Diyarname
Gerînendeyê Weşanê yê Rojnameya Radîkalê ye roja yekşeman Çinar Oskay dest ji Radikalê berda.
Oskay di nivîsa xwe ya dawî ku îro (19.06.2011) di Radikalê de hat weşandin de wisa gotiye: "Radikal êdî ne çepgirek lîberal e... Ji bo min Radikal êdî ew Radikalê berê nîn e."
Hefteya borî jî Kordînatorê Weşanê yê Radikalê Erdal Guven kurtenivîseke di quncikê xwe de nivîsandibû û dest ji kar berdabû.
Kurtedemek berê jî Ertugrul Mavioglu dest ji kar berdabû û çûbû İMC TV.
Wekî notek: Piştî ku Eyup Can Saglik bû Gerînendeyê Weşanê yê Radikalê tê gotin ku Radikalê dest ji xeta xwe ya çepgir û lîberal berdaye û ber bi xeta oldar (ango cemaeta Fetullah ve) diçe.