Ev vexwendina çîrokên ku heta niha me nekariye xwe bigihînin wan e. Vexwendina çîrokên kurdên me yên Behdînanê ye.
Em qala “Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr” dikin. Ji du aliyan ve ev pirtûk girîng e û di nav pirtûkên 2011'an de li Bakur cihê xwe girtiye.
Yek, Çîrokên di antolojiyê de piraniya wan bi tîpên Erebî hatibûn nivîsîn û piraniya em kurdên Bakur me nedikarî jê sûde bigirin.
Ya diduyan jî ev çîrok negihîştibûn Bakur û niha em dikarin wan bixwînin.
Erê bi salan berê hatibû gotin "Wêjeyê sînorên li nav kurdan parçe kir". Bi awayekî fermî sînor hê li cihê xwe bin jî êdî bi parçeyên din re bi her awayî têkiliya parçeyên din didome. Ev antolojî jî di vî warî de gaveke girîng e. Weşanên Avesta ku ev pirtûk çap kiriye pîrozkirinê heq dike.
Çîrokên di antolojî de ji bo min tiştek nû bûn, ji ber ku wekî gelek kurdî min berê ew qet nedîtibûn û nexwendibûn. Her wiha hin agahiyên li ser çîrokên Behdînan ku Xelîl Dihokî di pêşekê de gotine jî ji bo min nû bûn.
Niha jî em li ser pirtûkê hin agahiyan bidin.
- Li nav kurdan yekem çîrok wekî çîroka Fuadê Temê tê hesibandin ku Rojî Kurd ew di sala 1913'an de belav kiriye.
- Li Behdînanê yekem çîrok ji aliyê Salih Rişdî ve hatiye nivîsandin. (Çîrok di "Ronahî" de hatiye çapkirin ku wê çaxê Hafiz Qazî ew diweşand)
- Li Başûr jî nivîsa bi kurdî li paş maye, lê di salên 1970-75'an de hewlek daye xwe. Di sala 1972'yan de hin kesan çîrok nivîsîne lê paşê berdewam nekirine.
- Yekem pirtûka kurteçîrokan li başûr bi kurmanciya jorîn di sala 1972'yan de ji aliyê Elî Neqşîbendî ve hatiye çapkirin. Piştî Elî Neqşîbendî, di sala 1979'an de Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe ya çîrokan çap kirine. Dûre karwan wisa dom kiriye.
- Antolojiya li ber destê me tenê ji çîrokên herêma Behdînan pêk tê.
- Li her derê dinyayê rewşa jiyana rojane li ser nivîskaran her bandora xwe kiriye. Li nav kurdan jî rewş wisa ye. Ev yek di çîrokên antolojiyê de jî xwe nîşan dide. Lewma gelek çîrokên di antolojiyê de li ser şer in ku şer her li ber deriyê kurdan bû; hê jî li ber deriyê kurdan e.
- Di nav çîrokan de çîroka Sidqî Hirorî "Evîna Vekuştî" ji aliyê şikestina xeyalên ciwanan ve mînakek balkêş e. Çîrokek xweş e.
- Çîroka Kovan a bi navê "Beref Hevalan" jî çîrokek balkêş e.
- "Nihênî" ya Xelîlê Dihokî jî bi heman awayî. (Helbet gelek çîrokên balkêş hene lê serê pêşî ev hatin bîra min)
- Divê ez li xwe mikur bêm ku hin çîrok min ji ber zimanê wan fêm nekirin. Yanê hin peyv hebûn di nav çîrokan de min fêm nedikir ji wan. Ev jî kêmasiya min e. Her çiqas têkiliya di navbera devokan de (çi bi xwendin, çi bi têkiliya rojane) xurt bibe ev fêmnekirin dê ji holê rabe. Ez berê de hay ji vê yekê hebûm, lê vê antolojî careke din ev anî bîra min.
