Aştî...
Pêjna wê jî, navê jî, bêhna wê jî xweş e. Eynî mîna sifreyeke raxistî, bi hemû cureyên xwarin û vexwarinê xemilandî xweş. Xweş e; wekî hembêzkirina dayikê, germ e; mîna pêsîra dayika şîrîn.
Piştî şerê bi deh salan, piştî wêrankarî û hilweşandina welatekî, li pey sotina dilê bi mîlyonan mirovî; xewn û xeyala dîmena ku dest dirêjî hev bibin, ew kêliya ku dê reşika çavên bendewar bikenin jî têra xwe xweş e.
Ji ber vê ye ku pîroz e jî aştî û teqez e, dawiya her şerî ye, çi rojek, çi sed salek bi şûn de be jî. Çawa ku tê gotin, her mirin zû ye, wisa her aştî jî virnî ye. Şeva tarî be heke şer, aştî jî rojhilat e, ronahî ye. Heke sir û seqema çileya çil be şer, bihar e, çardehê nîsanê ye aştî.
Lê ku mijar aştiya kurdan be, azadiya welatê wan Kurdistan be ango, di nîvê erdnîgariyeke mîna Rojhilata Navîn be û ku neyarên kurdan jî dagirkerên hezar salan ên bêbext û xwediyê feraseta hovane bin, lehiyek şik tê nav mêjiyan, çiyayek tirs dikeve dilan. Dîrok, seranser zindî dibe di bîra kûr û dûr de, ne yek û ne dido, bi sedan, bi hezaran lîstikên roviyên xapînok, gurên har, yek bi yek di ber çavan re derbas dibin.
Di Newroza sala du hezar û sêzdehan de, qada ku berî bi salekê bi vîna birik a gelê kurd hatibû wergirtin bûbû deryaya mirovan. Gava mizgîniya ku ji pişt deşt û çiya, derya û newalan hat gihîşt nav wê lehiya ku bi evîndariya aştiyê dîn û har e, ji qorziyekê Şêx Mehmûdê Berzencî, ligel Simko li hespên xwe siwar bûn û diqêriyan, li anîşkeke dî Şêx Seîdê kal, ligel Seyid Riza diponijîn bi poşmanî, ji quncikeke dî Doktor Evdirehmen Qasimlo, ligel Şerefkendî laşê xwe dixwarin, Qazî Mihemed bi yek livê ji Meydana Çarçira xwe qevaztibû Qada Newrozê, li Bajarê Amedê, yek bi yek li nîvê çavên vê girseyê dinihêrî.. Û ji zindana Amedê, agir û pêt bûn awirên Mazlum Dogan, ji ser bircan tilîîî dikişandin Zekiya Alkan. Û bi hezaran lehengên bênav, mirovên pak û rind, ji bin lat û zinaran, ji nav gelî û zozanan, ji serê çiyayan; berê xwe dabûn vê lehiyê û zîq bûn têrêjên ji çavên wan dirêj dibûn.
Pênûsên wan di destên wan de, ziwa bûbû di devan de ZIMAN, xemgîn bûn tev; O. Sebrî, Q. Can, N.Zaza, Cegerxwîn, Kamûran û C.E. Bedirxan.
Mîna okestrayekê, her yek ji hêlekê ve, her yek bi cureyekî, diramiyan, digotin;
Gidî heyran, gidî bi qurban, bext bi romê re nîn e, dilo yeman.


