logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

  • Dîrok: 03/07/2022

Li gor pirtûka Robert Musil ya bi navê “Mirovê Bêqalîte” matematîk wiha ye: Rih ji terefê matematîkê ve hatiye rûxandin, matematîk mirov kiriye desthilatdarê rûyê erdê û ji hêleke din ve jî zanistiya matematîkê mirov kiriye çavkaniya aqilekî xirab û mirov bûye koleyên makîneyan, ji ber van sedeman rihê û hundirê mirov ziwa û bejî bûye, mirov li pê kitekitan, xirabî, gumanî, hêza pera, ketine û mirov rihsar û xedar bûne. 

Yanê bi kurtasî li gor karekterê (Ulrich) hin kesên din romana “Mirovê Bêqalîte” matematîk rûxandin e. Heta kêmzanên matematîkê jî dibêjin ji ber matematîkê çanda Ewropayê dê birûxe, çimkî dibêjin sedemên bombeyan, bombeyên bijehrîn yên gazî, teyare û balfirk û hemû alavên şer giş ji binê aqilên zanista matematîkî derdikevin. Helbet tenê matematîk ne rûxandin e, di heman demê de çêker e jî. Yanê bikaranîna zanistiya matematîkê girîng e. Loma aqilên tên bikaranîn girîng in. Matematîk tenê alavek e di destê mirovî de. Çima min behsa vê pirtûkê kir? Çimkî karakterê vê romanê Ulrich hîç e, bêbiryar e, di navbera hişekî modern û şûndemayî de aliqî mayî, loma bêtirîn karakterekî hîçî ye. Ji ber ku di berhema M. Zahir Kayan de mijar matematîk û Hîç e, min xwest hinekî behsa naverok û karekterê vê romanê bikim û derbasî pirtûka xwe bibim. Helbet di vê pirtûkê de (roman) û di helbestên M. Zahir Kayan de (Helbest) felsefeya Hîçê û Felsefeya Matematîkê pirhêl in, lê belê pirtir duhêl in. Yanê di berheman de, danberhevdandkirineke olî û zanistî heye. Li gor hîçê du çem heye, li hêleke çem oldarî û ol e. Li hêla din zanistî û zanistiya matematîkê ye. Herdu hêlên çeman hem xweşî û hem jî talokêyên wan hene. Îcar di romana Mirovê Bêqalîte de Ulrîch di orta çem de maye, ne tam bûye oldar û ne tam bûye zanist (Modern û şûndemayîn). Zahir Kayan jî helbestên xwe li gor zanistiya matematîkê û felsefeya ol û oldariyê vehonaye. 

Mijarên helbestên Zahir Kayan grifît in. Tenê ji mijarek nehatine vehonandin. Kîjan mijar ji xwe re kiribe felsefeya helbesta xwe, ew mijar felsefeya wê vehonandiye. Welhasil carinan hin pirtûk hene, meriv bi xirecira wê dikeve, da ku meriv jê fêm bike, têbigihêjî, pirtûka helbestvan M. Zahîr Kayan ya bi navê HÎÇ jî pirtûkek wiha ye. Meriv du rûpela pêş ve dibe, paşê jî sîleyekê li birûska meriv dixîne û sê rûpelan şûnde dişîne. Di destê meriv de tenê valahiyê û tunebûneke heyî dihêle. Yanê pirtûkeke ne ew qasî hêsan e ku mirov bêje ez ê wekî çemekî têde biherikim. Beravajî pirtûka nivîskar wekî çemekî û baraneke repîn di ser meriv re diherike belê mîna kamyon û tirrek di ser hişê meriv re derbas bibe, dema hişê meriv didewise êdî bi serxwe de nayê. Helbestên M. Zahir Kayan rexnegir û rexneyê têk dibe. Belê cara ewil li hember berhemekê wiha têk diçim û behsa têkçûna xwe dikim, bila berhem baş be, biraqe xwende û rexnegir têk bibe, çimkî berhemeke grîfît û giran e. Berhemeke mîna şîfreyên tabloyên Leonardo Da Vincî ne. Kîjan xwendevan xwe lê rakêşîne bawer im dê têk biçe....

