Diyarname
Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek ku li Cizîrê xebatên xwe didomîne îro 2'yemîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar xist. Kongre li Salona Şaredariya Cizîrê li dar ket. Di kongreyê de Peyman Orun û Edip Oruç ji bo Hevserokatiya Komeleyê hatin hilbijartin.
Di kongreyê de piştî sazkirina dîwanê axaftin hatin kirin. Mebûsa DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî û got, "Her gel bi ziman û çanda xwe heye.Ji bo vê yekê têkışîna ji bo ziman girîng e. Birêz Abdullah Ocalan di hevdîtineke xwe de gotibû wî bêriya axaftina bi kurdî û guhdariya li dengbêjan kiriye. Ew bêrî ji bo me peywir e û emê xwedî lê derên."
Hevserokê Komîsyona Çand û Ziman a DEM Partî Heval Dilbijart jî xaivî got, "Dixwazin zimanê kurdî tune bikin. Ev sûcê mirovahiyê ye. Dijî vê gere em her malî bikin dibistan. Ji bo vê yekê em dibêjin li her derê kurdî. emê li her derê, her qadê bi kurdî bijîn."


