"Ez vê nivîsê diyarî Diyarnameyê û hemû kesên xweşik û estetîk dihizir in dikim"
"Merheba xwînêrên ezîz û nivîskarên hêja, hemû dilgermiya hiş û dilê xwe li ber lingê we radixînim, mîna xalîçeyeka sor... "
"Merheba, xwînêr û nivîskarên ku heqaretan bikartînin, hemû dilgermiya hiş û dilê xwe li ber lingê we jî radixînim mîna xalîçeyeke sor..."
Di tebîeta însên de hem başî û hem jî xerabî heye, hinek mirov xwe li başiyê digirin û di tebîeta wan de başî heye, hin mirov jî xwe li xerabiyê ango li nebaşiyê digirin û di tebîeta wan de nebaşî heye. Mîna habîl û kabîl talî yekî xwe li başiyê û yê din jî xwe li nebaşiyê girt, îcar ez ne nêtbaz û fêlbaz im, feqet têgihîştineke min a xweser, dîtbariyeke min a xweser û hîskirineke min a xweser heye mîna kundê ku sembola hunerê tê hesêb, erê kund di hunerê de sembola hunerê ye, û pêşdîtinbûna kund jî xurt e.
Îcar bi qasî ku min dît, min hîs kir û têgihîştim, hin kes ji bo ku di rojevê de bên xuyanîkirin timî ji xwe re li tiştan digerin, an jî li dijber hin kesan hesûdiyê dikêşin mîna habîl û kabîl loma bi êrîşkar tevdilivin. Feqet talî em dizanin ku zeman her tiştî li bêjinga xwe dixîne, û dê me bineqîne. Bi reşkirinê û ji bo ku mirov di rojevê de bimîne reşkirineke nêtxerabî ew ê serê xwediyê xwe bixwe, zeman ew ê vê rastiyê destnîşanî me gişan bike. Di tebîeta însên de barbarî û birçîbûn heye, her kes ji bo ku bi serkeve, desthilatdariyê dixwazin loma jî goştê hev dixwin. Halbûkî heqîqetek heye, rastiyeke heye, divê mirov desthilatiyê li gor vê heqîqetê û rastiyê bikar bîne ne ku hema ji bo ku çavbirçîbûna xwe têr û tijî bike. Divê mirov ne li dû populîzmeke rojevê de be, divê edebiyat û huner ne li dû şopek rojevî be û populîzmê be, divê edebiyat û huner ji bo mayîndeyê be, ji bo pêşerojeke heqîqetê be, loma divê mirov bi feraseteke cidî nêzî edebiyat û wêjeyê bibe, hewce bike gerek eyn mirov xwe bi xwendinê bikuje an na serketina wêjeyê, hunerê, rexneyê, hiş û dil çênabe, divê mirov bixwîne û rihê xwe yê barbar kedî bike, divê mirov bixwîne hêla xwe ya heywanî û çavbirçî têr bike, divê mirov bixwîne û xwe bike însan, divê mirov bixwîne û derdora xwe jî bi xwe re bike însan, ne ku bi xwendina xwe hikumdariyê û zanistiyê bike,talî her tişt bi xwendinê serast dibe, hiş û dilê estetîkirî û kedîkirî encax bi xwendinê pêk were, an na heywanê ku di hundirê me de dê tu carî têr nebe. Ez li dû şopa kedîkirina heywanê xwe ketime loma li hember tu kesî ne hesûdiyê dikişînim û ne jî dixwazim heqaretê li tu kesî, li tu metnê, gotarê, helbestê, nivîsê, romanê û çîrokê bikim. Feqet dema ku ez pirtûkekê an jî gotarekê bixwînim ne têr û tijî be divê ez heqê rexneyê bidimê, ji ber ku rexne û rexnegirî li gor dilxweşiyê û li gor şexsan nayê kirin.
