logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Çîroka hezar û yek şevê ya kurdan: Teyrê Elî

  • Dîrok: 04/06/2008

 

Di derdorên wêjeyî de peyveke bi vî rengî naskirî û belavbûyî heye: Sînema zaroka romanê ye. Heger wisa be, nexwe diya romanê jî çîrok e. Zêdeyî vê yekê, helbest, şano û hemû berhemên hunerî yên nivîsî û dîtbarî tev de zarokên çîrokê ne.  Devê hemûyan di çîçikên çîrokê de ne û her jê dimijin û ditamijin.
Dîsa nêrîn û baweriya giştî ev e ku jêdera çîroka cîhanê “çîrokên hezar û şevekê” ye ku ev çîrok cara pêşîn li ser erdnîgara Îrana kevin û Mezopotamyayê hatine gotin û li dinyayê belav bûne.
Heger mirov li pirsa çima ev çîrok wekî “çîrokên hezar û şevekê” hatine binavkirin bigere bersiv gelek hêsan û naskirî ye. Lê heger kesên ku nebihîstibin jî dikarin bersivê di çîroka yekem de bibînin.
Tê gotin ku wextekê li Îranê bi navê Şehriyar qralekî hebûye û ev qral her şevê keçeke ciwan û xweşik hildaye qesra xwe, piştî ku pê re piştperdeyî bûye ew kuştiye û dotira rojê, êvarê bi xulam û xizmetkaran keçeke dîtir daye anîn. Demekê wisa, her şev bi yekê re razaye û destê sibê ew kuştiye.
Rojekê, keçeke bi navê Şehrazat jê re anîne û derbasî odeya wî kirine. Qral wekî şevên borî bi keçikê re dixwe û vedixwe, pê re şadibe û dû re xincerê dide ser pêsîra wê. Lê berî ku qral wê bikuje ew ji qral daxwaz dike ku ew çîrokekê ji wê guhdar bike.
Şehrazat dest bi çîrokê dike û dibêje lê çîroka xwe naqedîne û wisa qral dihêle di mereqê de. Şeva dîtir wê çîrokê diqedîne û dest bi çîrokeke din dike. Bi vî awayî Şehrazat  hezar û yek şevî ji qral re çîrokan dibêje. Ji ber ku wextek gelek dirêj di navê re dibore û zarokên wê û qral ji hev du çêdibin qral nema wê dikuje û pê re dizewice.
Belê, ev e çîroka “çîrokên hezar û şevekê”. Lê çîrokeke dîtir jî heye û baş destnîşan dike ku her çiqas “çîrokên hezar û şevekê” bi “patenta” îraniyan belav bûbin jî di afirandina van çîrokan de bi qasî keda îraniyan û gelên dîtir ên herêmê keda kurdan jî heye û gengaz e ku “xwediyê” gelek ji van çîrokan kurd bin. Lewra, di nava kurdan de jî çîrokek wekî ya Şehrazatê heye ku bûye maka hemû çîrokên kurdan.
Ev “makeçîrok” jî wiha ye ku tê gotin wextekê, li Cizîra Botan xortekî bi navê Elî hebûye. Ev xort nû zewiciye û jina wî jineke gelek bedew û baqil bûye. Lê Elî bi xwe mirovekî xizan û bêkes bûye. Wî debara xwe bi parêzvaniya karwanên riyên dûr kiriye. Dema ku karwanên Cizîrê çûne welatên dûr ên wekî Misir û Hindistanê, xwediyên karwanan ji bo xwe ji keleş û heramiyan biparêzin ligel xwe xortên çeleng û jêhatî birine.
Çendek piştî zewaca wî serkarwanekî bangî Elî dike û jê dixwaze ku ew bi karwanê wî re biçe deverek pir dûr. Lê Elî dudilî dike û naxwaze biçe. Lewra pir ji jina xwe hez dike û dilê wî ber wî nade ku jineke ew qas delal û xweşik bi tena serê wê li dû xwe bihêle û biçe. Rastî ev e ku baweriya wî bi jinê nîn e; bi fikar e ku jinik bi dû hinan bikeve û biçe. Li hêlek din jî mecbûrî çûyînê ye çimkî ji bilî parêzvaniya karwanan tu karekî dîtir nekariye bike.
Elî soza çûyînê dide serkarwan û bi rûyekî ziwa û bi dilekî xemgîn tê malê da ku tevdîra rêwîtiyê bike. Li vegerê riya xwe bi bazara bajêr dixe. Dema ku di nava bazarê re dimeşe, dengê telalekî kal tê guhê wî û  diqîre: “Yê ku vî teyrî bistîne jî poşman e yê ku nestîne jî poşman e!”
Gava ku Elî serê xwe radike bi alî zilamê kal ve dinêre, bala xwe didiyê ku teyrekî pir xweşik û bêhempe li ser milê wî veniştî ye. Pê re dilê wî dikeve teyr û wî ji kalê dikire.
Rastî ev e ku Elî wî teyrî ji bo jina xwe distîne. Ji xwe re dibêje dema ku ez ne li mal im bila bibe sebra ber dilê wê.
Çîrok dirêj e. Elqise, Elî vedigere malê, teyr diyarî jine xwe dike, alavên xwe dide hev û xatir ji jinikê dixwaze. Lê berî ku bide riya derî vedigere ser jina xwe û bi lavekarî li nava çavên wê dinêre û wiha dibêje:
- Divê tu soz bidî min ku tu yê li benda min bî, heger ez wextek pir zêde ji dûriyê vegerim jî divê tu dernekevî nava bajêr û tu kesek te nebîne.
Jinik, “erê, soz” dibêje û Elî bi rê dike, jinik vedigere odeya xwe.
Di navê re çend roj û şev derbas dibin, bêhna xanima me teng dibe û her ku diçe soza ku dabû Elî ji bîr dike. Bi rûtirşî li nava çavên teyrê ku Elî jê re li ser dîwarê hember qefesek çêkiribû dinêre û teyr jî li nava çavên wê dinêre. Êvarekî, jinik boxçeya xwe dide hev û qesta çûyîna nava bajêr dike. Dema ku jinik derê odeyê vedike û lingekî xwe bi ser şêmûgê re diqelibîne alî derve teyr ji paş ve bang dikê:
- Tu yê biçî ku xanim?
Xanim bi tirs û şaşwaziyekê dizîve ser teyr. Pişt re têdigihêje ku ev teyrekî biz iman e. “Ezê biçim nava xasbaxçeyên bajêr û seyranê bikim û…” dibêje.
Teyrê xerîb peyvê ji gewriya xanimê hildide û naxwaze xanim zêde dirêj bike û wiha dibêjê:
- Tu diçe biçe, oxira te ya xêrê be, lê nebî tu mîna Têlîsiltana qîza mîrê Ereban bikî.
Xanim pê re dikeve mereqê û jê dipirse:
- Ma Têlîsiltana Qîza mîrê ereban çi kiriye?
Teyr lê vedigerîne:
- Heger tu dixwazî bizanibî ku wê çi kiriye divê tu werî li ser mînderê rûnê û qehweya xwe bidî ber xwe û ji dil li min guhdarî bikî. Piyek te li viyalî şêmûgê ye û yê din jî li wiyalî şêmûgê. Ka ezê çawa ji te re behsa çîroka Têlîsiltanê bikim!
Xanim vedigere. Fincana qehweyê dide ber xwe û li miqabilî teyr rûdine. Û teyr dest bi çîrokê dike. Heta ku çîroka wî xelas dibe sibe bi ser xanimê de tê û xanim ji bo çûyîna nava xasbaxçeyên bajêr dimîne li benda êvarê. Lê her ku xanim haziriya xwe dike ku derkeve devre teyrê me wê şîreta xwe dubare dike:
- Tu diçî biçe lê neke mîna Bedran û Huznîcanê. Tu diçî biçe lê neke mîna Xerîb û Şaxsenemê. Tu diçî biçe, lê neke mîna Ker û Kulik… Siyabend û Xecê… Dêwê Guhpalas… Mîrzamihemed… Xezal û Reşît Paşa…
Her carê ku wisa dibêje meraq bi jinikê dikeve û jinik tê li ber rûdine û guhdarî dike. Bi vî awayî, teyrê Elî çiqas çîrokên ku îro di nava kurdan de belav bûne hene tev de ji xanimê re dibêje bêyî ku bihêle ew derkeve û bi derekê de biçe; ta ku hezar û yek şevên wî diqedin û ta ku Elî vedigere mala xwe.


