Diyarname
Jûdokarê kurd Ruslan Şaxbazov di Tûrnûvaya Ciwanan a Ewropayê de bi ser ket û madelyaya zêrîn bi dest xist.
Jûdokarê kurd Şaxbazov di sala 1996'an de li herêma Krasnador a Rusyayê hatiye dinê. Wî ji zarokatiya xwe ve bala xwe daye ser spora jûdo û li ser vê perwerdehî dîtiye. Ji sala 2011'an ve di nav tûrnûvayên xwendekarên ciwan ên Rusyayê de bi ser dikeve û niha jî di Tûrnûvaya Ewropayê de bi ser ket.
Şaxbazov di beşa giraniya 100 kîloyî de bû yekemîn û medelyeya zêrîn girt. Di Tûrnûvaya Ciwanan a Ewropayê de ligel Stefan Hegile hat hemberî hev. Şaxbazov reqîbê xwe têk bir û bû yekemîn.
Ji ANF'ê hatiye girtin


