logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Belê ezbenî, te ricaya min bi cih aniye, lê…

  • Dîrok: 13/12/2008

 

Ji ber bêfersendiyê min duh nivîsa cenabê te xwend!
Ya rast, ez pê êşiyam ku te nivîs giş wekî bersivdayîna li enameya xwe dîtiye û vê hizrê jî kiriye ku tu bifûrî!
Xwezî te bersivnivîsa xwe, li gorî pişka bi pahra te ketî nivîsandibûya.
Lewre, heta vê hevokê jî cenabê te di wê nivîsê de nîn e:

‘………………..
Kekê dil, ezbeniyo, bawer bike dizanim ku Huseyîn Çelebî ji malbatek Dêrsimî ye, li Almanyayê ji dayika xwe bûye, mimkûn e ku bi kurdî nizanibe… û pê dizanim; piştî ku ji hepsê hatiye berdan li tevî PKK’ê bûye û di sala 1992’yan de di şerê birakujiyê de li Başûr bi destê birayekî xwe hatiye kuştin…
Kî nizanibe tu nêzedostê min dizanî ku ez ne layangirê peydakirina kêşe û arîşeyan im…û di heman demê de hevalbendê kûrkirin û gurkirina nakokî û newekheviyan...

Hinek ‘cenab’- ku tu ne ji wan î; ji ber ku tu ya xwe rasterast dibêjî û dinivîsî-nakokiyên di navbera hêzên siyasî de dikarin bikin/dikin ‘pêxwarina’ xwe.
Lê… ez?
Lê tu?

Erê, gotine, ‘kesek nabêje mastê min tirş e’
Bawer bike ku tirş be, ezê bibêjim tirş e.
Û di wê nivîsa ku kiriye dilê te ji min bimîne de, ne wesfê kesekî/kesinan;
yê liv û lebateke edebî heye.

Û tikayek:
Ji kerema xwe careke din li wê nivîsê vegere.’

Belê ezbenî…pahra te ya di nivîsa min de ev hevok û bendên li jor in!
Lê te çi kiriye?
Te bi hêrs û bi kerbeke nedîtî rahiştiye pênûsê û heta niquta hibrê ya dawî, pend û şîretên ku ‘min got’ê dest pê dikin û bi gotinên dilsotîner diqedin, dawî li nivîsa xwe anî ye!
Ji ber ku te anî ye ser xwe, te li xwe qewimandiye û milê xwe pê giran kiriye ez ê hew du waran ronî bikim:

Yek, wekî ku cenabê te jî dizane; li Bakur û li Başûr; li Ewropaya ku gelek cenaban û alîkereman  konên mîrnişîniya mişextiyê lê vegirtine şevên edebî, kor û semîner, şahî û rojên yadikirinê, festîval û rojên helbestxwendinê; û her wiha pêşbaziyên helbest û çîrokan; çi yek zimanî çi pirzimanî pêk tên…
Yek ji wan liv û tevgeran jî ne ji hêla kes û komên serbixwe; ji layê sazî, dezgeh û komeleyên nêzî bîrdozekê têne li dar xistin.
YXK jî yek wan saziyan e, ku li mişextiyê ji hêla ciwanên kurd ên nêzî tevgera PKK’ê hatiye damezrandin û her sal li jêr navê Huseyîn Çelebî pêşbaziyekê organize dike.
Cenabê te dibêje, “Min got belkî tu bikî guhar û têxî guhê xwe ko ji tu şan û şohretê re nemizicî û bi pênûsa xwe bibî lehengekî ji marîfeteke dîroka hemdemî, li beza wêjeya vî erdî; lê hew min dît ko tu li ser kursiya ‘heq û edaletê’ rûniştiyî û ji xêra xwe re hildibijêrî helbestvanên ji ‘kelama mewzûn li banê gerdûn’ê…”
Ezbeniyo, guhê min ne yê guhara ye û min nedaye du navdariyê, qapanî û quretiyê…
Yên ku li ser nevê pêşdebirina ziman û wêje û çanda wî qewmê xwelîser li hundir li der li text û tacan, li qesr û qonaxan, li mal û mewdan digerin dikarin qure bin, mizir mizir bimizicin..
Kursiya ku tu dibêjî, ‘kursiya heq û edaletê’ - em bibêjin dîwan-  ji ber ku ne ji min bi tenê, ji sê kesan pêk tê; ‘ji xêra xwe re min kesek nekiriye ‘ala kelama mewzûn li banê gerdûn’!

Û…û ji kerema, destê xwe deyne ser çiçika xwe ya çepê û nivîsa min û ya xwe li ber xwe bike diraxe, û baş bieyşêne ka kîjan nivîs mişt pend û şîret û qewitî ne, û kijan jê raste rast xitabî takekesî ne!

Ez çi bibêjim.
Bibêjim dilê min ji te nema, ez ê virkerê li xwe û li te bim!
Bibêjim ma, dê dilmayê di dilê te bim!

Belê ezbenî, te riceya min aniye cih, lê…ya te kirî, ev gotina pêşiyan e:
Ji bo kêçekê agir berda lihêfekê!

13/12/08, Amed

arjenari99@yahoo.com

 

Nivîsên bi vê nivîsê ve eleqedar:
- YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî

- Gilî û gazinc, derbend û sinc

Hin Nivîsen Nivîskar

Sala nû

  • 04 Rêbendan 2010

nîvê şevê saet duwazde, şevek j’ şevên zivistanêsalek nû tê ber bi me de, salek nû tê Kurdistanêbo sala nû me neqişand darek çaman...

Gur û zarokên heft salî

  • 14 Sibat 2009

Wekî gotina ‘geya di binê tehtan de namîne’; roj hat em zarokên di pêçek û dergûşên textînî de têrşîr û rebît, ewil...

Ji kişweran payîz e niha!*

  • 02 Rêbendan 2009

 bo wê yekê…sal him bi him zeman pîr dikin.heyv li  kevan e geh, geh roj li avabi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewadem kal, ez pîrekal, zeman...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Peymana petrolê ya ligel HSD'ê re rewş guhart

ad

Derhênera kurd li Locarnoyê xelata taybet a juriyê girt

ad

Li Çemê Dîcleyê çima masî telef dibin?

ad

Twitter: Şîfrey xo bibedelnê

ad

Deqe bi deqe encam (ev nûçe her tê nûkirin)

ad

Di 'Hunera Peyvê' de rola kovar û çapemenî hat nîqaşkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname