman.
“Ke Ebdulla Paşa leşkerî waliy Siney şirr kird
Riza ew weqtê ‘umrî pênc û şeş,tiflî debistan bû”
Ji wê rojê ta îro kurdan bê navber têkoşan û gelek caran hêrêmên azad bi dest xistin,heta komara xwe damezrandin(Repûplîka Kurd A Mahabad).Lê her serhildan dîsa bi destê birayên xwe hate hilweşandin.Her wiha ta van salên dawiyê jî vê birakujiyê(ji ber gelek sedeman)dom kir.Bi her şereke navxweyî dagirkeran keysa xwe li kurdan anî û berê wan dan welatên cuda û nefî kirin.
Piştî vê destnîşankirinê ku em vegerin ser mijara xwe roj bi roj bi têkildarî rûdanên civakî wêjeya kurdî jî bi pêş ket.Di sala 1898de li Kahîrê rojnameya “Kurdistan”dest bi weşana xwe kir.Her wiha “Şark ve Kurdistan”,”Kurd Teavun ve Terrakî”,”Amîd-î Sevda”,”Peyman”,”Rojî Kurd”,”Yekbûn”,Hetawî Kurd”,”Kurdistan” û “Jîn”ê dan dû.Helbet ji van rojnameyan jî xuya ye ku nîvîs û wêjeya kurdî di hewldaneke xurtde ne.
Ewilîn,çirûskên nûjeniyê li rojhilatê kurdistanê teyisîn.Hiznî Mukriyanî matbaayek dibe Silêmaniyê û klasîkên kurdan tên çap kirin.Bi armanca veguhestina helbesta kurdî Seyfî Qazî hewldanên xwe gur kir.Di nivîsek xwe de;
“pêwîste em zimanê xwe yê edebiyatê ji gundan û kesên kal werbigrin. Lewra zimanê kurdî yê pak û temîz li cem wan maye. Pêwîste em di edebiyata xwe ya nûjen de jî, kêşên folklorî bi kar bînîn û zimanê resen û kevin ê ji nifşên berê bo me mayî, di têkistên xwe yên edebî de, tomar bikîn”nivîsiye”. Ji vê nivîsê jî xuya ye ku Xwendingeha Mukriyan xwedî helwest û biryareke pîroze ku di naverok û forma helbesta kurdî de veguhestinekê bike.Bi rengekî aşkere ev nûxwazî bi saz kirina komeleya “Lawanî Kurd” xwe dide der.Ev komele bi navê “Diyarî Lawan”(Îbrahim Ehmed) komeke helbestan diweşîne.Dîsa Şêx Nûrî Salih bi navê “rexna edeba kurdî”di rojnama “jiyan”de gotaran diweşîne û behsa taybetmendiyên xwemalî yê dike.
Damezrênerên Xwendingeha Mukriyan ji van kesan pêk dihat Seyfî Qazî,Hejar,Hêmin,Awat,Ebas Heqîqî,Xalidê Hosamî....Di helbesta van pêşewan de;daxwaza mafên kurda,rexne û dijyayetiya li hember şêx û melayên ku gel ji bona berjewendiyên xwe dixpandin,Dijberiya axa û began û pergala fiodaliteyê,bangawaziya xwendin û pêşdebirina zanist û zanyariyê,Daxwaza mafên jinê û serfirazkirina jina kurd,mijarên sereke bûn
(Dê bidome)
Beşên din ên vê rêzeyê:
Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-
2008 û helbesta me -3-
2008 û helbesta me -2-
2008 û helbesta me -1-