Rexne û heqaret ne heman tiştin, loma jî ez bawerim di nivîsa min de heqaret tune ye. Yên ku xwendine ez bawerim ji gotina Rênas Jiyan a ku min ji pirtûka wî ya bi nave “Ji Şevê Re” wergirtiye acizî kirine aha ev hevoka me: “Hay ji hinek bê-hişan heye hu helbest bi ‘îlhamê’ wekî mirov dendikan çerez bike di hundirê du sê deqeyan de tê nivîsîn;” berdewama vê hevokê heye feqet ya ku nivîskar û xwendevan jê acizbûye ez bawerim gotina “Hay ji hinek bê-hişan heye” ev gotin gelek kes hêrskiriye, lê her kes bizanibe ku Rênas Jiyan vê gotinê ji bo ên ku bê bingeh kirine, ne ku Fewzî Bîlge bê bingeh e. Rênas Jiyan di vir de hişyariyek, hişmendiyek li ber çavên me raxistiye, divê wêje û helbest karekî cidî ye. Feqet dema ku mirov rexneyekê xelet bixwîne, dê xelet şîrove jî bibe, paşê jî gotinên erzan û heqaret li pê hev ew ê bên. Loma divê mirov tehlîl û analîtîkeke rasyonel pêk bîne, bi hestên îrasyonel û bi çavên îrasyonel mirov nikare analîtîkeke rasyonel bike. Ez bawerim gotina duyemîn ya ku xwendevan û nivîskar jê acizbûne jê yek jî a min e, aha ev gotina min e: “Yanê mejiyekî/e vala nikare çêker be.” Ev gotin jî ne heqaret e bi ya min, ji ber ku bi rastî jî mejiyekî vala ew ê nikaribe çêker be, mejiyekî vala çi ye, yanê di bingeha kesekî/ê de zanistî tune be, hunerî tune be, wêje tune be ango li hember jiyanê tu fikr û hizrên wî/ê tune be ango mîna heywên bijî helbet dê mejiyekî vala be. Di vir de nêt ne ku ez heqaretan li helbestên Fewzî Bîlge bikim an jî li helbestên wî bikim. Haaaa! hûn dîsa xelet şîrove nekin vê gotina min, ev gotineke gelmperî ye, ji bo şexsan an jî şexsekî nehatiye gotin. Yanê ev her du gotin bi gelemperî hatine kirin, hişyariyek in, pênaseyek û hişmendiyeke wêjeyî, hunerî û rexnegirî ye. Divê gerek mirov têr û tijî be armanc ev e, ne ku reşkirina nivîskêr û berhema wî ye. Ne ku Fewzî Bîlge mirovekî ne têr û tijî ye, tenê di der heqê helbestan de ravekirineke, pênaseyeke me ye. Feqet gelek kes rexneyê li gor dilê xwe vedizelînin. Gelek kes ji bo ku di rojevê de bimînin, baldariyê bikêşînin ser vî tiştî pêk tîne ango reşkirinê, heqaretê û hwd. Feqet bo min ne girîng e, ez ê her û her ceribîn û rexneyên xwe yên derbarê pirtûkan de bidomînim. Ez ji tu rexneya aciz nabim, hemû rexne li ser serê min û çavên min. Jixwe dîrok û zeman ew ê me gişan di serada xwe de derbas bike. Çi xerab û çi çê dê derkeve holê loma jî ji hemû êrîşan, ji heqaretan û ji rexneyan natirsim her û her ez ê karê xwe yê wêjeyî û rexneyî bidomînim. Slav li we hemû xwenedevanên hêja, hunermend û nivîskarên hêja, ez şênahiya rezê dilê xwe li ber lingê we gişan radixînim.
Dilnizmî milkê hiş û dil e, dilnizmî ji kûrahiya zanistê dizê, kûrahiya mirov ji qabîliyeta hiş, têr û tijîbûna hiş diwelide. Loma jî ez bi xwe naxwazim, heqeratan ne li metnekê bikim, ne li nivîskarekî bikim, ne jî ji şexsiyetekî bikim. Ji ber ku kesên hunermend, nivîskar, wêjevan, helbestvan û hwd divê xwediyê raman û hişekî estetîk be. Loma jî min tu heqaret ne li nivîskar kiriye û ne jî li helbesta wî kiriye, tenê min nirxandiye û rexne kiriye.
