HENÎFE HISÊN
Têkoşîna me ji bo azadiyê û demokrasiyê ye.
Ji bo avakirina jiyana azad û rizgariya demokratîk e.
Ji bo avakirina civakeke polîtîk û exlaqî ye.
Ji bo neteweya demokratîk e ku hemû pêkhate, bawerî û beşên civakê li hemberî qanûnan wekhev in û dîsa gihîştina hev a hemwelatiyên azad e.
Ji bo welatê hevbeş e.
Ji bo komara demokratîk û federal e.
Ji bo çareseriya qanûnî ya demokratîk e.
Yanî armanca me pirr mezin e. Ne li ser hîmê etnîk e, berovajî wê li ser hîmê erdîngariyê ye.
Tu armanca me ya ku em Sûriyê parçe bikin û bikin dijminê xwe nîn e, berovajî wê em dibêjin, Sûriye welatê me hemûyan e ku em tê de azad bijîn. Ger em ê li Sûriyê azad nejîn û xwe bi rê ve nebin, tu wateya cudabûnê jî nîn e.
Jixwe, dîrokê jî îspat kiriye ku netewe dewletan wexta xweqedandiye û êdî dirûxin. Ji nû ve sazkirina avahiyeke pergalî a li ser hîmê etnîkî, bê wate ye. Jixwe modeleke alternatîf jî di milê zanista civakî û hêzên cîhanî de jî nîn e. Tekane pergal û statuya alternatîf neteweya demokratîk e.
Em ji kesên ku aşiqê dewleta etnîk in, zêdetir aşiqê jiyana azad, rizgariya demokratîk û neteweya demokratîk in. Bi qasî ku em di vê oxirê de canê xwe jî bidin em aşiq in.
Jixwe ev bijarek, kurdîtiya me naxê bin siyê, em îdîa dikin ku kurdîtiya me ji ya her kesî pirrtir e û ji her kesî bêhtir em Rojavayî ne.
Bi dehan salan e li beramberî rêjîma BAAS’ê em şer dikin û li ber xwe didin. Me qehremanên wekî Bavê Cûdî, Mamoste Osman, Nazliyê Keçel, Gulê Selmo, Şîlan, Fûat, Zekeriya, Ciwan û Cemîlan şehîd dan. Heta niha hîn jî hinek rêhevalên me di zîndanên rejîmê de ne ku aqûbeta wan ne diyar e.
Di pêvajoya şoreşê de bi dehan şehîdên me hene ku di şerê li dijî rejîmê de jiyana xwe ji dest dan. Lê ev nayê wateya ku em ê bi gelê ereb, suryan û gelên din re nejîn.
Esas, şoreşa Rojava bi şoreşa ziman dest pê kir. Niha bi deh hezaran zarokên me bi zimanê xwe û li ser mufredateke demokratîk û dûrî nijadperestiyê dixwînin. Ew kesên ku îro bi rakirina navê Rojava bi ne kurdbûnê me tawanbar dikin, zarokên xwe dişînin dibistanên taybet ên rejîmê.
Ji bo vê, em dibêjin, bi navkirina Federasyona Bakurê Sûriyê nayê wateya înkarkirina Rojava. Ji ber ku Bakurê Sûriyê ji herêmên bakurê Sûriyê, Merebo û rojavayê Kurdistanê pêk tê. Ev bi belge hatiye mîsogerkirin. Ev ne biçûkbûn e, berovajî wê, mezinbûn e.
Dilop dilop gol çêdibe, me jî pêşî bajarên Rojava rizgar kirin, paşê jî herêmên bi giranî ji pêkhateyên ereb pêk tên hatin rizgarkirin. Niha em bi rehetî bibêjin bakurê Sûriyê rizgar dibe.
Niha jî em bi îdîa ne ku tevahiya Sûriyê rizgar bikin û demokratîk bikin. Ji ber ku Sûriye rizgar nebe, bakurê Sûriyê bê wate ye û bakurê Sûriyê demokratîk nebe, azadiya Rojava mîsoger nabe. Ji ber ku Rojava dilê Sûriyeya demokratîk e.
jindasilan@gmail.com
09.01.2017.Yenî Ozgur Polîtîka