rarya-@hotmail.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Naxwim, venaxwim, ranazim

  • 08 Gulan 2007

Bikeve çepê min, ez xwe bispêrim gewdeyê te, rêyek bi ser baxçe ve difitile û ber bi çiyê ve diçe, min bi wê hêlê ve bibe. Wext esir bûya...

Leşkerên Zîvîn

  • 14 Sibat 2007

Ku roj nêzikî êvarê dibû kelecanek şêrîn xwe bera hinavên me dida. Ji bo xelaskirina kar em li ber derê gom û tewleyan bilez û bez dikakijîn; destên...

Dizê we ji malê ye!

  • 24 Gulan 2007

Hin nav û gotin û çîrok hene qet ji bîr nabin, hetan  ku hûn rihê şêrîn bi xwe re bigerînin ew wekî morîkên şîn di nava...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amediyekî 13 salî roman nivîsî û niha li Fûara Îzmîrê ye

ad

Wezîrî amerîkî, Mazlum Ebdî û wezîrê Sûrî li Almanyayê hatin ba hev

ad

Şaredariya Sûrê dersê dide xebatkarên xwe

ad

Li Amedê gotûbêj û roja îmzeyê

ad

Li Akademiya ku Oscaran belav dike piranî ket destê jinan

ad

Nivîskarên sînemayê fîlmên salê hilbijartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname