Diyarname
10 karkerên Ulkerê ji ber ku sendîka guhartin ji kar hatin avêtin. Wan jî di merasima vekerina TUYAP'ê de pankart vekirin û çalakî li dar xistin.
Ulker li Tirkiyeyê bi diruşma "Bavê êvarê ulkerê biskuvî bîne" zêdetir hat nasîn. Paşê Ulkerê ligel biskuvîtan çîkolata û gelek cureyên din derixistin. Herî dawî jî Ulkerê 3'yemîn çêkera mezin a biskuvîtan a dinyayê Godîva û her wiha markeya United Biscuit stendin. Ulkerê ev yek bi keda karkerên xwe yên ku bi salan e dixebitin bi dest xist. Niha ji van xebatkaran 10 jê ji kar hatin avêtin. Van 10 karkerên di vekirina Fûara Pirtûkan a Stenbolê de çalakî li dar xistin. Karkeran got ku bi salan ew bi heqdesteke biçûk, di gelek saetên dirêj de dane xebitandin, her carê ku çûne ber deriyê sendîkaya xwe Hak-Îşê lê tu encam negirtine. Wan got ku Hak-Îş bûbû wekî parêzvanê patron û loma jî wan mafê xwe yê ji zagona bingehîn girtine sendîka guhartine û derbasî DÎSK GIDA ÎŞ'ê bûne. Tam di roja ku bûne endamê DÎSK GIDA ÎŞ'ê ji kar hatine avêtin. Karkeran di çalakiya xwe de got ku hin ji hevalên wan ev 20 sal in di heman saziyê de dixebitin, xwestin mafê wan bê parastin, ew dîsa vegerin ser karên xwe.
Karkerên ku di fabrîkeya Ulkerê ya li Topkapiya Stenbolê de dixebitiyan 27'ê meha borî ji kar hatine derxistin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Di Fûara Pirtûkan a Stenbolê de çalakiyên kurdî û weşanxaneyên kurd
- Mêvanê rûmetê û welatê mêvan ê Fûara Stenbolê


