ENQERE
Cîgirê Serokê Koma BDP’ê, mebûsê Batmanê Bengî Yildiz û mebûsê Culemêrgê Hamit Geylanî wê beşdarî Kongereya Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bibin. Mebûs 10'ê mehê wê biçin Hewlêrê û roja 11'yê mehê wê beşdarî 13'emîn Kongreya PDK'ê bibin.
Yildiz û Geylanî piştî beşdariya kongreyê wê herin serdana xebatên ji bo vekirina nûneriya BDP'ê ya Hewlêrê jî. Hêvî ew e ku BDP dawiya vê mehê nûneriya xwe ya Hewlêrê veke. Hate gotin ku di vekirina nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê de dê hevserokên BDP'ê jî amade bin.