Dawiya vê mehê li bajarê Dihokê dê bi pişkdarî û mêhvandariya vekoler û nivîserên kurd ji Amed, Bazîd, Mehabad, Xorasan, Qamişlo, Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê û nivîserên kurd û kurdnas ji welatên Rusya, Fransa, Awistirya û Almanyayê “Festîvala Ronakbîr û Zanayê Mezinê Kurd: Mela Mehmûdê Bayezîdî” bê pêkanîn.
Rêvebirê giştî yê kulturî û hunerî li Dihokê yê bi wekalet Adil Hesen ji Rojnameya Evro-yê re ragihand ku ew xwe ji bo girêdana festîvaleke seranserî bo nivîser û wergêr û etnografê kurdê mezin Mela Mehmûdê Bayezîdî amade dikin.
Adil Hesen ragihand ku ji bo vê çendê jî çendîn têkilî digel nivîserên kurd ên ku di heqê Bayezîdî de şareze ne li hundir û derveyî Kurdistanê, hatiye danîn ku ev festîval bi baştirîn şêwe bi rê ve biçe û karekî baş ji bo Bayezîdî bê kirin.
Festîval ku dê li dawiya meha dehê li bajarê Dihokê bê girêdan, li gor axaftina Adil Hesen dê bi pişkdarî û mêhvandariya vekoler û nivîserên kurd ji Amed, Bazîd, Mehabad, Xorasan, Qamişlo, Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê û nivîserên kurd û kurdnas ji welatên Rusya, Fransa, Awistirya û Almanyayê bê girêdan.
Her wiha hewl tê dayîn ku peykereke hêja ji bo Bayezîdî bê çêkirin û li roja festîvalê bê vekirin.
Ji PUKmedia hatiye girtin