Asîmîlasyon pirgirêkeke me ya herî mezin e û roj bi roj hemû dinyaya me bi dorfirehî dorpêç dike.
Heta niha bi giştî em li ser sersedema asîmîlasyonê rawestiyan. Me bala xwe da kirdeyên vê mekanîzmaya ku wekî hûtekî bi ser me de tê lê em li pratîzekarên xwecihî ranewestiyan.
Ji bo vê jî divê em êdî bala xwe bidin kirdeyên xwecihî yên ku vê mekanîzmayê di nav me de bi cih dikin.
Sê kirdeyên sereke yên asîmîlasyona xwecih:
Siyaseta kurd û siyasetmedarên me
Aktorên pêşî yên asîmîlasyona xwecih siyasetmedarên me ne. Saziyên siyaseta kurd wekî aşê asîmîlasyonê digere. Ez gelek caran bûme govan ku kesekî/a ku bi tirkî qet nedizanî di demeke pir nêzîk de bû bilbil û hînî tirkî bû. Helbet ev hînbûna tirkî li ser hesabê kurdiyê bû. Her ku ciwanên me yên ku me ew hînî tirkiyê dikirin roj bi roj ji kurdiyê bi dûr ketin û piştî demekê gihaştin wê rewşê ku bibêjin, “em nikarin bi kurdî xwe îfade bikin.”
Siyaseta me hemû argumentên xwe yên siyasî di ser zimanî tirkî re afirandin û dîsa di ser wî zimanî re ew gihandin civaka kurd. Bîr û baweriyeke wiha çêbûbû ku êdî bi kurdî siyaset nikaribû were kirin. Li vir, xwe bi yê pêşberî xwe dan fêhmkirin xala herî girîng bû û meseleya zimên xala herî dawî bû di siyaseta me de, bêyî ku em bizanibin binyada siyaseta me ziman û qedexekirina zimên e!
Me ev aşê asîmîlasyonê di her malê de, di her civîna xwe de, di her têkiliyên xwe yên takekesî de gerand ta ku em jî tê de bûn wekî genimê ketibe ber çerxê êş de û huromuro bûbe.
Siyaseta me berî her tiştî diviyabû hişmendiya li zimên xwedî derketinê bi me bida fêhmkirin û mixabin berovajiyê vê rolê tevgeriya û wekî encam siyaseta ji zimanê xwe bi dûr ketinê kir.
Îro hê jî gelek rêveberên me yên siyasî di hêla zimên de ne xurt in û gelek jê nizanin bi kurdî bixwînin û biaxivin. Dema nîqaşên siyasî germ dibin ew hê jî xwe dispêrin zimanê tirkî.
Trajedî-komedîyeke wisa ye ku gelek parlementerên kurd bi kurdî nizanin û di mîtîngan de li hermberî bi 10 hezaran kurdên ku ji gotinên wan yek peyvê jî fêhm nakin bi tirkî diaxivin.
Ji bo ku siyaseta kurd xwe ji parçebûna vê asîmîlasyonê rizgar bike divê di demeke herî nêz de polîtîkayeke zimanî biafirînê. Heta ku ev pêk neyê jî ew ê neçar bimîne ku bibe parçeyeke mezin a vê asîmîlasyonê ku di siberojê de wê nikaribe xwe ji vê berpirsyariyê xelas bikê
Rojname û kovarên kurdan ên bi tirkî
Rojnameyên kurdan ên bi tirkî jî dikevine nav kategoriya kirdeyên asîmîlasyona xwecih. Rojname û kovarên ku bi destên kurdan lê yên bi tirkî li gel ku kiriyarên wan tenê kurd in jî ev rojname û kovar bi rik xwe digihînin kurdan û wekî encam dibine parçeyekî ji vê asîmîlasyonê. Bi destên xwe her roj em bi deh hezaran rojnameyên bi tirkî dixin malên kurdan û bi wan didin xwendin. Em siyaseta xwe, mafdarbûyîna xwe bi zimanekî din digihînin kurdan û bi wan didin fêmkirin.
