Sîdar Jîr
Bi hesreta kila ku di çavên keçên te de zuha bûye te hembêz dikim. Nizanim ez ê bi kîjan nav û nasnavî navê te hildim. Lê belê vê yekê baş dizanim ku hemû nav û nasnavên te bi kul in, bîrîn in, qîrîn in… zêmareke piştî ewrekî fetisokî û cûnik e. Erê qîza di destên ereban de ber jiberçûyî ye… Wekî niha tê bîra min; gava xwişk û birayên min li stargehên ser sînga te zingilzava ji bo ciwaniya xwe çêdikirin… Lê yek jî ji wan bi miradê xwe şa nebûbû. Hemû ji bo guliyên te bûbûn gorî… Yek bi yek, hezar bi hezar, heta pênc hezaran!.. Nizanim ew lêvên keç û xortên te yên ji wê bêhna fetisokî hişkolekî bûbûn bi giyan bûne yan na? Nizanim kilên di çavên keçên te de dîsa diherikin Mezopotamyayê, nizanim kulîlkên wan zingilzavayên ku yarên wan ên qederqemer bi hêvî ji bo wan guliyên wan ên li qirikê geriyayî dihûnan ji nû ve şîn tên an na? Nizanim azadiya te êşa di dilê te de aş kir an na? Belê, dibêjin Helebçe azad bûye. Hê jî bawer nakim. Bi tirs im. Dibêjin Helebçe xwe ji nû ve dixemilîne, rast e gelo? Gelo ev hêviyeke yan rastiyek e goristana pênc hezar batînokan? Zarok bûm, digotin Helebçe bûye cangoriya welat tevli zarokên xwe. Êdî ji bilî mirinê tu nasnav nedihat ber navê te yê ricifokî. Helebçe! Ka ji kerema xwe re bipeyive lê!..
Ka ji min re qala çavên xwe bike, qala hevtemenên min bike, qala kilên di çavên banûyên te de hişk bûye bike. Qal bike û bila biskên banûyên gulî li qirikê geriyayî rûyê min mist bidin da ku ez bawer bikim ku tu azad bûyî, da ku tirsa di dilê min de pûç derkeve. Erê Helebçeyê! De ka bibêje, gelo bilbizêq dîsa şîn hatine li gerdena te? Dîsa bêhna endilko tê ji gerdena keçên te yên ku stûxwar mabûn? Bibêje Helebçeyê bibêje… Bibêje û bililîne strana azadiyê. Bila darbestên zarokên te yên ku li Amedê, Qamişloyê, li Mehabadê bi kulîlkan dihatin xemilandin jî bibihîzin Helebçeeee!.. Tu dizanî, gava agir li wir dibariya, tiştê herî xerab hatibû serê xwişk birayên te yên li jor û li jêr hemû dîl bûn di destên maran de… Devê wan maran li kevirên reş bikeve! Tu dizanî çiqas zor e ku mirov ji bo te tenê bikaribe bigirî. Girî jî di qirika mirov de dibû wekî kilora maran. Mirov nikaribû biliviya… Gelo li Santiagoyê haya tu kesî ji pênc hezar batînokan çêbû, yan jî li warê dadgêran li Berlînê? Na Helebçe na, dizanim ku tu yê bibêjî NA.
Nizanim te bihîst Helebçe? Hijdeh sal şûnde li jorê dilê min jî bi dehan cangorî hebûn di meha Adarê de. Hîna sê-şeş-heşt salî bûn Helebçeyêêêê!.. Mîna wan pitokên ku devê wan di pêsîra dayika wan de û li ser sînga te hişk bûbûn. Darbestên wan jî bi kulîlkan hatin xemilandin û çûn cem berxikên ku ji ber te çûbûn. Ew jî mîna pênchezaran bêsewt û bêxweda û bêxwedîbûn! Belê, Helebçeyê belê… Nizanim piştî ku tu xwîn giriyayî te çavên xwe bi xwînê kil kirî gelo, serê biskên te yên ku te bi ser pênchezaran de kur kiribû gihîştiye ser sînga te dîsa?.. Nizanim çima dipirsim, lêbelê dizanim ku keçên kurd di hijdehsaliya xwe de agir bi dilê evîndarên xwe dixin Helebçeyê. Bi hesreta kilên di çavên keçên te de zuha bûne têm çavên te yarê.
*16.03.2006 – AMED
Ji Azadiya Welat hatiye girtin