Berî ku dest bi nirxandin û rexneya xwe bikim dixwazim bibêjim ku çîroknivîsîn û çîroksaziya Hesen Ildiz ne xirab e. Helbet em nikarin bo hemû çîrokên wî wiha bibêjin. Loma jî ez ê behsa çend çîrokên wî bikim û paşê jî behsa gelemperiya çîrokên wî bikim.
Di pirtûka Hesen Ildiz ya bi navê “Tirspîvan” de 7 çîrok hatine vehonandin. Di her çîrokê de ekleke û mijareke monologwarîn hikumdarî li metnê kiriye. Lê belê di piraniya çîrokan de vebêjiya nivîskar hikumdarî li çîrokan û li metnê kiriye.
Mînakek ji çîroka “J” yê:
Di çîroka “J “yê de monologa reşbîniya hundirîn serdestî li tevahiya çîrokê kiriye. Em dikarin bibêjin ev çîrokeke li xwe mikurhatinê ye. Heman demê vehonandina vê çîrokê dişibe şêwaza romana Kafka ya bi navê “Veguherîn” û dişibe romana Dostoyevskî ya bi navê “Nîşeyên Nepenî.” Çîmkî di her du romanan de monologên vebêjan û li xwemikurhatinên melankolîk serdestî li metnên nivîskaran kirine. Heman demê di vê çîroka me ya “J” yê de jî heman şêwaz mewcût e. Mînak ji destpêka çîroka me ya “J” yê: “ Gava di nav nivînên xwe de çavê xwe vekir, tahmeke tahl di devê wî de hebû.”(rp, 9) Mînak ji destpêka romana Dostoyevskî ya bi navê “Nîşeyên Nepenî”: “Yekî nexweş im, mirovekî bêhizur im, dibêjim qey nexweşik im, kezeba min nexweş e.” Mînak ji destpêka romana Kafka ya bi navê “Veguherîn”: “Di sibehekê de Gregor Samsa ji xewneke bi diltirs şiyar bû, nêrî ku bûye kêzikeke mezin.” Dema em li her sê hevokên xwe yên destpêkê dinêrin em fêm dikin ku melankoliyeke dilsarîn û reşbîniyeke ji heyatê sarbûyî li ber çavên me hatiye raxistin. Atmosfereke neyînî û ewrên mişt reşayîn û avis yên li ber baranî ye, xwe mîna marekî reş li nava hevokên me badayîne. Heman şêwaz hem di Kafka de û hem jî di Dostoyevskî û hem jî di nivîskar Hesen Ildiz de jî serdest e. Heman şêwaz di pirtûkên Sadiq Hîdayetî de jî serdest e. Nemaze jî di pirtûka “Bûmê Kor” de ev şêwaz heye. Em dikarin bibêjin van nivîskaran bi teknîka herkehişîn û bi vehonandineke post-modern roman û çîrokên xwe verêsandine. Di mijarên romanên wiha de derûniya serdest, derûniya vebêj e (nivîskar an jî karakter). Yanê di roman û çîrokan de karakter û vebêjerên wiha piranî xwe di melankolîzma xwe û ya heyatê de winda dikin, mijar û şêwaz jî li deredora galegalên karakter de diborin. Jixwe dema em li her sê nivîskarên xwe dinêrin û em li destpêka hevokên wan yên ewilîn dinêrin em fêm dikin ku her sê nivîskar ji me re destpêkeke nexweşîn, bêhizûr û nerazîbûneke bêhawe, heyateke sarbûyî û atmosfereke reşbînî berbiçavî me dikin. Her sê nivîskar jî berhemên xwe bi şêwaz û bi teknîkên post-modern yên monologîn û herkehişîn vehonandine. Jixwe di piraniya çîrokên Hesen Ildiz de ev teknîk û şêwaz mewcût in. Îcar em werin ser çîroka xwe ya din.