Berî her tiştî vê bibêjim, helbestvan M.Zahîr Kayan di pirtûka xwe ya nû “HÎÇ" ê de, felsefeya helbestê, helbesta felsefeyê nivîsandiye. Têkiliya hebûn û tunebûnê, analîza hîçê û felsefeya matematîkê bi awayekî hûrgulî verêsiyaye. Belê helbestvan li pê pêga abadînê, li pê pêga abadînbûna helbestê û matematîkê ketiye, çîmkî helbest jî û matematîk jî sembol û nîşana abadînbûnê ye. Loma helbestvan raz û abadînbûna helbestê û matematîkê şibandine hevdu û danberhevdukirinek jî berbiçav kiriye. Li pê hebûn û tunebûn, netunebûna hebûnî ketiye. Helbestvan ji tunebûnê hebûnekê, ji hebûnekê tunebûnekê di çavên moxila me re derbas dike. Çawa ku heyat ji tunebûnê çêbûbe û bûye sersebeba hebûnê, nivîskar jî di helbestên xwe de dibêje hebûn tunebûn e, tunebûn jî hebûn e. Têkiliya matematîkê, helbestê û hebûn û tunebûnê berbiçav dike. Wekî em dizanin dema behsa matematîkê têkirin, têgeha razberîn û abadînbûna matematîkê têyî bîra mirov. Çimkî têkiliya matematîkê bi felsefê re û bi hejmaran re heye. Heta em dikarin bibêjin matematîk bi hejmara re zewiciye. Felsefe jî bi lêpirsînan û pirsan re zewiciye. Helbest jî bi hestan re zewiciye. Dema em li her sê têgehên xwe yên wekî felsefe, matematîk û helbestê dinêrin, em fêm dikin helbestvan dixwaze di helbestê de tiştekî nû biceribîne û helbesteke cihê derîne holê, bi ya min helbestvan di nav helbesta kurdî de nûbûnek avakiriye, di helbestên kurdî de ekla herî kêm jî felsefe ye. Lê ne tenê di helbestan de di berhemên kurdî ango di cureyên din de jî ekla felsefeyê kêm e. Halbûkî felsefe xweza ye, feza ye, matematîk e, hebûn e, tunebûn e. Felsefe qinê jiyanê ye. Helbest, helbet tenê bi hestan nayê nivîsandin, belê ez bi xwe jî qinê helbestê wekî hest û hestan dibînin lê belê helbest tenê ji hestan pêk nayê, helbestvanê me Zahir Kayan, dersa helbestê, nirxandina helbestê, rexne û analîza helbestê, rexne û analîza têgehan di helbestên xwe de ji me re verişandiye. Ta bi derzî vekiriye, adeta serîrakiriye li hember helbesvanên heyî, serî li hebûn û tunebûnê rakiriye. Belê felsefeya matematîkê û felsefefe di helbestên xwe de hêrandiye. Genimê hîçê, hebûnê û tunebûnê hêrandiye, ji arvanê tunebûnê hebûnek avakiriye. 

Nivîskar di matematîkê bi hejmara “PÎ" (3.14) gêr û gera xwe kiriye. Belê ev hejmar di matematîkê de taybet e. Di îşlemên matematîkê de tên bikaranîn. Lê felsefeya vê hejmarê ew e ku abadînê û piştî dabeşkirinekê şûnde hejmar dewir dike û dewira hejmarê didomîne. Helbet di rexneyê de ciyê ku têkçûm ev e: Nivîskar bi reqema dilîze û wateyan dide reqema ango wateyan li reqema bar dike, mînak in ji helbestên me:  “6666, 66, 6, 7,13,1698, 3,33” hwd. Mînakek ji pirtûkê der heqê van hejmaran: “(33'ê di Hîçiyê’(0) de Çêbûn /Hebûn' e.“ Li gor berhemê em dibînin “0” hîçê temsîl dike û sersebeba hebûn û çêbûnê hatiye dîyîn. Halbûkî di matematîkê de hejmara “0” desthilatdar e, hemû hejmara dadiqurtîne û difetisîne. Yanê meriv çawa lê dinêre û binêre tê guhertin. 

