Diyarname
Partî û saziyên sivîl ên di bin banê HDP/HDK'ê de di bin navê "Kordînasyona Piştgiriyê ya ji Şengalê heta Gazzeyê" kordînasyoneke ava kir. Kordînasyonê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê qala armanca xwe kir û daxwaza piştgiriyê kir.
Daxuyaniya kordînasyonê li Cezayîr Restorantê ya li Galataya Stenbolê li dar ket. Mebûsê HDP'ê A. Levent Tuzel, Gencay Gursoy, Dogan Demir, Yaşar Guven, Emine Uçak Erdogan, Pakrat Estukyan, Muzaffer İris, Dondu Ergin, Nikola El Saafin li ser navê kordînasyonê wekî axifger beşdarî civînê bûn û li ser navê kordînasyonê daxuyanî ji aliyê Gencay Gursoy ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Îsraîlê bi awayê bingeha jiyanê li Gazzeyê têk bibe êrîş dike, li aliyê din li Sûriyeyê çeteyên El Nusra, El Qaîde û DAIŞ'ê bi piştgiriya ku ji Tirkiye, Katar, Erebistana Siûdî û ji emperyalîstên navneteweyî digirin Rojavayê û Sûriyeyê dikin gola xwînê. Daxuyanî wisa dom kir: "Ev çeteyên komkujer dixwazin Şoreşa Rojava ku kiriye wekheviya gel û baweriyên cuda çêbike û bûye hêviya hemû Rojhilata Navîn têk bibin. DAIŞ'ê ku ligel ji emperyalîstan ew qas piştgirî girtiye jî li Rojava rastî berxwedaneke cidî hatiye û ji wir hatiye dûrxistin vê carê berê xwe daye Şengala ku li sînorê Rojavayê ye. Li bajarê ku hatiye dagirkirin bi hezaran kes hatiye kuştin, jin û zarok hatine revandin. Gelê Şengalê ku ji ber vê zilmê reiyaye xwe sipartiye çiyan. Bi hezaran kes li çiyê ji bo jiyanê ber xwe didin."
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li hemberî çeteyên DAIŞ em li cem jin û gelên ber xwe didin in û wiha dom kir: "Tixumên mezhebparêz ên ku emperyalîzmê li herêmê çandine, bi taybetî ji ber polîtîkaya derve ya hikumeta AKP'ê rê li ber van komkujiyan vekiriye. DAIŞ û alîgirên wê ku bi alîkariyên eşkere û veşarî yên AKP'ê bi hêz bûne, bi van êrîşên komkujî û tecawizkar dixwaze gel û baweriyên cuda têk bibe."
Hat gotin ku li hemberî ev talankar û komkujeran em nikarin bêdeng bimînin û wisa dom kir: "Di serdemeke wia de fikra me ew e ku divê hêza piştgirî derkeve holê ku di demên pêş de rewşeke demokratîk derkeve holê. Civakeke pir çandî, pir nasnameyî, pir bawerî tenê li ser bingeha wekheviya demokratîk mimk^nu e. Ji bo ev yek li hemû welatên Rojhilata Navîn û li nav gelên cuda de bê sazkirin divê piştgirî bê xirtkirin."
Kordînasyonê di dawiyê de got ku baweriya wan ew e ku jiyana nû bi piştgirî û têkoşînê mimkûn e û ewê jiyana nû bi piştgirî û têkoşînê ava bikin. Ji bo vê yekê jî bang li her kesî kirin ku piştgirî bidin vê kondînasyonê.
'Yê bûye sedema van dê çawa bibe Serokwezîr?'
Ji beşdaran mebûsê HDP'ê yê Stenbolê A.Levent Tuzel got ku ewê kedê bixin nav pêşeroja gelan û diyar kir ku rawestandina vê komkujî û şer peywira wan a sereke ye. Tuzel wisa got: "Kesê ku bi polîtîkaya derve bûye sedema van tiştan niha dibe Serokwezîrê Tirkiyeyê. Ev yek tenê jî girîngiya ev xebeta niha kordînasyonê daye dest pê kirin nîşan dide. Ez hêvî dikim dê her kes keda xwe bixe nav vê xebatê."
Sipasiya ji bo YPG'yiyan
Ji beşdaran civaknas Azad Bariş jî got ku ew bi xwe êzîdiye, çûye serdana Şengalê û hê nû ji wir vegeriya ye. Bariş wisa got: "Min silavên zarokên pêxas, jinên hatine revandin, silavên yekîneyên parastina Şengalê ji bo we anîne. Êşa me mezin e, lê berxwedana me jî ew qasî mezin e. Ne tenê piştgirî, li cem me bin emê şoreşê ava bikin. Ez ji vir sipasiya wan 7 YPG'yiyên gel parastin dikim. Wan em xilas kirin. Em hê şer dikin, piştgirî bidin me. Emê êdî negirîn, emê ber xwe bidin."
Li gor agahiyên kordînasyonê di rojên pêşiya me de li hin bajaran dê standan û konên alîkariyê vekin, dîsa dê navendê alîkariyê ku alîkarî li wir kom bikin dê vekin û bi vî awayî xebata xwe bidomînin.
Ji bo kesên eleqedar agahiyên kordînasyonê:
- SengalGazze@gmail.com
facebook.com/SengalGazze
twitter.com/SengalGazze