Weneyê roja sisêyê:
Bi vepexirandina bîra bîranînan qet nebe pêlekê di qul û qawêrên zarokatiya bêxem û bêgem de me da lotik û çirewîtkan û pişt re bêdil, jovan jovan em vegeriyan gavê; nihaya tahl-tahlîşk!
Bi rûberûbûna bi kêliyê re, mîna ku em bibêjin ma çi ji destê me tê, wekî du neçarên piştxuz, û tiştek di destên wan de neyê, me her duyan li hev nêrî. Awirên şikestî bi serên me re ketin nava teşkên me û me xwe tibabekî sipart dîwarê bêdengiya ker û lal!
Pişkîna ji nişkê de û mîna kuxikê li ser hev, kir ku Heseno diranên xwe yên li pişt lêvên xwe yên reş ê ji tîrêjên roja havînî qelişî qîç bike û bibêje:
- ‘Ez ê rabim… melayê esir bang dide!’
- Esir mesir…vê germê hûn ê çawa bihingivin hesin, malxerab? Niha her bist bûye mîna ku tu ji kureyê derbixî!
- …………….
Ev kur ji roja ku ji mektebê ciz bû, geh li ber destê xerat, geh li ber yê hedad dişixule.
Ne ji lêdana wî mamosteyê tirk bûya û em ên di polê de mîna bi qirdikekî bikenin pê nekeniyana û lêdana xwarî me nekiriba seravde, Heseno dê dev ji dibistanê berdaya? Bi çavekî mişt û kulmên hişk-şidandî di derî re derket û nema deriyê dibistanê dît!
Mîna wê rojê, niha jî berê xwe bi wir ve dike; ne guh dide min, ne jî gotinên min dibihîze. Jixwe ji berê de ev-serhişkek e! Lê li tevî vê serhişkiyê jî Heseno hevalê min ê roja teng e. Du roj in nabêje dûr e, germ e… di qiçîna navrojê de ji wî serê Nisêbînê, ji Stasyonê dide rê, ji sûk û bûkan îxbarên navçeyê dide hev û tê hinda min.
Niha rabûye pêyan!
Ez jê re dibêjim ma tu hatibû agirekî law?
Deng nabe xwe. Bi rabûnê re bêhna hesin û zingara ku li dest û kincên Heseno vedaye li tevî dûyê çixareyê dibe. Bêhna hesin çendî tûj e! Baş e ku pantorê xwe ji yê tamîrciyekî jî bêhtir lewitî, bi rabûnê re danaweşîne. Lê peyva xwe ya dawî li der dibêje û diçe:
- Ez ê ne pakêteke boçsor, Bafra’yekê ji te re bînim!
Piştî çûyînê, di odeya ku her çar dîwarên wê li min têne hev tik û tenê dimînim bi tirsên xwe re.
Niha margeztiyê ji werîs tirsyayî me. Li ku binêrim, dibe polîs, dibe sawcî, dibe heps…Tirs dike ku di cihê xwe de xwe bikim pîj û vezilînim. Destên min bêhemd di nava teşkên min de digihin hev. Pê re xwe bi ser hev de diqurnisînim. Qapaxên çavên min giran bûne, lê mîna ku nexwazin werin girtin, piştî her hingaftinê dîsa her yek vedikişe cihê xwe. Awirên xwe ber didim beştên ji ber dixan û dûmanê zerirî: yek du sê…bi dû re mirdiyaqan dihejmêrim…
Sûretê Birahîmo û Şikro bi dîwêra quble ve ne. Di qewlikê bi nexşên spehî de Qurana pîroz…Sûretekî Birahîmo yê ku li eskeriyê kişandiye: Di milê wî yê çepê de saetek. Ji hemû weslên xwe mîna ku bixwaze saetê şanî mirov bide, di sûret de xwe bitelekî kiriye. Lêvên wî ji yên artîstekê sortir, qurmiz qurmizî ne. Kincên leşkeriyê, yên kesk ê keskîn, nû, şikîşahîk, ûtîkirî…Birahîmo mîna ku tinazê xwe bi min bike di ser milê xwe re bi stûyekî xwar û awirine xar xar dimêzîne. Serpêhatiyên leşkeriyê yên Şêxmûskê Qorê tînim bîra xwe. Her çi bi bîr tînim, nikare tirsa di hinavên min de bitirsîne. Dilê min niha mîna tu li defa si’orê bidî wisa dike gurme gurm! Hêviya min Xwedê ye, hatina Qirdo ye. Ku bê û biçe cem sawcî û bêyî ku têkevim nava destên van qewadan, min rasterast derxînin mahkemeyê… û dadger jî min rêke hepsê…lo piştî wê, bila benê şenqa min bidin ber şimayê!
Bi teqteqa ku ji deriyê depî tê, vediciniqim.
Reş ketiye erdê, wextê şîvê ye.
***
Nivîsên din ên bi vê nivîsê ve girêdayî:
- Wêneyê roja ewil
- Wêneyê roja duyem:


