Cizîrîbûn van rojan nasnameyeke bi kul û êş e. Ev bajarê ku nasnameya wê herdem mirov serfiraz dike ber çavên mirov gav bi gav tê ruxandin. Mirov di halê xwe de difetise…
Ya bi serê Sûrê tê, ya bi serê Silopî tê, ji ya bi serê Cizîrê tê ne kêmtir e. Lê ger mirov xwediyê nasnameya wî bajarî be rewş tê guhertin. Bi dîtina dîmenê bomberana bajarekî yekem car e rondik tênê xwarê. Hewan û gule li xaniyan dikevin. Tu nizanî di wan xaniyan de mirov dijîn yan na lê hesta ew hewan ne li xaniyan lê li te dikevin mirov perîşan dike. Ev bi rojan e ez wê hestê dijîm. Trajediya mirov, heval û hogirên min li nava Cizîrê dijîn wekî ku ne bes be, di ser de dîtina herifandina bajêr…
Li Cizîrê bi kê re diaxivim bi gazind e. Ew ji herkesî bêtir dijminê xwe nas dikin. Bêwijdaniya dagirkeriyê ji xwe ji berê ve dijîn. Lê ji kurdan bi gazind in. Ji Kurdistanê bi gazind in. Dibêjin heta roja îro em ji bo herkesî rabûne ser piyan lê em niha bi tenê hatine hiştin…
Ew ne behsa rabûneke ser piyan û gazindeke ji rêzê dikin. Bi dengekî melûl jî be gazinda xwe ji kes û axa ku heta niha bajarê wan xizmeta wan kiriye dikin.
Mafdar in, çi bêjin mafdar in… Cizîr, mîrgeha Bedirxan e. Dibistana Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e. Warê Mele Ehmed e. Kesera ber dilê Celadet û Kamûran e. Dibe haya gelek bajarên kurdan ji hebûna kesekî bi navê Mele Mistefa Barzanî nebû. Lê Cizîrê dema wefata Mele Mistefa rêûresma cenazeyê wî ya xiyabî çêkir. Cizîr sembol e, sembola kurdayetiyê ye. Cihê mam Şeref e. Mala parêzerê serînetewandî, Orhanê Xelîlî ye. Keça kurd a êzdî Bêrîvan di pêsîra xwe de veşartiye û cihê wê di nava bajariyên xwe yên herî bi qîmet de veqetandiye. Xwediya mîrateya Mazlûm û Egîd e…
Îro Cizîr ne tenê bi dûmana çekan nefesê zehmet dikişîne. Lê ji birayên xwe yên bi wê bûne xwedî wêjeya klasîk, bûne xwedî alfabeya latînî, bûne xwedî rêziman û bûne xwedî hişmendiya kurdayetî gazindan dike. Ya wê aciz dike û ji taqet dixe ev e. Dibêje dijmin e, bêminetî ye. Lê derdê vî miletî û vî welatî çi ye ku ewqas pişta xwe dane me…
Erê, diibêjin “Cizîr li herkesî xwedî derket lê kes li Cizîrê xwedî dernakeve.” Lê bi şermokî dibêjin… Peyva “gelo” pêvedikin û dibêjin “gelo çima Cizîr li herkesî xwedî derket û kes li wê xwedî dernakeve…” Bi peyva “gelo” ji xwe re li sedemên muhtemel digerin…
Ez bi xwe bersivê nizanim. Naxwazim bizanibim jî. Hercar dema ji min tê pirsîn jî ez bersivê diqurmiçînim. Ma ez ê çi bêjim… Nizanim çima Cizîra min, nizanim. Lê tenê dizanim em jî bi te re herifîn. Bi te re fetisîn…
Ezîz a ber dilê me, mala bavê me, cihê serfiraziya me… Nizanim, ez jî nizanim. Dîtina te ya di vî halî de ya ji dûr ve em duqetir fetisandin. Eger em hê jî nefesekî distînin, ew jî ji ber hêviya em rojekî dîsa te hembêz bikin...
Bibore Cizîra min, li min, li me, bibore… Serfiraziya te ma ji te re. Gazinda te, ew jî bila dilê te bi te bişewitîne û hew... Nizanim gelo ev roj wê biçin û derbas bibin lê em jî bi te re birîndar ketin. Jî aliyekî ve birîndariya bedenê, birîndariya derûniyê û ji aliyê din ve birîndariyê bêpiştiyê…


