Diyarname
Madonna vê carê li ser zarokên malawiyan kişand. Li Malawî her sal bê hejmar zarok ji ber AIDS'ê dimirin.
Belgefîlmê bi navê "I Am Because We Are" (Ez im ji ber ku em in) bi productoniya hunermenda navdar Madonna hate kişandin. Madonna ku digel navdariya xwe li dinyayê di hin warên têkilî bi mirovahiyê re de jî xwedî nêzîktêdayîneke mirovî ye, vê carê li ser zarokên li Malawî belgefîlmekî kişand.
Ew dixwaze bi vî belgefîlmî 'dengên wan ê ku nayê bihîstin' pêşkê bike. Li Malawî her sal bê hejmar zarok bi nexweşiya AIDS'ê dikevin û belgefilmî jî qala mîlyonekî zarokên malawî ku di bin zehmetiyê de ne dike. Li ser belgefîlm Madonna wisa dibêje, "Ev, ji ber ku li ser zarokan e ji bo min gelek girîng e"
Belgefîlmê ku derhêneriya wî Nathan Rissman kiriye di 23'yê vê mehê li Festîvala Fîlman a Tribeca li New Yorkê hate nîşandayîn.
Foto: Peter Kramer / AP


