Diyarname
Derhêner Quentin Tarantino bi navê "Once Upon A Time In Hollywood" (Zemanekî li Hollywoodê) senaryoyeke nivîsandibû û fîlm jî jê kiÅŸandibû. Niha ew wekî roman jî hat çapkirin. Navê "Once Upon a Time in Hollywood: A Novel" lê kirine.
Fîlmê vê di sala 2019'an de ketibû vîzyonê û lîstikvan Brad Pitt bi rola di fîlm de Xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî ya Oscarê girtibû. Di fîlm de nediyar bû ku Cliff Booth (Brad Pitt rola wî lîstibû) jina xwe Billie Booth bi zanebûn kuÅŸtibû an bi çêbûna qezayê ew miribû, lê di pirtûkê de bi awayekî eÅŸkere dike ku wî bi zanebûn jina xwe kuÅŸtiye.