Mînakek din: “1698 jidayîkbûna Ehmedê Xanî dinimîne” Van reqeman giş di hundirê PÎ’yê diborin nivîskar jî li gorî mantiqekê hinek reqem hilbijartiye, wate û felfesefeya hebûn, tunebûn, netunebûn, hîç û ji hîçê wêdetir, ji hebûn û tunebûnê wêdetir wate û raz lê barkiriye. Helbet feraset û wateyeke wan hene ku nivîskar lê barkiriye. Ez mînakekê bidim, di matematîkê de reqemên 6, 496 û çend hejmarên din jî hene, wateya van hejmaran mukemelî ne. Sembola mukemeliyê ne. Helbet ez nakevim naveroka van hejmaran bê mukemelbûna van hejmaran ji ku ve hatiye û tên, bi kurtasî dikarim behs bikim mînak reqema 6'ê(çarpanê 6’ê= 2,3,1 e) dema em van hejmaran top bikin dîsa hejmara me ya mukemel dê derê holê (2+1+3=6), (2×1×3=6) ji bo 496 jî heman tişt derbasdar e. Yanê dema em çarpanên wê bicarînin (carandin-çarpmak) bikin dîsa xwe dide (6’ê dide) Yanê mebesta min ew e ku di matematîkê de abadînî, mukemelî, razberîn heye û wateya her reqeman heye bawer im, nivîskar jî dixwaze raz û gîzema matematîkê kişif bike. Di heyatê de du tişt xwedî mukemelî ne. Yek jê Xweda/ê, a din jî Xweza ye. Wekî din her tişt kêm û bi qisûr in. Helbestvanên me li pê pêga mikemeliyê ketiye gelo? An jî li pê pêga bêwatebûniyê û hîçê ketiye? A rast helbest li pê heqîqetê ketiye. Felsefeya heqîqetê, jiyan çawa afiriye, jiyan çawa û çilo çêbûye û xûlîqiye. Jiyan çi ye, wate û watedarkirina jiyanê û watelêbarkirina jiyanê nivîskar giş ji xwe re kiriye derdê helbestê. Heta vir gelekî baş û xweş e, lê belê nivîskar werîsê hiş û aqilê xwe di destên helbestên xwe de berda ye. Yanê nivîskar rişmê helbestê berdaye. Li pê pêga felsefê, matematîkê, hebûn û tunebûnê ketiye, ekla helbestê û şerbet û şeraba ku helbest li ser serê zimanê mirov dihêlê jibîrkiriye. Yanê ji ekla helbesatan bêtir, di ekla felsefê de ye. Meriv dibêje qey me re analîz û rexneya pirtûka helbestekê dixwîne. Çimkî nivîskar di helbestên xwe de wateyan, têgehan, helbestan û risteyên xwe analîz dike. Ew bi xwe analîzan û rexneyan di pirtûka xwe de ji me re berbiçav dike. Mînakin: “Hîç(0) kana, qesra, avzêma'çêbûn/hebûn/nebûnê' ye.(113) Ev riste analîzkirin e, kî analîz dike, helbesvan an jî vebêjer analîz dike. Di wêjeyê de ev heye, teknîkek e. Lê bi ya min divê xwendevan van analîzan ji berhemê derxîne, wê çaxê ka çi ji xwendevên re dimîne bo dahûrandin û rexneyê gelo?

Sê riyên mirinê hene

Kevnbûn'( zevtnekirina, tênegihiştina jiyanê, jiyînê)

Dûrketin ji fikrûponijênê(xeyalneşopînî)

Cehalet(eklên nezanînê)

Sê deriyên hêviyê hene

Deriyê bi mifte(deriyê ku te daxilî dilan dike)

Deriyê bêmifte(deriyê ku dost/dijmin li pişt e)

Deriyê bêderî(deriyê ku bêderiyatiyê dijene, însan di nav hev de diherikin, du ne, dibin Yek(1) pê)

Sê astengên eşqê hene

Korbûna dil(cezakirina rih)

Windakirina hezê(Kufrhesibandina hewesê)