Îcar em werin ser meseleyên xwe, li ser malpera civakî gelek êrîşkêr li ser metna ku min nirxandibû şîrovekiribû, nirxandibû û heqaret hatibû kirin, ez ê nivîsên wan kesan yeko yeko rêz bikim û bersivê bidim wan. Ez wan kesan kesî jî nas nakim, ez bi wan re ranebûme û rûneniştime jî feqet ne girîng e, nasîna wan. Ez bi xwe nîqaşên li ser malperên civakî hez nakim, loma jî min bersiv nedan wan kesan, ez sekinîm, min tenê şopand, min got ez ê dawiyê bersivên xwe bi awayekî nivîskî biweşînim, loma ez sekinîm. Niha ên ku di derheqê min de û di der heqê metnê de kê çi nivîsandiye divê ez eşkere bikim û bersivê bidim wan:
Li ser malpera facebookê gotinên hatine kirin:
1) Ilyas Karagoz: “Çore Arda bi ya min ti dev ji pênûs mênûs berde, rahêje şivekê”
“Yên te ne rexne ne, rêxne ne”
Berî her tiştî ez bixwe vî kesî nasnakim, feqet dema ku mirov axivî divê mirov gotinê xwe di bêjinga hiş û dil re derbas bike. Ji bo ku ez rêjaya hiş û dilê xwe yê estetîkkirî winda nekim, min bersiv neda vî camêrî, ji ber ku heçî kesên ku divên em hunermend in, nivîskar in, an jî wêjevan û helbestvan in, divê xwediyê hişekî estetîkirî û dilekî dilgermîn û estetîkirî bin, divê tu hunermend, nivîskar, rexnegir û wêjevan van heqeratan nepejirîne û bertekan bidin van kesan. Xwezî vî camêrî rexneya min analîz û analîtîka wê kiribûya û bi awayekî zanistî û edebî yeko yeko kêmasiyên min, xetayên min, qisûrên min li ber çavên min û raya giştî raxista, min jî bigota helal be ji te re xwînêrê ezîz... lê mixabin tenê heqaret hatiye kirin, lê dîsa jî silav ji te re xort û xwînêrê kurd her hebe...
2)
a) Çidem Baran “Merrheba birêz... Rastî jî ji bo famkirina hin berheman rêjeyek, zanebûnek, zemanek lazim e...ji bo zanebûna rihê berhemekê, zevtkirina rihê berhemekê rihekî ku bi zanebûnê qeliyayî hewce ye...netêrbûna xwe carinan xwînêr diteyîsîne hunermend... helbestên Bîlge ji ber ku xwe ji xwe çêdikin ew bi xwe şoreş in... ya rast min di nivîsa te de vereşandineke, hêrsek ji nezanînê min dît. Ji xwe di nava nivîsê de tim te bi gotinên xwe xwe rizandiye..”
b) Çidem Baran: “Tenê hema du rêzikan ji “Gotinên Li Ber Devê Giyotînê” “ û netefînin êgir Heya ew bayê porrxelekî bê” Gelo tu hêviya di vir de dibînî? Bibûre... ji xwe te nedîtibû...
c) Çidem Baran: “Ev nivîsa te bi kompleksa serpêl hatiye nivîsîn... êrîşeke heyraniyê veşirtiye têde...”
Bersiva yekemin:
Sokrates wiha digot, “Tiştê ku tenê dizanim tu tiştî nizanim”, yanê zanîn û nezanîn behreke em tenê dilopek in, heta em ne niqutek in jî, ez bixwe ne niqutek im jî. Sokrates ew qas tişt dizanîbû lê dìsa jî nezanîbûna xwe destnîşanî me dikir, esil dixwest bêje ez çiqasî fêr dibim ez ew qasî jî bi nezanîbûna xwe dihesim, esil ferq kiriye ku zanîn bîrek bêbinî ye, behrek e. Îcar wênesaz û nivîskara me birêz Çîdem Baran behsa nezanbûna min û netêrbûna min dike. Erê rast e, yê nezan ez im, yê ne têr û tijî ez im, ji ber ku ez tu carî têr nabim, ez tim birçî me, çavbirçiyê xwendinê me, birçiyê meraqê me, birçiyê lêkolîne me, bi kurtasî ez her daîm birçîme. Dîsa jî silav ji bo van gotinên te yên delal birêz Çîdem Baran bila yê nezan û netêr ez bim, bila dilnîzmî dîsa para min be...
