Bi "First Man"ê dest pê kir
Diyarname
Yek ji festîvalên herî kevn a dinyayê, Festîvala Fîlman a Venedîkê duh êvarê bi nîþandayîna fîlmê "First Man" dest pê kir.
Fîlmê derhêner Damien Chazelle "First Man" (Mirovê Yekem) li ser astronot Neil Armstrong fîlmê xwe saz kiriye. Arsmtrong wekî yekem kesê çûbû hîvê di nav dîroka dinyayê de cih girtiye. Lîstikvan Ryan Gosling rola Armstrong girtiye ser milên xwe.
Derhêner Damien Chazelle berî vî fîlmî bi fîlmê xwe "La La Land" xelata Oscarê girtibû.
Di festîvalê de First Man jî di nav de 21 fîlm di pêþbaziyê de dikevin dû xelata mezin Þêrê Zêrîn.
Festîvala Venedîkê 8'ê rezberê bi merasima xelatdayînê dê bi dawî bibe.
***
Nûçeya Eleqedar: