Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo azadiya Ocalan hatiye destpêkirin, îmze avêt.
Kampanya îmzeyan ya li Iraq û başûrê Kurdistanê bi şîara komkirina ‘mîlyonek îmze’ ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî hatiye destpêkirin, îro (15.05.2013) Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya Encûmena Wezîran jî tevlî bû û îmze ji bo azadiya Ocalan avêt.
Endamê komîteya kampanyayê Elî Mehmûd ji bo Rûdawê axivî û diyar kir ku, wan ji bo piştgirîdayîna kampanya îmzeyan serî li serokatiya encûmena wezîran daye û ji aliyê Serokê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê ve hatine pêşwazî kirin.
Mehmûd anî ziman ku, piştî pêşwazîkirinê Serokwezîrê Hikumeta Federal ya Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgirî da kampanyayê û ji bo azadiya Ocalan îmze avêt.