- Kesên di antolojî de çîrokên wan hatine weşandin bi giştî di salên 1950, 60, 70'yan de hatine dinyayê. Piraniya çîroknivîskaran di salên 1950'î û 60'an de hatine dinê. Tenê kesek (Enwer Tahir) di sala 1949'an de hatiye dinê ku tekane kes e wekî nifşê salên 40'î di antolojî de cih girtiye. Di heman demê de kesê herî bi temen e di nav vê antolojiyê de. Ji salên 1980'ê kes di antolojiyê de nîn e û ji salên 70'yan jî Nefîsa Îsmaîl Hecî (bûyîn: 1972) heye û Jaro Duhokî (bûyîn 1978) heye ku Duhokî wekî kesê herî ciwan di antolojiyê de cih girtiye.
- Çapa yekem a vê antolojiyê di sala 1995'an de li Stockholmê hatiye dinê. Çapa duyem jî 2011'an de li Stenbolê ji aliyê Weşanên Avestayê ve, bi awayê berfirehkirî hatiye çapkirin. Em dema salên 1980'ê û 2011'an bidin ber hev, 30 sal derdikeve pêş me û ev tê bîra me: Gelo ji salên 80'ê kes/in çîrok nivîsîbûn nîn bûn ku di nav çapa nû de cih bigirin?
- Van kesan bi çîrokên xwe di antolojî de cih girtine: ENWER MEHEMED TAHIR, XELÎL DUHOKÎ, SERFERAZ ELÎ NEQŞEBENDÎ, SEGVAN XELÎL HÎDAYET, ÎBRAHÎM SELMAN, NIZAR MEHEMED SEÎD,
HESEN SILÊVANÎ, SIDQÎ HIRORÎ, KOVAN, JARO DUHOKÎ, SALIMÊ CASIM, HIŞYAR RÊKANÎ, MEHEMED SELÎM SIWARÎ, FAZIL UMER, ÎSMAÎL HACANÎ, TÎLÎ SALIH MÛSA, BAYIZ UMER, EGÎD ŞEFÎQ, CELAL MUSTEFA, KERÎM CEMÎL BIYANÎ, SEBÎH MEHEMED HESEN, HAZIMÊ CASIM, ÎSMAÎL MUSTEFA, ÎSMET MEHEMED BEDEL, XALID SALIH, TEHSÎN NAVIŞKÎ, HESEN ÎBRAHÎM EBDULLA, HEKÎM EBDULLA, BABÊ ROJÊ, ZEKÎ SILÊVANÎ, QEYRAN FEREC EBDAL, ARIF HÎTO, NEFÎSA ÎSMAÎL HACÎ, MIHSIN EBDULREHMAN, SALIH XAZÎ.
Wekî nota dawî: Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr hêjayî xwendinê ye. Bi balkêşiya xwe ve di nav pirtûkên salên 2011'an de derketiye pêş.
Û gotina dawî: Pêdivî bi antolojiya çîrokên kurmancên me yên soran jî heye ku em wan jî bibînin û bixwînin.
Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr / Amadekar: Xelîl Duhokî / 208 rûpel
***
Nivîsa eleqedar:
- 'Antolojiya Çîrokên Kurmancên Başûr' li Bakur derket
***
Nivîsa Cemil Oguz a din a li ser "Pirtûkên 2011'an":
- EPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
***
Nivîsên di çarçoveya "Nivîskarên Diyarnameyê Pirtûkên 2011'an Dinirxînin" de hatine weşandin:
- Îlhamî Sîdar: Ji çiyayê Olymposê bangek / ‘Matmayînên Ronya’
- Şengul Ogur: Jineke Xinanî: Kitêbeke Biçûk
- Îlhamî Sîdar: Rexneya rexneyê û di wêjeya kurdî de pirsgirêka nûjeniyê
- Lokman Polat: Romana Serhildanê “ŞER LI ÇIYA”
- Şengul Ogur: XEWNA ŞÊRZAD HESEN
- Îsmaîl Dîndar: PÊNÛSA MÎNA MISASÊ’
- Çiya Mazî: MIRINA BÊSÎ Û XWESTINA JIYANEK BÊYÎ SIYÊ
- Cemil Oguz: PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE
- H. Kovan Baqî: Kurmikê zimên û çirava wezîfedariyê
- Cihan Roj: LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand (vaye lîste)
- Nivîskarên Diyarnameyê 'Pirtûkên 2011'an' dinirxînin