Tênegihîştina zewqê(xesandina nefsê)

Dema em bala xwe didin nivîskar  dîsa ravekirin û watelêbarkirinên xwe yên li ser têgehan ji me re verêsiyaye. Lê ev jî heye dema nivîskar têgehên xwe û helbestên xwe analîz dike, serwext e. Eletewşî nareşîne, çawalêhato nake hay jê heye dibêje çi, mifteya dil û mejî û êqil di destê xwe de girtiye. Yanê nivîskar analîzên baş dike. Her wiha em dikarin bibêjin qinê vê pirtûkê jî li ser van têgehan avabûye. Eşq, hebûn, tunebûn, hîç, feza, matematîk, aqil û arezû, estetîk û ehleq, nêr û mê(Yekbûn)(1). Nivîskar behsa sê rêgezên Mirinê, Hêviyê û Eşqê dike. Jixwe ev hersê têgeh jiyanê destnîşan dike. Heman demê hersê rêgezan jî bi analîzên kurt ji me re rave dike. Yanê bi awayekî aforîzmatîk têgehên xwe ravekiriye. Helbet li gor nivîskar û berhema wî mirin ne tunebûn e. Eşq ne tenê şehwet, arezû û hezkirin e. Eşqê ji van sê têgehan wêdetir dibîne. Wekî yekbûnekê dibîne. Îcar em werin ser meseleya têgehên ku di berhemê de serdestî kirine: Matematîk, hîç, hebûn û tunebûn, estetîk û ehleq, eşq...

Wekî em dizanin, matemetîkvanê serketî û feylesof Thales di destpêka matematîkê de roleke girîng girtiye serxwe. Qralê dewleta Misirê bangî Thales dike bo ku Pramîdan li gor zanistiyê bihesibîne. Paşê Thales bi saya siya xwe hesabekî çêdike û paşê jî bi saya siya pramîdan bejna piramîdan dihesibîne û hesabê zanistiyê çêdike. Bi vî awayî Thales zanistiya matematîkê bikartîne. Yanê bi kurtasî piraniya matematikvanan feylesof in û zanist in. Belê matematîk zanistî ye. Çiqas bi kêr be, ew qas jî xetereyên wê hene, nivîskar di metna xwe de jixwe behsa xetereya zanistiya matematîkê jî dike. Yanê em fêm dikin ku helbestvanê me heta Thalesî çûye û berê me bi heta mîtosa hebûn û çavkaniya gêometriyê vekiriye. Çimkî di Gêometriyê de Têorema Thalesî heye. Helbet nakevim naveroka teoremê, dê pir dawîdirêj bibe. Welhasil nivîskar heqê felsefeya helbestê û helbesta felsefîk daye.