Ji çiroka Tirspîvan:
Hîn zarok bûm. Qet ji bîra min naçe. Pîrika min ji min re digot, “Ger tu nimêj nekî tê di orta cehnemê de bişewitî.”(rp, 50) Dema meriv vê çîrokê dixwîne, meriv giş xwe di vê çîrokê de dibîne, çîmkî em giş bi vê tirsê mezin bûn-e, paşê jî em giş têkoşiyan bo ku em çakûçê xwe li serê vê tirsê û desthilatdariya tirsê dadin. Yanê bo ku em xwe ji vê tirsê rizgar bikin û azad tevbigerin me hemû jiyana xwe dan ber lêpirsînan. Wekî karakter û vebêjê vê çîroka tirspîvan. Belê vebêj ketiye bin desthilatdariya tirsa xwe, a ku ji zarokatiya wî de jê re bûye milk, erê erê vebêjê me ketiye xirecira vê tirsê û bi vê tirsê re şer dike. Loma jî berê xwe heta bi mirinê vedike, bo ku xwe ji vê heqîqetê rizgar bike. Bo ku vî kirasê neyînî li ser xwe derîne û biçîrîne têdikoşe û li xwe mikur tê, li ber neynika xwe li rastiya xwe dinêre. Helbet dema meriv vê çîrokê dixwîne zarokatiya me û serboriyê me jî bi bîra me tîne. Me ji xewa me şiyar dike, dibêjin rabin herin heta zikê dê, rabin herin heta malzarokê, rabin herin heta kaînatê xwe bigihijînîn xwe û heqîqeta xwe, berê hişeçavên me û çaveaqilê me bi Adem û Hewayê jî vedike. Vebêj, dibêje rûbirû werin bi heqîqeta xwe re, encax wê çaxê belkî hûn xwe binasin. Wekî çîrokên dinê ev çîrok jî monolog û axaftin û daxuyanî û vegotina vebêj e. Loma jî bêhna melankolîzmê û reşbîniyê ji çîrokên me difûriyan...
Çîroka Anatomiya Şêwirekê:
Di vê çîrokê de çend kes (karakter) hatine ba hev û behsa romanekê dikin, behsa tevnesaziya romanê, mijar û karekteran û şêwaz û hwd dike. Wekî komeke xwendinê civiyane û li ser pirtûkê nîqaşê dikin. Bi taybetî jî di vê çîrokê de zimanê zayendî û îronîk serdestî li metnê dikir. Mînakek ji çîrokê: “Muxtarê her tim bi kîrdirêjiya xwe pesnê xwe dida û digot, “Belbî qama min du boste lê, kîrê min...” (rp, 22).Dema em li vê hevokê dinêrin em fêm dikin hem îronî heye û hem jî zimanekî zayendî serdestî li çîrokê kiriye. Lê zimanekî nêrane ye. Her wiha di vê çîrokê de koma xwendinê behsa hevşabûnên di romananên kurdî dike û van berheman bi awayekî analîtîk rexne dikin. Hevşabûnên wan wekî pornoyê dibînin. Li gor komê mêrên kurd hevşabûnê wekî pornoyê bikartînin û jinên xwe jî fêrî pornoyê û jiyana pornoyê dikin. Yanê li gor vê koma xwendinê roman an jî berhemên kurdan nizanin erotîzmê bihonin, pornoyê dihonin. Loma karakterên wan ên mêr di rola pornoyê de erotîzmê dikin û karakterên jin jî dielimînin pornografiyê. Talî nivîskar di vê çîroka xwe de berê fîşekên xwe yên tekoderb daye ser nivîskarên kurd û nezanîbûna wan ya vehonandina erotîzmê. Mînak ji çîrokê: “Hevşabûnên di pirtûkan de hemû porno ne" û wisa didomand. Digot “Mêr hevşabûnê ji pornoyan dielimin jin jî ji mêran. Loma ger nivîskar jin be jî mêr be jî gava qala hevşabûnê bike bixwaze nexwaze jî qala pornoyekê dike.“(rp, 23) Dema em li vê paragrafê dinêrin em fêm dikin nivîskar analîzeke civakî dike, behsa bingeha bihevşabûna kurdan dike, helbet nivîskar serwext e loma krîtîka analîtîka hevsabûnên kurdan dike. Her wiha di vê çîrokê de behsa nêremoyan û homoseksuelîteyê jî tê kirin. Koma xwendinê di vê romanê de behsa bextê karakterê romanê Ferxe dikin. Dibêjin ger Ferxe bi rastî keçeke pir delal bihata belkî nebûya nêremoyek. Yanê bi kurtasî çend ciwan li hev civiyane û behsa naveroka romanekê dikin û nivîskar ev şêwra xwendevanan ji xwe re kiriye mijara çîroka xwe. Li gor çîrokê jî nivîskar wekî serwextê vê mijara zayendî be û krîtîk û analîtîkên xwe yên civakî û civaknasiya zanyarî berbiçavî me dike. Yanê nivîskar hay ji xwe heye û şiyar e. Dema vegotin û kritîk û analîzên xwe dike.
