Diyarname
Li Navçeya Soma ya Manîsaya Tirkiyeyê roja 13'yê mehê piştî nîvro di madenê de facîayeke çêbû: Heta niha hê jî hemû karkerên di madenê de nehatine derxistin.
Îro Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku di madenê de 238 kesî jiyana xwe ji dest daye, 120 karker hê nehatine derxistin. 80 kesên wekî birîndar hatine derxistin, ji wan 19 kes hatin hatin dermankirin û şandin mala xwe, lê yên din hê li nexweşxaneyê ne.
Erdogan got ku wan ji 13'yê mehê ve ji bo 3 rojan şîn hatiye ragihandin.
Piştî axaftina Erdogan bi çend saetan hat ragihandin ku hejmara miriyan derketiye 245'an.