Diyarname
Pena Kurd ji berhemên nivîskarên girtî antolojiyeke amade kir. Antolojiya ku têde helbest û çîrok hene bi navê “Rabûna Berî li Gulberojan” ji Weşanxaneya Sîtavê derket.
Nivîskarê girtî afirandina xwe didomînin lê gelek caran derfet çênabin ku wan biweşînin. Niha xebatek ji bo vê yekê hat kirin “Rabûna Berî li Gulberojan”. Nivîskar Roza Metîna û Jiyar Jahan Fard antolojî amade kirine. Di antolojiyê de 139 helbest û 16 çîrokên nivîskarên girtî hene.
Di antolojiyê de wêneyên destnivîsên nivîskar û helbestvanên girtî jî cih kirine.
- Rabûna Berî li Gulberojan / Amadekar Roza Metîna, Jîyar Jahan Fard / Sîtav / 2023


