AMED
Du heyetên ji komên cuda yên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) piÅŸtî hevdîtinên xwe yên li Mexmûr û Rojava, daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Heyet ji mebûsên HDP'ê Selma Irmak, Gulser Yildirim, Ayla Akat Ata, Faysal Sariyildiz, Îbrahîm Ayhan, Mulkiye Bîrtanel, Erol Dora, ÅŸaredar Gultan KiÅŸanak, Febrûniye Akyol, Firat Anli, Sabrî Ozdemîr,Emrûllah Cîn, Feleknas Ûca, Mûstafa Ûygûner û Samî Akyol pêk dihat û wan li BaÅŸûr û Rojavayê Kurdistanê rewÅŸa penaberan ÅŸopandin.
Heyet li baÅŸûrê Kurdistan çû Zaxo, Duhok, LaleÅŸ, Hecî Awa, Ranya Mexmûr û Ankawa, li rojavayê Kurdistanê jî çû Kantona Cizîrê û paytexta îdarî Amûdê.
Vane kîteyên ji daxuyaniyê:
- Di hevdîtinan de bi nûnerên partiyan, penaberên li kampan, hêzên parastinê, nûnerên Keldanî, Asûrî, Suryanî re hevdîtin hatine kirin û rewÅŸa wan hate ÅŸopandin.
- Di serî de Zaxo, Duhok û Rojava bi sed hezaran kesî xwe li van cihan girtine. Li van deran pêwîstiya lezgîn bi alîkariyên bingehîn ên însanî heye.
- Mexmûriyên çûne herêma Ranya û bi deh hezaran Asûrî, Keldanî û Suryaniyên ji Nînovayê hatine Ankawayê, neçar mane ji cih û warên xwe dûr, bi cih bibin. Bi taybetî li Zaxo û Duhokê mirov li înÅŸaetan, li ser rê û qadên vala tijî bûne. Li gorî saziyên fermî hejmara mirovan a hatine van her du cihan 400 hezar e. Mirovên ji ber hovîtiyê ji cih û warên xwe bûne, ji bo vegerê balê dikÅŸînin ser pêkhatina ewlekariyê. Di vê mijarê de di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li raya giÅŸtî ya navneteweyî dikin.
- Bi deh hezaran mirovên derbasî Rojava bûne, di nava ÅŸert û mercên ÅŸer de li kampên hatine avakirin bi alîkariya gel hewl didin birînên xwe bipêçin û ji aliyê hiqûqî, siyasî, ewlekarî, civakî û çandî ve hewl tê dayîn pirsgirêkên wan bên çareserkirin.
- Divê çav li vê qirkirina spî û modern neyê girtin. Bi avakirina mercên ewle de pêwîste veger pêk were. Ji bo mercên însanî û çareserkirina pêwîstiyan divê hemû hêz seferber bibin. Ne tenê xwarin, ji aliyê tenduristî, perwerde û yên din de jî pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye.
- Penaberên Åžengalê daxwaza statuyeke taybet dikin. Bi taybetî rayedarên gelê Åžengalê xwestin ku ji bo Åžengalê statuyeke taybet bê dayîn. Statuya xweser a Rojava jî bê naskirin û di asta navneteweyî de alîkarî jê re bê kirin. Ji Åžengalê re statu tê xwestin. Pêwîst e rewatiya parastina cewherî ya gelan bê qebûlkirin.