STENBOL
'Pira Ciwanên Şorgeşger' a li ser Çemê Zê ku di encama bombekirinê de hatibû xerakirin, careke din hate çêkirin. 1'ê meha pêşiya me bi beşdariya gelek hunermendî dê pir bê vekirin.
'Pira Ciwanên Şoreşger' ku di sala 1968'an de ji aliyê ciwanên 68'an ve hatibû avakirin di sala 1999'an de bi îdîaya ku PKK wê bikar tîne hatibû bombekirin û xirakirin. Ji bo çêkirina pirê îsal xebateke hate dest pê kirin û pir hat çêkirin. Di 1'ê meha pêşiya me de bi beşdariya hunermendên wekî Rojda, Yasemin Goksu, nivîskar Cezmi Ersoz û gelek hunermend û nivîskaran bê vekirin. Nivîskar Cezmî Ersoz ku bi şîara 'Em pirê ji bo aştiyê çêbikin' bi dehan mirov anîne ba hev, diyar kir ku ew dê pirê diyarî gelê kurd û piştre ji keça wî ya bi navê Hêlîn ku dê bê dinyayê, bike.
Wekî notek: Li ser pirê ku Ciwanên 68'an çêkiribû derhêner Bahriye Karadayi, di 40'emîn salvegera 68'an de belgefîlmekî kişandibû û pir careke din ketibû rojevê.