Bersiva duyemîn: Ez nezanek im ma ez ê çawa hêviyê di wê hevokê de bibînim gelo, ez nezanek im ez ê çawa bêjim hêvî jî bixwe bêhêvîbûnê vedihewîne, ez nezanek im ma ez ê çawa bêjim hêvî bi xwe bêhêvîbûn e û bêhêvîbûn jî hêvî ye gelo? Erê netefînîn ji bo hêvî bidome, an na bayê me yê ewê hêviyê me tevan bitefîne. Hindik ma bayê porxelek hêviyê di xwe de xwedî bike, nizanim belkî bayê porxelek jî me xelas neke, belkî agir jî netefe belkî bitefe jî lê hêvî nediyar e. Tiştên ku mirov hêvî dike dibe ku beravajiya wê jî bi xwe re bîne, di jiyanê de teqezî tune ye.
Bersiva sêyemîn: Birêz Çîdem Baran berê berê vî tiştî bêjim ez ne heyranê tu kesî me, di jiyana xwe de ne dildarên tu kesî me, ne jî heyranê tu kesî me, tenê dikarim bêjim ji hinekan hez dikim, feqet nabim heyranê tu kesî haaa! hûn hezkirinê jî xelet fêm nekin û hûn li nav hev nexînin û nebêjin Çorê heyranê filankeso ye û filankesê ye. Em werin ser “komplexsa serpêl” gelo nivîskar û hunermend dest bi heqaretan bikin, hûn ê çawa bifikirin ji bo van hunermend û nivîskaran? Dilnizmî dîsa bila para min be, hunermend û nivîskara me Birêz Çidem Baran...
Eyşana Beravî: “Birêz Arda herkes dikare rexne bike, lê mafê tu kesî tuneye ku bikuje. Em têra xwe hatine kuştin ji bo kuştinê jî pênûs ne hewceye. Lê dibînim ku te xwe pê kuştiye. Helbestên Birêz Bilge dewlemendiyeke qerase dihewîne. Û ya din jî hunermendekî nikare nikare rastiya heyamekî veşêre. Divê hûnermend di navber pêşeroj û paşerojê de wek aweneyek be. Bi min belgeyên herî bi qîmet belgeyên wêjeyîne ku her asta civakê jê sihûd digrin. Helbet divê bê rexnekirin lê ne bi vê ecebê."
Birêz Eyşana Beravî, rexneya min welew nirxandina min ez bawerim baş nehatiye tehlîlkirin û analîzkirin. Heger mirov bixwaze bi mûrçikê (mûçingê) tiştan bineqîne û êrîş bike, ne tiştekî zor e. Feqet ev ne tiştekî rast e. Divê mirov jirexnê fêm bike, ji kûrahiya rexnê fêm bike, divê mirov bikaribe rihê metnê, rihê rexnê fêm bike. Lê dîsa jî, milkê rezê dilê xwe ji we re dikim mêrgehek...
Li ser malpera twitterê gotinên ku hatiye kirin:
Ulku Bingol: “Bawerim hûn nivîsan naxwînin û diweşînin"
Birêz Ulku Bingol vê pirsê ji malpera Diyarnameyê dike, mîna ku bêje qîzê ez ji te re dibêjim bûkê tu fêm bikî, ferq nake ji bo min bûk û qîz, ya rast di der heqê rexneyê de rexne çawa hatiye kirin, ango rexneya rexneyê girîng e. Em li gotinên birêz Ulku Bîngol ên din binêrin (bersivin ku daye Diyarnameyê) ka hela bê behsa çi kiriye:
Birêz Ulku bîngol: “Biracan; Min ew nivîs min çend caran xwend.