Helbet dema ku em vê dikin haya me jê nîn e ku em jî dibin parçeyekî ji vê asîmîlasyonê loma di vir de mebest siyaseta xwe veguhaztina yê/a kiriyar e. Ji bo vê jî di vir de jî ziman ne ew qasî girîng e. Heke cihek ji zimên re hebe ew jî xala herî dawî ye.
Rewşenbîr, nivîskar, wêjevanên kurd
Rewşenbîr, nivîskar û wêjevanên kurd ên bi kurdî nizanin jî yek ji aktorên herî girîng ê vê asîmîlasyona xwecih in. Ew ji bilî tirkî nikarin xwe bigihînin kurdan. Dema ku em zimanên tirkî ji wan bistînin di nav kurdan de ew ê nikaribin yek peyvê bibêjin, wê nikaribin bi kurdî rewşenbîrî, nivîskarî û wêjevaniyê bikin. Dema ku zimanê tirkî ji wan werê standin nikarin bi kurdî derdên kurdan bibêjin û ji bo vê jî hetanî ji destê wan tê ew naxwazin dev ji zimanê tirkî berdin. Dîsa ji bo vê sedemê jî gelek ji wan naxazin rojname û kovarên bi destê kurdan lê yên bi tirkî weşanê dikin werin girtin û bi vî awayî xwe li ser kurdan ferz dikin.
Xwendevanên zanîngehan
Piştî siyaseta kurd yek ji aktorê herî girîng ê asîmîlasyona xwecih xwendevanên zanîngehan in. Ew jî bi qasî siyasetmedarên kurd aşê asîmîlasyonê di devê xwe de digerînin û wê bi xwe re dibine quncikê herî xalî yê nav kurdan. Ji ber ku xwendevanên zanîngehan bi piranî polîtezebûyî ne û ji ber ku ev polîtîzebûna wan di ser tirkî re pêk hatî ye, di demeke nêzîk de ew hînî fikirîn û nîqaşên bi tirkî dibin û piştî wê jî hemû aktîvîteya xwe ya jiyanê bi tirkî pêk tînin. Ji bilî, “merhaba, tu çawa yî, baş î” û hevokên bi vî rengî êdî ew hemû danûstandina xwe bi tirkî dikin.
Ji ber ku xwendevanên kurd ên zanîngehan gelek in û ji ber ku ew ji rewşenbîr, wêjevan, nivîskarên kurd lê tirkînivîs bêhtir di nav civakê de ne, di kolanan de ne ew bi awayekî bihêztir dinyaya kurdan ya kurdî dorpêç dikin û dikin ku wê bifetisînin.
Wekî ku xuyanî dibê aktorên asîmîlasyona xwecih bi piranî “tabaqeya jorîn” a kurdan e. Siyaset, rewşenbîr, xwendevan û rojnameyên ku diviyabû li pêşiya asîmîlasyonê bibûna asteng mixabin dibine rêveker û hêzdar û rêveberên asîmîlasyonê.
Kurdên derveyî van kategoriyan bi piranî jiyana xwe bi kurdî didomînin. Pîrik û kalik; bapîr û bav; xaltî û xal; jinap û apên me bi piranî hemû danûstandina xwe bi kurdî dikin û aşê asîmîlasyonê di dev û mêjî û di dilê wan de nagerê. Ew li gundan jî, li metrapolan jî bi kurdî didin û distînin.
Dibe ku ji bilî van kategoriyên rêzkirî hin kategoriyên din jî hebin. Lê bi ya min ên herî bi bandor ev in. Ji bo vê jî heke bi rastî em dixwazin asîmîlasyonê têk bibin divê siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, xwendavanên me yên zanîngehan rola xwe ya di vê asîmîlasyonê de bibînin û pêşî wê di xwe de têk bibin. Heke ev yek pêk werê em dikarin bibêjin ku me pişta li asîmîlasyonê şikandiye!


