Ku roj nêzikî êvarê dibû kelecanek şêrîn xwe bera hinavên me dida. Ji bo xelaskirina kar em li ber derê gom û tewleyan bilez û bez dikakijîn; destên me li ber seqema êvarê bêhtir şixulkar dibûn, me zincîr û zurzeyên qeşagirtî bi ser tariş de pevdixistin û em ber bi deriyê malê ve pêsivik dibûn.
Me neqebê gav dikir, em dişûlikîn hundir û me derî ji paş ve dadida. Berfeke delal ji xwe re hûr hûr bi ser gund de dibarî û tariyeke gewr bi giranî li rûyê erdê vedinişt...
Ji bo çîrokan şevên dirêj û delal li benda me bûn. Lembe zû ditefiyan, dengê seyan wekî enstrumanek qewî herikbar ji dûr ve dihat guhên me... Wext bû; me yê lihêf bikişanda ser çavên xwe û me yê demê bi çîrokê bihingivanda...
Di wan şevên sar û dirêj de, tu cih ji nivînan bi ewletir, tu tişt ji kurepista di binê lihêfê de xweştir tunebû û tu tiştî tehma çîrokê nedida...Em zarok bûn û carna me dixwest em çîrokên di keysa xwe de kat bikin... Siyabend û Xecê, Bedran û Huznîcanê û Têlîsiltanê çîrokên bi keder bûn. Çîrokên gur û rovî û keftaran jî ji dubarebûnê em aciz kiribûn. Me Mîrza Mihemed li nav çol û çolistanan, li ser pişta hespê wî dihişt û em dizîvirin jiyana xwe ya rojane û me li dora xwe çîrokên nuh çêdikirin. Mijar gelek bûn û leheng jî zû peyda dibûn. Me zor û zerpek nedîtî li mejiyê xwe dikir û me xwe disipart xeyalan.
Pêşî birayê min ê piçûk dest pê kiribû. Kêfa me ji cînarê me, Fexo re nedihat, yekî sermezin û dilhişk bû. Kengê kêfa wî bixwesta dikaribû bela xwe di yekî bida û dilê xwe lê rihet bikira. Tu kesek ku bikaribe pê re bajo ser sedê tunebû. Carekê wî û zilamên gund şer kirin, komek mêr bi bêr û daran lê bûn yek, lê wî kir ku yê sax ew bû ku ji mala xwe nehatiye. Piştî şer, zêdeyî deh zilam diranşikestî û pozpelixandî bi ser jinên xwe de vegeriyan. Berî ku ew dar lê werbikin, Fexo mîna boxeyek çavsor dihurmijî ser wan û serê qerase hewalê dev û pozên wan dikir. Kesî nema bawer dikir ku serê wî bişkê. Me di nava xwe de digot: “Dibe ku bikope, lê tu car naşikê”. Gundiyan navê “serker” lê kiribûn...
Werhasil, birayê min şerefek mezin jê re bexişand û wekî leheng ew ji çîroka xwe ya yekem re hilbijart... “Salek qet baran nehat, erd hişk bû, kanî û newal tev de ziwa bûbûn. Mirov û tariş dikirin ku ji tîbûnê bibehejin... Gundiyan rahişt kûp û satilan û ji çemê Mûradê av kişandin...Lê wisa çênedibû, alavek mîna tankêr mezin lazim bû, gundiyan biryar dan ku wê serê Fexo bikin tankêr. Çend peya rabûn qapaxa serê wî birîn û bi ser cênîkê wî de daşilandin. Jixwe mejî di serî de tunebû, hinek kevir û dar û heriya navê jê paqijkirin. Lê siwar bûn û berê wî dan Çemê Mûradê. Fexo birin di çem de, li cîhek kûr qewimandin. Piştî ku ji qam de ket, qoqê vala yê qerase ji avê tije bû. Ji Fexo re gotin derkeve, Fexo derket, gotinê qapaxê bide ser û bimeşe wî qapax li ser ediland û meşiya. Fexo bûbû mîna dêwekî kedîkirî, xwediyan çi bigotanayê di cih de pêk dianî. Fexo bi gundiyan re ber bi malan ve giran giran berepêş dibû, erd di binê lingên wî de dihejiya. Ava ku Fexo anîbû ji bo heftê rojan qîma gundiyan dikir. Şahî ketibû nava malan; heftê roj û heftê şev şahî û dîlan li dar ket. Û çîroka min çû diyaran, rehme li dê bavê hazir û guhdaran...” Şevê çîrokek wisa û dû re xeyalên me ji sînorê gund borîn. Min artêşek leşker ji xwe re da hevdû û rojê pê diçûm herbekê. Di çîrokên me yên gelêrî de du dijminên mezin hebûn, yek jê hemû kesên ne bisulman (kafir) û yê din jî Şahê Ecem bû ku ji bavê berê de edûwê serê me bû. Serî pê re dernediket. Ew ê ku artêşa wî mîna mij û dûman radihişt ser gund û bajaran, ew ê ku hesin bi sarî badida... Min şevê artêşa xwe hildida û vedigirt ser bajarekî. Min neqeb li kelehan vedikir û min ew dixistin bin destê xwe. Welat nema ku min ala xwe lê bilind nekir. Nav û dengê min çû bi Çîn û maçînê ve derket. Dawiyê, min qasid şandin cem Şahê Ecem û min doza şerê giran lê kir. Ji destpêkirina şer du roj û du şev bi şûn de tiştê ku min didît ev bû: artêşa min belek bûbû û rev bi leşkerên min ketibû.