1- Ew nivîs ne nirxandina poetîkaya helbestkarekî bû
2- Ew nivîs ji metodolojiyekê dûr bû.
3- Arasta meydana nivîsê û binê nivîsê ji çavkaniyan (delîlan) dûr bû
4- Bi hinek navan hatibû pînekirin.
5- Nakokiyên ramanî beloqî kiribû ew nivîs
Vê bersivê Ulku Bingol dide malpera Diyarnameyê
Dîsa bersiveke Ulku Bingol ya ku daye malpera Diyarnameyê aha ev e:
“Nav ji bo min ne girîng e... sibê kesekî din ji bo nivîskarekî nivîsek wek vê nivîsê binivîsîne û hûn biweşînin ez ê dîsa wek nivîskarekî Kurd gotina xwe bibêjim... Ji rexneyê re erê ji neheqiyê re na...”
“Hûn dixwazin îsal quta qut ji sê çar rojan carê, vê nivîsa ku mirov nizane ka gelo ji bo çi hatiye nivîsandin, şêlû, erzan, ji nirxandinekê dûr biweşîne...”
Birêz Ulku Bingol jî wekî xwendevan û nivîskarên me yên ku di derbarê rexneyê de gotinên xwe yên bêbingeh rêsandine. Halbûkî dema ku mirovek rexneya rexneyekê kir, divê delîlên xwe bi çavkanî bike, divê rexneya rexnê yeko yeko bi şewazeke teknîkî û zanistî rave bike, divê bi zimanekî wêjeyî rexneya rexneya xwe dîsa bi şewazeke zanistî edebî bi çavkaniyan yeko yeko rave bike. Hema bi du gotinên erzan û nediyar nikare xwe ji nav rexneyê vekişîne, mîna gotina tirk dibêjin heriyê biavêjê bila dewsa wê bimîne. Mirovên ku bi huner û wêjeyê re diştixilin tenik in, estetîk in, bi pîvan in ango xwedî hiş û dilekî estetîk in. Ji ber ku di çavên civakê de hunermend û wêjevan pêşeng in. Feqet mixabin, kêmkes wilo ne, em hîna nehatine vê astê mixabin... Bi şîroveya rexne nayê kirin, dema ku mirov behsa poetîka û metodan kire divê tu çavkaniyan birêsîne, tenê mirov fikra xwe bêje û bê ev ne rexne ye wê çaxê ev dibe çivek(revek)... heger tiştên beloq hebin divê tu vê beloqiyê bi nirxandin û rexneyan derxîne holê, divê tu wan bi delîlan pênase bikî. An na gotinê te giş dê li hewa bimîne û li valahiyê lingên wan ew ê bireqisin em ê gişê lê temaşe bikin. Halbûkî mirov rexneya rexnê kire divê bi awayekî wêjeyî bi awayekî zanistî bi bingeh bike, bi 4-5 madeyan rexneya rexnê nayê kirin. Rexnegirî, nivîskarî û hunermendî karekî giran û cidî ye. Cidîyeteke mezin ji rexneyê lazim e. Bi gotin û nîqaşên vikîvala rexne nayê kirin û rexneya rexnê hîç nayê kirin. Loma jî edebiyat, huner, nivîskarî barekî giran e. Carinan mirov di bin wî barî de tê eciqandin. Berî ku mirov rexneyekê bike an jî rexneya rexneyekê bike divê mirov sed carî bifikire û paşê rexneya xwe bike. Feqet divê mirov berê ji rexneyekê fêm bike, ji kûrahiya rexneyekê fêm bike, tehlîlê xwe baş bike, divê bi şêwazeke analîtîk û rasyonel lê mêze bike, an na dawî hilweşandine.
