Diyarname
Di Kûpaya Zîraat a Tirkiyeyê de îro tîma Beşîktaşê li mala xwe Darica Gençlerbirligi kir mêvanê xwe. Di maçê de Beşîktaş bi golên Andreas Back (deq 20), Ricardo Quaresma (dq 33) û Aras Ozbiliz (dq 70) bi 3-0 bi ser ket. Bi vê encamê Beşîktaşê di Koma D de yekemîniya xwe pesend kir. Di Koma C de jî Fenerbahçeyê duh serketina xwe diyar kiribû û wekî duyemînê komê ji komê derketibû. Piştî vê rêzkirinê Beşîktaş û Fenerbahçe di nav 16 tîmên ji koman derdikevin de bûn reqîbên hev.