Diyarname
Yek hunermenda navdar a a operayê Leyla Gencer li Milanoyê li mala xwe mir.
Leyla Gencer di sala 1928’an de li Stenbolê hatiye dinê, di Konservatuara Şaredariya Stenbolê de dest bi perwerdehiya şanê kir û dûre bi soprano Giannina Arangi-Lombardi û Apollo Granforte yên îtalî re berdewam kir.
Wê di sala 1950’î de li Operaya Dewleta ya Enqereyê de bir ola Santuzza ya di Cavalleria Rusticana ya Mascagni de rol girt. Ew li Napoli, Milano derket ser dikê, di sehneya “La Diva Turca” de jêre li çepikan dan û heta salên 1980’yî ku dev ji sehneyan berda bi dengê xwe hunera xwe pêşkêş kir.
Wê digel xelata “Hunermenda Dewletê”, di sala 2007’an de jî li Îtalyayê Xelata Caruso girt.
Leyla Gencer yek ji navdartirîn operet bû li Mîlanoyê di Operaya La Scala de rêveberî dikir.
Gencer 10’ê mehê li mala xwe ji ber têrnekirina nefes û dil jiyana xwe ji dest da. Di 12’yê gulanê li Operaya La Scala a Mîlanoyê li Dêra Santa Babila merasimeke ji bo wê bê lidar xistin û dêre li ser wesiyeta wê dê cenazeya wê bibin krematoryumê û li wir bişewitînin. Paşê dê xweliya wê bînin Stenbolê û dîsa li ser wesiyeta w êli Ortakoyê bi ser behra Bogazê de birijînin.
Li ser wefata Leyla Gencer Weqfa Çandû Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) diyar kir ku di navenda ku ew nû vedikin de dê “Muzeya Leyla Gencer” saz bikin.