Ez îdîa dikim ku tu kesî rexne baş fêm nekiriye, kesî baş tehlîl nekiriye, kesî têkiliyên di navbera rexneyê de heye pevgirênedane. Û şûr û mertal û fîşekên çifteya xwe amade kirine, tiştê ku em herî baş dikin. Em xwîngermî diçin ser tiştan, sebir li cem me tune ye an jî kêm e.
Em bi hestwarî li tiştan mêze dikin, loma jî em timî dihilweşin û diweşin, em gerek çêker be, ne xeraker bin. Feqet baş e ku bi saya xerakirinê em çêkereke baş jî ava dikin. Ji bo ku em xera bikin hema em bi cimbizê ji nav hin tiştan tiştan dineqînin û dest bi fîşekên xwe yên ku ji berê de li ber teqînê ne diteqînin.
Rouesseau digot: “Însan heywanekî nexweş e.” Dêr dibêje, “Însan heywanekî rasyonel e.” Carlyle dibêje: “Divê însan heywanekî alav dişixulîne" Nietsczhe jî digot: “Heywanê herî zalim însan e.” Yanê talî em giş însan in. Em giş hinekî nexweş û zalim in. Feqet bingeha vî tiştî ji ber hesûdiyê ye. Hesûdî hilweşandin e, feqet hesûdî bi awayekî baş bê bikaranîn dê pêşketinên herî serketî li dar bikevin, lê li cem me hesûdî bi awayekî nebaş welew neyînî tê bikaranîn helbet ji bo her kesî ne derbasdar e. Ji xwe ên ku hesûdiya xwe wekî pêşbaziyekê bi kartîne, ew însan dê serketî bin, ji ber ku nêta wan kesan ên hemberî xwe derbas bike di nêta van kesan de serkeftin heye û daxwaza serketinê heye, dijminatî an jî reşkirin tune ye. Feqet ên ku heqaretan dikin nikarin tu carî bi serkevin, tu kes bi heqeratan bi ser neketiye û dê bi ser jî nekeve. Tu kes bi gotinên erzan jî bi ser nakeve. Helbet zeman dê vê rastiyê derxîne holê. Lê dîsa jî bila dilnîzmî para min be birêz Ulku Bîngol...
Eray Olçen: “Li gor Rênas Jiyan helbest bi 'xebat û çêkirinê' ava dibe. Ev gotina hanê Çorê Arda aniye zimên. Û bi ser navê rexneyê raste rast heqaretê li Fewzî Bîlge kiriye.”
“Birêz Rênas Jiyan ji bo helbestan gotinek kiriye, lê helbest ne ê Rênas Jiyan tenê ne, helbest ê hemû kesan e. Çorê Arda, Rênas Jiyan wekî Xwedê dide nasîn, dibê ku bihuşt an helbest tenê ê Rênas Jiyan in.
NA!
Helbest, çend çav li cîhanê hebin ê/a ewqas kesan e. Çimkî bihûştê hemû çav dîtin, ne çaveke tenê.
Ji ber vê yekê ev bihûşta hanê her tişt bû, ne yek tişt bû.
“Gotinên Li Ber Devê Giyotînê" perçeyeke ji bihûştê ye.”
Birêz Eray Olçen berî her tiştî tu kes ji bo min ne Xwedê ye. Tu kes jî nikare bibe Xwedê, wekî wan hevalên din ez bawer im we jî rexne baş analîz nekiriye û we jî wekî herkesî bi mûçînkê hin tişt neqandine. Halbûkî divê mirov tevahiya rexneyekê û kitekitên rexneyekê bi hev du ve girê bide paşê baş li ser bifikire û bi awayekî wêjeyî û estetîk rexneyê bike. Kesên ku bi devên kesên kuçeyan biaxive nikarin wêjeyekê, hunerekê ne jî rexneyekê ava bike. Heqaret ne rexne ye û nivîsa min de heqaret tune ye. Min di nivîsê de wekî her hunermendî, nivîskarî û rexnegiran behsa pênaseya helbestê kiriye û bi çavkaniyeke pirtûkek birêz Rênas Jiyan jî min xemilandiye. Ez bi xwe ji gelek berhemên nivîskaran û ji nivîskaran hez dikim, feqet ev nayê vê wateyê ku ew kesa û berhemên wan ji bo min Xweda/ê ne. Tenê hezkirinek e ya min Haaaaa! Hûn vê hezkirinê jî mîna rexneyê xelet şîrove nekin haaaa! Amannnn, amannnn ji bo Xwedê birêz Eray Olçen, lê dîsa sipas ji bo te...
