Mahmut Îlhan*
Îro rewşa Kobanî baş e: Îro min bi şervanên birîndar, gel û tenduristvanên ji Kobanî hat re qise kir. 10 saet li nexweşxane: 3 birîndar hatin (Jinek, 2 mêr). Vê yekê 2 tişt nîşan da ku şer li Kobanî her diçe kêm dibe. Di berxwedana Kobanî ya dîrokî û pîroz de, cara yekemîn YPG/YPJ, paşê jî hinek zarên jîr (min birîndarekî 14 salî dît), alîkarên şervanan (jin û mêr ji bo nan û av dayînê, fîşek, erzaq birin û anînê û hwd) keda wan zehf e. DYA an jî koalîsyon rind lê dixe. Spas ji bo wan.
Min îro bi hevalekî li Kobanî saet 14.00'an birîndarbûyî re de dirêj qise kir. Got: "Ev yek du roj in çeteyên DAIŞ'ê zar û jinan didin pêşiya xwe, hejmara wan kêm bûye." Wî hevalî dîsa wisa got: "Ez û du hevalên xwe em malê de bi çekên xwe sekinîbûn, me nihêrî 6 heb çete wir de tên û bê çek in.
Hevalê me bang kir: Hêyy hûnê çawa bikin.
Yek ji wan çeteyan kêra xwe derxistiye, got: "Ezê te bi kêrê şerjêbikim"
Heval got: "Me lêxist 6 heb kuşt, 1 pasaporta Afganistan, 1 Somalî, 2 heb yên Tirkiyeyê, 2 heb jî bê pasaport bûn. Li ser ew her du çeteyên bê pasaport "hebên behişkirinê" hebûn.
Dawî: Hejmara wan çeteyan kêm dibe, dermanan ji bo erîşê hil didin, jin û zar anîne nav şer. Şer kêm dibe. Ev hemû îşaretên baş in.
*Têbiniya Diyarnameyê: Dixtor Mahmut Îlhan ji yek dixtorên ku bi dilxwazî çûye Pirsûsê û li nexweş û birîndaran dinêre. Wî ev notên xwe 11'ê mehê par ve kirin. Me berî vê nîşeyên dixtorekî** din belav kiribûn. Tiştên têne jiyîn tiştên dîrokî ne, em jî dixwazin ew tişt bêne belavkirin, haya gel jê hebe.
**Nivîsa eleqedar: Li Pirsûsê çavdêriyên dixtorekî