Diyarname
Hikumeta Tirkiyeyê yek bi yek bi kayyumê dest datîne ser Şaredariyên DBP'ê. Îro jî dest danîn ser Şaredariyan Licê.
Duh êvarê polîsan bi ser şaredariyê de girtin û lêgrîn pêk anîn. Di vê demê de polîsan dora şaredariyê û dora Qeymeqamiya Licê bi bariyeran dorpêç kirin. Serê sibê dema xebatkar hatin şaredariyê bi gotina "Li hundir lêgerîn heye" ew negirtin hundir. Poşê polîsan bang kir, "Werin deriyên odeyên xwe vekin û paşê herin mala xwe, li vir nesekinin."
Piştî lêgerînan hat ragihandin ku Qeymeqamê Licê Sinan Başak wekî kayyum bi ser Şaredariya Licê de hatiye tayînkirin.
Heta niha dest danîne ser 70 şaredariyên DBP'ê.