Berat Karadaş: “Ev ne rexne û nirxandine ev raste rast hesûdiye. Pîvana helbast û wêjaya Kûrd tûbî Kûrd bêpîvanin”
Birêz Berat Karadaş, di her mirovî de hesûdî heye ez bawer im. Feqet hesûdiya min tenê bi min re heye. Ji bo çi min re heye ji ber ku ez dixwazim di warê wêje, huner û rexneyê de desthilatdarekî dilnizm, hişyar û bi hişmend bim. Loma jî bi tu kesî re jî hesûdiyê nakêşim ango derdekî min ê wilo tune ye birêz Berat Karadaş. Ez ne pîvana kurdan im, feqet ji bo ku bibim pîvanan kurdan çi ji mista min bê ez ê bikim û dikim jî...
"Zinarek bikeve xwarê ew ê însanekî bikuje; Feqet hesûdî, çavbirçîbûn jî ew ê destekî bi çek bike û ew dest jî ew ê însanekî bikujîne (*) Dema ku we rexneyên xwe kirin, bi serê xwe bin, di bin bandora tu kesî de nemînin, bi eşîrî rexne nayê kirin. Eşîrî êrîş çêdibe feqet bi eşîrî rexne çênabe. Hesûdî xetere ye, bi destên kesên din ajotina hesûdiyê hîna xetere ye, kesên hesûd serê xwe dixwin talî. Hesûdî talî serê xwediyê xwe dixwe. Quretî jî serê xwediyê xwe dixwe. Loma jî dilnîzmî para min e, bi hêviya ku bibe para gelek kesan. Heta niha min gelek pirtûk nirxandine û rexne kirine, giş bi awayekî reel û bêteref min nirxandine û rexne kirine. Ji bo min giş yek in. Di rexneyê de ez tu kesî li ser tu kesî nagirim, rexnegirî wilo hewce dike û hesûdiyê jî nakim. Ez hedê xwe dizanim, ez bi xwe bawer im, ez bi nêtxerabiyê ji bo tu nivîskaran nameşînim bi nêtxerabî nêzî tu kesî nabim belkî tenê mirov ji hin kesan hez neke hewww! Feqet kes-ên ku ez ji wan hez nekim jî berhemên wan dinirxînim û rexne dikim bi çavên rasyonel û bi objektîf ango ez hestên xwe diavîjim tuwaletekê, di rexneyê de ne îdeolojî ne jî nêtxerabiyê bikartînim, heqê berhemê çi be ez wê dikim. Rexne ji bo dilxweşiyê û nas û dostan nayên kirin. Rexnekirina pirtûkekê û şîrovekirin û nirxandina wê dibe ku li gor herkesî ne wekî hev be. Ev tistekî normal e. Gelo ez miraq dikim wan kesên gotinê xwe kirine çi heqaret çi nirxandin û hwd çend pirtûkên dinyê ên rexneyan xwendine?
Gelek nivîskaran Dostoyevskî nirxandine û rexnekirine, feqet hinekan heman tişt rexnekiriye li ser pirtûkên wî hinekan jî ji hev cuda rexne kirine. Yanê dibe ku pirtûkek gelek kes bixwîne û rexneyên wan cuda derkevin, ev dewlemendiya pirtûkê derdixe holê, heman demê ji pirtûkekê gelek pirtûk dizên bi saya rexneyên cuda. “Her berhem mehkûmbûnî kêmasiyê (qisûr) ye”(*) yanê tu pirtûkên tekûz tune ye. Her daîm ew ê kêmasiyê wan hebe.
