Diyarname
Ev dîmen li aliyê rojhilatê Kobanî ku herî zêde li wê derê şer gur bûbû hatiye kişandin. Dîmen ji mewzîyeke YPG'ê ji aliyê hevalê me yê rojnameger Ersîn Çaksu ve hatiye kişandin. Dîmen rewşê baş vedibêje. Lê bila bê zanîn ku roj wê bê, ev der careke din dê wekî berê şên û geş bibe. Ev avahî dê careke din bêne çêkirin, dê dengê zarokan careke din ji nav van kuçeyan bê...
Foto: Ersîn Çaksu


