Diyarname
Li Ewropayê ji bo serdema lîga 2015-2016'an yekemîn şampiyon derket holê. Li Yewnanistanê Olympiakos vê hefteyê li mala xwe Veria kir mêvan û bi 3-0 ew têk bir. Bi vê yekê pûanên xwe derxist 67'an û hê 6 hefte mane ji bo lîg bi dawî bibe şampiyoniya xwe ragihand jî.
Li Lîga Super a Yewnanistanê vê hefteyê maçên hefteya 24'an hatin lîstin. Yekemînê lîgê Olympiakos li mala xwe lige tîma Veria lîst. Bi golên David Fusten (2 gol) û Alan Pulido tîmê maç bi 3-0 bi dest xist û pûanên xwe derxist 43'yan. Hê 6 hefte mane lîg bi dawî bibe. Olympiakos bi vê yekê bû 6 caran ser hev de dibe şampiyon û her wiha li temamê dîroka fûtbola Yewnanistanê de bû 43 caran dibe şampiyon (Piştî wan Panathinaikos 20 caran, AEK 11 caran bûye şampiyon).
Olympiakos ku di sala 1925'an de hatiye avakirin di 24 maçên îsal de 22 caran bi ser ketiye, carek wekhev maye û carek jî têk çûye. Û tîmê heta niha 60 gol avêtine û 12 gol jî xwarine. Piştî wê AEK Atîna di rêza duyemîn de ye û xwedî 49 pûanan e. Her wiha Panathinaikos jî di rêza sêyemîn de ye û 42 pûanên wê hene.
Teknîk Dîrektorê Olympiakosê Marco Silva (Ji Portekîzê ye û 38 salî ye) ye. Ji lîstikvanan Kostas Fortunis 15 gol avêtine û li nav tîmê herî zêde wî gol avêtine îsal. Piştî wî bi 7 golan Brown Ideye tê.
Olympiakos par jî berî lîg bi dawî bibe bi 4 hefteyan şampiyoniya xwe ragihandibû.