Çîroka Utopyaya Utopîk:
Di vê çîrokê de jî serpêhatî û serboriya kalikê karakterê me ye. Guftûgoya navbera karakterê me û kalikê wî ye. Di çîrokê de kalikê karakterê me ji wî re Rojnivîskek û nameyek hiştiye û karakterê me jî mîna çîrokeke zindî be ji me re vedibêje. Bi zimanekî îronîk û zayendî vedibêje. Di çîrokê de kalikê wî behsa têkoşîna xwe, pesnê nîhandinên xwe yên li hember desthilatdarên xwe, şerên xwe û gelek tiştên din dike, hema em dikarin bibêjin behsa her tiştên xwe dike. Mijar esas di vê çîrokê de mêtingehî û bindestî û serdestî ye. Tenê kalikê karakterê me bi name û rojnivîsekê aniye ziman. Lê bi zimanekî îronîk û car caran bi zimanekî tund û zayendî....
Di gelemperiya çîrokan de vebêj desthilatdarî li metna xwe dikir yanê vebêj zanîn û zanebûna xwe vedigot û destnîşanî me xwendevanan dikir. Îcar pirs ev e? Di metnekê de desthilatdariya vebêj an jî desthilatdariya vebêj ya li ser metnê divê hebe an na? An jî divê metna me desthilatdariyê li nivîskar bike an jî nivîskar desthilatdariyê li metna xwe bike? Helbet di her berhemê de vebêj û karakter desthilatdariya xwe destnîşan dike. Lê divê ev desthilatdariya a vebêj be an jî ya karakter be welew ya herduyan be, loma xalên girîng in van pirsan. A rast kîjana ye? An jî a herî rast heye gelo? Welhasil em dikarin bibêjin nivîskar di çîrokên xwe de behsa serpêhatî, ceribandin, serborî, dîrok û dema xwe ya zanîngehê dikir. Bûyerên di dema zanîngehê û yên zarokatiyê ji vebêj re bûye milk behsa wan dikir. Her wiha behsa desthilatdariyê, mêtingehiyê û bindestiyê dikir. Her wiha nivîskar di çîrokên xwe de bûyerên trajîk yên hatine serê kurdan bi şêwazeke monologîn û xewnewarî û groteskwarîn vehonaye. Mînakek ji çîroka “Xewna Dîrokî”: “Ez Mahabad im. Zarokekî ku bi hêviyeke mezin hate dinê lê hew yazdeh mehan li ser erdê dinê ma.“ Dema em li vê hevokê dinêrin em fêm dikin vebêj behsa damezirandina Mahabadê dike û Mahabadê dişibîne zarokekî yanzde mehî yê ji zikê dêya xwe welidî ye. Ev şibandin dişibe strana M. Sêxo ya ku dibêje: “Kurdistana delal im herkes tên min dixwazin.” Çimkî di vê hevokê de jî Kurdistan şibandiye qîzeke pak û bedew û delal, loma jî herkes tê wê dixwazin. Ji vê hêlê ve gelekî dişibin hevdu. Gotin û hevokên entîqe ne. Kurtehevok in lê belê pirwatedar û pir-ramanî ne.“ Em dikarin bibêjin Xewna Dîrokî çîroka xewna monologa desthilatdariyê û bindestiyê ye. Her wiha nivîskar behsa sêdarkirina Sêx Seîd jî dike. Loma ev çîrokeke dîrokî û mêtingehiyê, serhildanan, desthatdariyê û bindestiyê ye. Nivîskar hema hema hemû çîrokên xwe bi şêwazeke îronîk û trajîk û groteskwarîn verêsiyaye. Di vegotin û gotinên xwe de nivîskar zimanê zayendî zêdetirîn bikaraniye. Di piraniya çîrokên monologîn de bêhna melankolîzmê ji wan difûriyan. Di çîrokên xwe de behsa trajediya Mahabadê, Helebçeyê, sînemaya Amûdê û hwd kiriye. Yanê mijarên çîrokên me çiqas cihê bin jî bingeha çîrokên me piranî li ser esasên monologên vebêj hatine avakirin û di avakirina van monologan de li xwe mikurhatinî hikumdarî li metnê û vebêj kiriye...
Dostoyevski, Can Yayinlari, rp,11
Kafka, Cem Yayinevi, rp,5