Ez çi serê we biêşînim, Şahê xedar keysa şer ji min vedizîbû û leşkerên min tevde şikestibûn. Ez mabûm û leşkerekî ma bû. Ev leşkerek zîvîn bû, loma jî şûr û riman lê hikum nekiribûn. Bişkokek bi qasî moriyek piçûk di pişta guhê wî de peyda dibû. Gava ku min pê lê dikir leşkerê min piçûçik dibû, bejna wî dibû bi qasî ya guleyek demançeyekê û min ew dixist berîka xwe. Heta wextekê ew bi tenê bû. Piştre min pê li bişkokê dikir, leşkerê min ji hevdû vediçixî û bi hezaran leşker jê derdiketin. Bi hezaran leşkerên zîvîn ên hûrik û xweşik. Li hember min rêz dibûn û li benda fermanên min disekinîn. Piştî ku karê wan diqediya, dîsa tevde diketin nava gewdeyê leşkerekî û min digirt û bera berîka xwe dida. Kêfa zarokan pir ji vê çîrokê re hatibû. Hingî ku min li ser vî leşkerê xwe çîrok û serencam vedigotin, hema bigire di wê baweriyê de bûn ku ez bi rastî jî xwedî leşkerek bi vî rengî me. Gava ku dixwestin ku wî bibînin, min rê didan ber û min digot rojek din.
Di wan rojan de bavê min ji hecê vegeriyabû û ji bo me hinek pêlîstokên xerîb anîbûn. Lê piştî ku çavê min li kêra di berîka wî de ketibû min pêlîstok mêlîstok tev de ji bîrkiribûn. Leşkerê min ê zîvîn li ser destikê wê kêrê bû. Destikê ji camê ji herdu hêlan ve hatibû verojtin û du peykerokên zîvîn ên piçûcik di navê de hatibûn bi cihkirin. Li hêlekê şêrekî, li hêla din jî leşkerekî... Min wext di ser re derbas nekir; hema min destik şikand û leşker jê derxist. Vê carê bi rastî di berîka min de leşkerekî zîvîn hebû. Ez ji malê derketim û beziyam nava zarokan û min leşker pêş wan kir... Devê wan mabû vekirî. Lehengê çîrokên min di nava destê min de, li ber çavên wan diçirûsî. Ji wê rojê bi şûn de min çîrokên hê jidil ji wan re vedigotin. Misqalek şik di dilê wan de nemabû...
Hêz û efsûnkariyek nedîtî di nava leşkerê min de veşartîbû. Yek dibû didu, didu dibûn sed û sed dibûn hezar. Pêdiviya min bi çi alavî hebûna wan pê re ew saz dikirin; dibûn zincîr, dibûn kund, dibûn erebok, dibûn pêpelûk ez pê hildikişiyam ser ezmanan, li ser Çemê Mûradê dibûn pir û ez derbas dikirim. Kin dibûn, dirêj dibûn, radikişiyan û bi yek fermanî re tev de diketin zikê yekî û ew yek jî xwe bera nava destê min dida.
Rojekê leşkerê min ê delal ji destê min filitî ket nava kayê. Ez bi rojan lê geriyam, lê min ew nedît. Vê carê bi rastî jî min artêş ji dest dabû. Min kir û nekir ji bîra min nediçû. Hê jî di bîra min de ye. Hê jî ku ez dikevim tengasiyekê leşkerên min têne bîra min û dilê min bi kurepistî hawara xwe digihîne wan. Carna ku çavên min girtî bin ew tên. Li dû min bi hezaran bi milyonan rêz dibin, em dikan û markêtan dişêlînin û pê sêwiyan têr dikin. Em dîwarên zindanan diqelêşin û girtiyan derdikin. Em cîhanek nuh û xweşik ava dikin û ez jî dibim yek ji wan.


