Gotine, ‘ku ne ji fitne û fesaden be, gur û mî wê bi hev re biçêrin’!
Evcure bihevrejiyîn li ser rûyê serzemîn xewnek e, gelo?
Yek hov, dir î dirinde; yek kedî!
Yek goştxwir e; ya din geyaxwir!
Yek; xwir î xwirek…û her ku dixwe ekla goşt, wî ber bi xwînrêjiyê de diajo; ya din li beyar û quntaran li dû teyak geya, pelek nefel, pelçimê darekê… da bixwe û guhanên xwe tijî şîr bike…
‘Çîrok’a mirov jî di bingeha xwe de ma ne çîroka ‘şîrvexwarin’û goştxwarinê’ ye:
Çîroka Şengê û Pengê bînin bîra xwe:
Maka ku diçe zozanan da bixwe kizwanan, şîr têxe guhanan û vegere li kahrikên xwe, li vegerê bi poşan çi naîne serê gurê ku di postê mîyê de!
Weke gotina pêşiyan,’a dinê, a dinê; çavên gur li bizinê’; mak, zane ku gur herdu ezîzên ber dilê wê; kahrikên bi navê Şengê û Pengê radene çavên xwe .
Mirov, ma ne ‘gurekî’ di postê ‘miyê’ de ye?
Û pêşiyên ‘gur’ gotine, ‘dinya pêkarin e’!
Ma ne pêkarînbûya darê dinyayê, Elmanan di rojeke ji rojên vê meha Îlonê de mîna gurên sibatê har û birçî… dadidan welatê Poloniyan?
Ha ji we re ‘gur’, ha ji we re mî!
Ma ne, ev ‘guritiya’ Elmanan, an go ev fitneyiya Bekoyî ye ku dibe destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn!
Di vî şerê kirêt û lihevpahveker de, mirovahiyê ji malbata xwe; sivîl û leşker pêk ve 67 milyonan di maweya 6 salan de nake ‘goriyê’ xezaba ‘guritiya’ xwe!
Goriyên Şerê Cihanê yê Duyemîn, weke gotina ‘ku agir bi çiyê bikeve hişk û terr bi hev re dişewite’ hima bêje fîftî fiftî ne:50 milyon leşker,47 milyon şahrewar/sivîl…
Lê jimara wendayîyan hê jî ne diyar e.
Û ya birîndaran jî… û kor û bêçeng û bêlingan jî…
Û ya tiyan … ya biyan… ya sêwiyan jî…
Gunehê hemûyan, hûr û gir li ber teraziya Rehman di stûye stûr î pahn yê Adolf Hîtler, Benito Mussolînî, Josef Stalîn, Winston Churchill, Franklîn Roosevelt de…
Jixwe, li vê dinyayê li wê dinyayê êşkêşên herdu şerên rûxiner dê dawedarê wan bin!
Ew, ezabê qebrê bikişînin jî li hêla din; heta ku çûne ezab û azara sed qebrî bi mirovahiyê dane jiyandin û kişandin…û çûne.
Û… mirovahiyê ji roja roj de li hêlekê govanda şahiyê gerandiye, li hela din konên şînê vegirtiye, şîna xwe gerandiye û gorandiye.
Şîn;‘sûretê ereb’ yê mirovî ye.
Bi gelemperî tewahiya mirovahiyê, bi taybetî pêşewayên neteweyên ku neteweyê xwe, xwîna xwe, ola xwe, bîrdoza xwe…di ser hemû bedewî û hêjayîyên jiyanî û mirovî re bilindtir û berztir girtine/digirin; bivê nevê bûne şîrêkê pahra mezin yê gunehên ku mirovan li mirov kirine .
Kurdan gotiye, ‘semyantî kusriya ji agir e, her qûn li ser nasitire’!
Berpirsiyariya berpirsan, û her weha gunehên wan di dawiya dawî de gunehkariya herî mezin e, ku hewwelatî û niştecî nikarin xwe jê ‘bêrî’ bikin!
Çi mirov be, çi malbat, çi êl û bavik û eşîr…di rêveberiyê de her serok her pêşewa di ber dahatûya qewmekî re, fîşekeke din; fîşeka mayîndekirina desthelatê dajo devê tivenga siberojê!
Siberoj text e, tac e!
Siberoj dest û pê û desthelat e!
Siberoja pergelan ji roja ku pergal dihêt sazkirin, weke singekî tu bikûtî û kesek neşê hilke, di nava herdu polên civakê de tê kutan!
Niha, tirkan xwe bi heft werisan bi Singê Komara yek ziman, yek netew, yek al ve girê dane, û ne bi minê ne bi teyê… heştê sal e ku ji heftûheşta xwe nayên xwarê!
Karesata ku bi serê kurdan û pê re bi serê dewlet û hemwelatî û reveberên tirk de hatî, ma ne ev ‘singê’dahatûya bê dahatû yê Komerê ye, ku kurdan jî tirkan jî tînê serê kêje-lateke kûr… û bêbinî?
Pêlên civakî weke bayê nesîmî carinan bi navê ‘aştiyê’ radibin.
Tirkên ku girêka xwe li werîs dan û pişt re jî gotin ‘li cîhanê aştî, li welêt aştî’; mixabin ku mijar pirsa kurd be, şûrê xwe didin ber devê mivredê, û dibêjin ‘ne me dît, ne me bihîst’!
Wê bibihîzin
Rojekê nezîk ne dûr, dengê tiliyan wê bibihîzin!
Rojekê, nexwazin jî, kevokên baskspî wê bi ber awira wan kevin.
Di vê heyva ku Elmanan bi tenq û debabeyên xwe û potînên hate binê çongê reş î dirêj pê li axa welatê Poloniyan kirin, di Roja Aştiya Cîhanê de kurd doza aştiyê dikin!
Welatê kurdan hatiyê dagirkirin ne yê tirkan?
Û pêşiyên kurdan gotine, ‘ yê ku bi qasî li talanê hinekan bide bi hêz be, aştiyê naxwaze’!
Digel vê peyva rastgo ya pêşiyan, ez bi xwe ne ji qelsî; ji dil dibêjim:Aştî!
Lê; bi bazar û bi biryar; ne aştiyeke ji hejarî!
01/07/08/Amed