Her wiha di matematîkê de reqema “0” nivîskar wekî hîç destnişankiriye. Lê belê di matematîkê de reqema “0” desthilatdar e, dadiqurtîne hemû reqeman. Loma dibe ku ne hîç be, berevajî heyî ye û xurt e. Belê “0” tunebûnê destnîşan nake, beravajî dibêje ez heme û xwedî hêz im. Bi awayekî rasyonel dibe ku hîç û tu tesîra wê tune be, lê wekî din hebûnê destnîşan dike, asas hîç jî hebûnê nîşan dike. Tunebûn jî hebûnek e. Reqema “1” di matematîkê de têyî daqurtandin di hejmarên din de, yanê reqemên din desthilatdariyê li vê reqemê dike. Çimkî lawaz dixuye. Welhasil di matemetîkê de wateya gelek reqeman hene, ger meriv li ser hûr û kûr bibe, dê gelek wateyan ji wan derîne. Li gor yewnanan, misriyan, li gor pirtûkên pîroz û felsefê jî wateyên reqeman hene. Jixwe di heyatê de wateya hertiştî heye, çimkî li gor diyalektîkê jî wiha ye. Yanê nivîskar di helbestê xwe de berê me bi diyalektîka jiyanê, hebûn û tunebûnê vekiriye. Loma pirtûka M. Zahir Kayan ya bi navê HÎÇ(0) pirtûkeke felsefîk e. Helbesteke felsefîk e. Nivîskar eşqê jî wekî felsefeyê dibîne. Di eşqê de nêr û mêbûnê tîne cem hevdu û Yekbûnê(1) derdixîne holê. Di nivîskar de eşq şehwet û arezûyê dinimîne. Hîçê dinimîne. Eşq sembola hebûn û tunebûnê ye. Eşq ne tenê zayendî ye li ba nivîskar. Her wiha nivîskar di helbestên xwe de estetîka felsefeyê û felsefeya estetîkê dihone. Felsefeya ehleqê û ehleqa felsefê û eşqê di risteyên xwe de dihone. Em dikarin bibêjin nivîskar helbestên heyî rûxandiye û berê helbestê veguherandiye asteke din, çimkî heta niha helbestên wiha bi felsefeyê, matematîkê, bi fezayê, bi jiyanê, bi takesiyê, bi ehleq û estetîkê, bi eşq û mirinê, bi hebûn û tunebûnê û bi hîçê ve girêdayî pir kêm in. Belê di helbestê de meriv dikare bibêjin deriyekî nû, nifteyeke nû, serdemeke nû, şêwaz û vehonadineke nû, mijareke nû, tevnesaziyeke nû û sembol û îşaretên nû li ber çavên me raxistiye. Ji bo kurdistanê heke du bizav bêyî gotin, wekî tistekî nû bêyî gotin li Kurdistanê bi ya min bizava ewil ya teorîk Çirûskîzma Rênas Jiyan e, di helbestê de jî Hîç'a M. Zahir Kayan e. Helbet li Kurdistanê meriv dikare wan wekî bizav bihesibîne. Lê belê heke em li bêjinga dinyê xîne, na. Çimkî li dinyê kîjan bizav hatibe, ya bizaveke nû avakirine yan jî berdewama bizava berî xweyî ye. Loma ji bo dinyê na, lê ji bo Kurdistanê meriv dikare herdu berheman jî nû û bizav bihesibîne. Yek di warê teoriyê de ya din jî di warê helbestê de. Çimkî herdu jî li Kurdistanê nû ne, tiştekî nû ne. Çimkî tiştekî tenê dikare bibe nîşana bizavekê. Ha ji bo dinyê ne tiştekî nû ye. Tenê teqlîdkirineke nû ye. Welhasil helbestvanê me di helbesta kurdî de serdemeke nû li ber çavên me raxistiye. Helbestên Hîçê pirhêl in, pirmijar in û pir monologên lêpirsînên felsefîk in. Belê monologên hundirîn û lêpirsînên û pirsên felsefîk yên li ser teoriya û analîza helbestê ne. 

Sûdewergirtin:

Robert Musil, Niteliksiz Adam-1, YKY

Bertnard Russell, Batı Felsefesi -1, Say

Hin Nivîsen Nivîskar

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • 07 Gulan 2023

Kesên Şîzoîd xwe, qetiyabûyî, hategirtinbûyî, bêtêkilîbûyî, xwecihêbûyî an jî xwe biyanî hîskirin dibinîn, li cem...

Qutiya Dilê Berken Bereh

  • 08 Pûşper 2019

Ji bo Heskîfê…Her helbestvanek, ez bawer im xweserbûnek û taybetmendiyeke wan heye, her helbestvanek notayeke wan a xweser heye ango notaya her helbestvanî cuda û taybet e. Çawa...

Payîzeke Natural

  • 27 Rezber 2019

Helbestên Emerîkê Sidîqayê dengê vizîniyeke bayê naturalîstîk di guhê me de divizîne.Xeml û rewşa heyatê bi şêwazeke empresyonîst...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Martti Ahtisaari û Demîrtaş hatin ba hev

ad

Baydemîr: Bila Çîçek Sureya Taha bixwîne

ad

Rewşa Awarte li Meclisê hat qebûl kirin

ad

Kişanak: Xeyalên azadiyê dîl nayêne girtin

ad

UNICEF: Li dinyayê revandina zarokan zêde dibe

ad

'Di Pêvajoya Çareseriyê de li Kurdistanê Tevgera Sermeyedarî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname