Diyarname
Di bin pêşengiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de konvoyek aîdê Koalîsyona Navneteweyî îro kete navçeya Sirînê ya Kobanî.
Li gor nûçeya ANHA'yê di konvoyê de panzer, erebeyên leşkerî û cebilxane hebûn. Konvoy serê sibê ji Til Temirê kete rê û gihîşte Sirîna Kobanî.
Berî ku dewleta Tirkiye êrîşê Rojava bike hêzên navneteweyî li Kobanî û derdora wê hebûn lê bi paş ve vekişiyabûn. Niha hê nayê zanîn ew dê herin Kobanî yan na.
(Her ku agahiyên nû bên emê lê bikin)