Di rexneyê de Rênas Jiyan ravekirin û pênaseya xwe ya di derbarê helbestê de li gor xwe çavkanî û şîroveya xwe kiriye. Heman tişt jî min jî li gor xwe helbest pênase kiriye û sîrovekiriye. Li gor her kesî pênaseyek welew dibe ku şîroveyek hebe, ev tistekî normal e. Loma jî helbest nayê kategorîzekirin. Hin mînakan em binêrin: Daxwaziya helbestvan her daîm tiştek mirovbûyîn bû(1) fikrên ku di der heqê helbestan û şairan de dibe ku ji hev cuda bin. Mîna ku José Ortega Y Gasset di pirtûka xwe ya bi navê “Hunera bêmirovkirinê û fikrên li ser romanê” de têkiliyên muzîka Debussy û helbestên wekî Mallermê û Baudelaire berawirdî hev du dikin, cudabûna wan, şibandinên wan û dijetiya wan giş hatiye nîqaşkirin loma jî helbest li gor nivîskarên dinyê gişan bi awayekî hatiye pênasekirin û rexnekirin û şîrovekirin. Feqet divê di dilê şair de her daîm xwestina însanetîyê hebe, loma jî helbest bi serê xwe tenê nayê nirxandin, divê têkiliyên helbest û hunerê, muzîkê, wêneyan û hwd bên nirxandin û têkiliyên di navbera wan de fêm bike, îcar gelo nivîskarên me jî wilo ne an na, an jî ji heqaretan hez dikin? Leonardo Da Vîncî wiha digot: “Berî her tiştî xwe nexeyidîne, neqîjîne cihê ku qîjandin lê hebe, heqîqeta zanistî jî dê tune be.(2)” Heqaret jî cureyeke qîjîniyê ye loma jî zanistî qîjîniyê venahewîne. Spînoza jî wiha pêşniyariya xwe digot: “Bi bernekeve û nebehece jî fêm bike”(3) belê tişt bi beicandinê û bi hêrsê nayê fêm kirin. Fêmkirin û tehlîlkirin bi aramiyê û bi baldariyê tê fêm kirin. Bi kurtasî dikarim bêjim rexneya min welew nirxandin û ceribîna min xelet hatiye fêmkirin û ji ber vê xeletiyê jî xelet hatiye şîrovekirin û ji ber şîrovekirina xeletî jî ez di bin bombebarana neheqiyê de hatime eciqandin, esil neheqiyek hebe birêz Ulku Bingol li min hatiye kirin, jiyana min de ya herî girîng û ez lê miqate me edalet û neheqî ye. Loma jî ez ne bêedaletiyê û ne jî neheqiyê dikim birêz Ulku Bingol... lê dîsa jî dilnîzmî bila para min be, silavên germ ji hemû kesên ku şîroveyên welew rexneyên xelet kirine û ên erenî kirine dişînim .Milkê rezên dilê xwe ji bo xwarina we radixim noşîcan be derek we pê neêşe xwîner û nivîskarên hêja...
Slav û Rêz...
*) Pirtûka bêhizuriyê, weşan Can, Fernando Pessoa
1) Hunera bêmirovkirinê û fikrên li ser romanê, José Ortega Y Gasset, weş Yky
2, 3)Nivîsên Edebiyat û hunerê, Macel Proust, weş, Yky
Nîşe: Ji bi Xwedê û Xweda bixwînin, bixwînin û bixwînin heta ku hûn dîn bûn bixwînin, heta ku hûn pê verişiya û mirin bixwînin. Ji bilî vê nivîsê ez nema bersivan didim tu kesî, wexta min tune ye ez bi bersivan biştixilim loma êdî bersivan nadim, yanê ji bo rexneyên ku pirtûkên ku ez ê binirxînim û rexne bikim jî derbasdar e ev helwesta min e. Welhasil dîsa milkê rezê dilê xwe ji we ra gişan vedikim.
“Di jiyanê de nêta mirov gelekî girîng e.”
Slav û rêz ji we hemû yan ra....
02/07/2019


