Ji ber bêfersendiyê min duh nivîsa cenabê te xwend!
Ya rast, ez pê êşiyam ku te nivîs giş wekî bersivdayîna li enameya xwe dîtiye û vê hizrê jî kiriye ku tu bifûrî!
Xwezî te bersivnivîsa xwe, li gorî pişka bi pahra te ketî nivîsandibûya.
Lewre, heta vê hevokê jî cenabê te di wê nivîsê de nîn e:
‘………………..
Kekê dil, ezbeniyo, bawer bike dizanim ku Huseyîn Çelebî ji malbatek Dêrsimî ye, li Almanyayê ji dayika xwe bûye, mimkûn e ku bi kurdî nizanibe… û pê dizanim; piştî ku ji hepsê hatiye berdan li tevî PKK’ê bûye û di sala 1992’yan de di şerê birakujiyê de li Başûr bi destê birayekî xwe hatiye kuştin…
Kî nizanibe tu nêzedostê min dizanî ku ez ne layangirê peydakirina kêşe û arîşeyan im…û di heman demê de hevalbendê kûrkirin û gurkirina nakokî û newekheviyan...
Hinek ‘cenab’- ku tu ne ji wan î; ji ber ku tu ya xwe rasterast dibêjî û dinivîsî-nakokiyên di navbera hêzên siyasî de dikarin bikin/dikin ‘pêxwarina’ xwe.
Lê… ez?
Lê tu?
Erê, gotine, ‘kesek nabêje mastê min tirş e’
Bawer bike ku tirş be, ezê bibêjim tirş e.
Û di wê nivîsa ku kiriye dilê te ji min bimîne de, ne wesfê kesekî/kesinan;
yê liv û lebateke edebî heye.
Û tikayek:
Ji kerema xwe careke din li wê nivîsê vegere.’
Belê ezbenî…pahra te ya di nivîsa min de ev hevok û bendên li jor in!
Lê te çi kiriye?
Te bi hêrs û bi kerbeke nedîtî rahiştiye pênûsê û heta niquta hibrê ya dawî, pend û şîretên ku ‘min got’ê dest pê dikin û bi gotinên dilsotîner diqedin, dawî li nivîsa xwe anî ye!
Ji ber ku te anî ye ser xwe, te li xwe qewimandiye û milê xwe pê giran kiriye ez ê hew du waran ronî bikim:
Yek, wekî ku cenabê te jî dizane; li Bakur û li Başûr; li Ewropaya ku gelek cenaban û alîkereman konên mîrnişîniya mişextiyê lê vegirtine şevên edebî, kor û semîner, şahî û rojên yadikirinê, festîval û rojên helbestxwendinê; û her wiha pêşbaziyên helbest û çîrokan; çi yek zimanî çi pirzimanî pêk tên…
Yek ji wan liv û tevgeran jî ne ji hêla kes û komên serbixwe; ji layê sazî, dezgeh û komeleyên nêzî bîrdozekê têne li dar xistin.
YXK jî yek wan saziyan e, ku li mişextiyê ji hêla ciwanên kurd ên nêzî tevgera PKK’ê hatiye damezrandin û her sal li jêr navê Huseyîn Çelebî pêşbaziyekê organize dike.
Cenabê te dibêje, “Min got belkî tu bikî guhar û têxî guhê xwe ko ji tu şan û şohretê re nemizicî û bi pênûsa xwe bibî lehengekî ji marîfeteke dîroka hemdemî, li beza wêjeya vî erdî; lê hew min dît ko tu li ser kursiya ‘heq û edaletê’ rûniştiyî û ji xêra xwe re hildibijêrî helbestvanên ji ‘kelama mewzûn li banê gerdûn’ê…”
Ezbeniyo, guhê min ne yê guhara ye û min nedaye du navdariyê, qapanî û quretiyê…
Yên ku li ser nevê pêşdebirina ziman û wêje û çanda wî qewmê xwelîser li hundir li der li text û tacan, li qesr û qonaxan, li mal û mewdan digerin dikarin qure bin, mizir mizir bimizicin..
Kursiya ku tu dibêjî, ‘kursiya heq û edaletê’ - em bibêjin dîwan- ji ber ku ne ji min bi tenê, ji sê kesan pêk tê; ‘ji xêra xwe re min kesek nekiriye ‘ala kelama mewzûn li banê gerdûn’!
Û…û ji kerema, destê xwe deyne ser çiçika xwe ya çepê û nivîsa min û ya xwe li ber xwe bike diraxe, û baş bieyşêne ka kîjan nivîs mişt pend û şîret û qewitî ne, û kijan jê raste rast xitabî takekesî ne!
Ez çi bibêjim.
Bibêjim dilê min ji te nema, ez ê virkerê li xwe û li te bim!
Bibêjim ma, dê dilmayê di dilê te bim!
Belê ezbenî, te riceya min aniye cih, lê…ya te kirî, ev gotina pêşiyan e:
Ji bo kêçekê agir berda lihêfekê!
13/12/08, Amed
Nivîsên bi vê nivîsê ve eleqedar:
- YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî


