logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

"Parîsabad" hat!

Nivîskar Fawaz Husên piştî pirtûka xwe ya bi navê "Amîdabad" vê carê bi "Parîsabad"ê derket pêşberî xwendevanan.

  • Dîrok: 29/10/2010
  • Beş: Berhem
Diyarname
Nivîskar Fawaz Husên piştî pirtûka xwe ya bi navê "Amîdabad" vê carê bi  "Parîsabad"ê derket pêşberî xwendevanan. Pirtûka çîrokan "Parîsabad"a Husên ji  Weşanên Avestayê derket.

Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wekî beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê dinivîse.
“Di destexaniyê xwe de, li qata heftan, li bajarê Parîsê, bîranînên min wekî libên tizbiyek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Li Porte des Lilasê, ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji bîst û pênc salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavî dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li Parîsê me, li paytextê Fransayê me, lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim. Erê ez li kêleka çemê Seinê dijîm, û ji do êvarê de pir diçelmisim, lê ez bi roj û şevan dikevim çemê zaroktiya xwe û ez di hembêza bavê xwe de ajne û sobahiyê dikim.”

Fawaz Husên kî ye?

Fawaz Husên li gundekî ji derdora Amûdê hatiye dinê. Ew li Amûdê mezin dibe û xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn lê dixwîne. Paşê, ew beşê edebiyata fransî li zanîngeha Helebê hildibijêre. Di sala 1978'an de, ew digihêje Parîsê û li Sorbonnê xwendina xwe ya bilind di sala 1988'an de diqedîne û dibe doktorê ziman û wêjeya fransî.
Fawaz Husên niha mamosteyê zimanê fransî ye li wezareta perwerdekirinê, li Şaredariya Parîsê û li Zanîngeha Sorbonnê. Ew endamê Rêxistina Nivîskarên Fransayê ye û hem bi fransî, hem bi kurdî dinivîse. Parîsabad berhema wî ya nehan e ku bi yekî ji van her du zimanan çap dibe.
Di Parîsabadê de, di van kurteçîrokan de ku mirov dikare wan wek beşên romaneke hevgirtî bixwîne, Fawaz Husên li ser mijara derbideriyê, li Ewropayê û bi taybetî li ser Parîsê, dinivîse.

Berhem û wergerên Fawaz Husên

- Siwarên Êşê. Kurteçîrok. Stockholm, Welat, 1994.
- Biyanî. Wergera L'Étranger, berhema Albert Camus. Stockholm, Nûdem, 1995.
- Mîrzayê Piçûk. Wergera Le Petit Prince, berhema Antoine de Saint-Exupéry. Stockholm, Nûdem, 1995.
- Le Fleuve (Çem), Parîs, weşanên Méréal, 1997, çapa duyem, weşanên Le Rocher/Le Serpent à Plumes/Motifs, 2006.
- Dîroka edebiyata fransî, sedsala hivdehan û hîjdehan. Antolojî. Stockholm, APEC, 1998.
- La Poursuite de l'ombre. Wergera Siya Evînê, romana Mehmed Uzun. Parîs, weşanên Phébus, 1999.
- Kurdên Haymanayê. Wergera gotara Georges Perrot. Stockholm, APEC, 2000.
- Chroniques boréales (Bûyernameyên bakurî), Parîs, weşanên L’Harmattan, 2000.
- Amîdabad. Kurteçîrok. Stenbol, Avesta, 2001.
- Meşa bi serhişkî û Agirê koçer (La marche têtue et Feu nomade). Helbestên Gérard Chaliand bi fransî û bi kurdî. Stenbol, Avesta 2005.
- Prof dans une ZEP ordinaire (Mamosteyek li berbajarê Parîsê), Parîs, weşanên Le Rocher /Le Serpent à Plumes, 2006.
- Les Sables de Mésopotamie (Xîza Mezopotamyayê), Parîs, weşanên Le Rocher, 2007.
- En direction du vent (Ber bi aliya weşîna bayî ve), Parîs, weşanên Non Lieu, 2010.

Parîsabad / Fawaz Husên / Çîrok / 104 rûpel

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Rewşenbîr Tarik Ziya Ekinci mir

ad

Li Heskîfê bertek nîşanî DMME'yê dan: We çav li talankirina Heskîfê girtiye

ad

Maça FB û BJK nîvî de hat betalkirin

ad

DÎSA li ser meseleya kurd konferansan li dar dixe

ad

Li Amedê ‘Rojên Wêjeya Berawirdî’ dest pê dikin

ad

Berendamên kurtefîlm, belgefîlm û xelatên rûmetê yên Siyadê diyar bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname