Diyarname
Konferansa Kişwerê ku ev du hefteye li Parîsê dom dikir bi eşkere kirina encama ku li ser li hev kirin bi dawî bû. Di Konferansa Alîgirên Guherîna Kişwerê ya Neteweyên Yekbûyî (YE) ya 21'emîn (COP21) de piştî 16 saetên hevdîtinan li ser encamnameyê li hevkirin çêbû û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Laurent Fabius ragihand ku wan li ser encamnameyê li hev kiriye. Fabius ragihand ku ev pêşnûma ji aliyê zagonî ve bandora wê heye.
Aliyan li hev kir ku di bilindbûna germê de 2 santîgrad pîleya dawî bê qebûlkirin lê gotin ku ji bo ev yek di 1,5 de bê girtin dê hewldan bê kirin.
Di metnê de hat gotin ku li hemberî bandora neyînî ya guherîna kişwerê divê amadehî hebin û piştgirî bidin aboriya ku emîsyona gaza serayê kêm dike û ew alîgirê aboriya hawirê ye.
Her wiha hat gotin ku ger hedefa pêşîlêgirtina germê çênebe di salên pêşiya me de dibe ku ziwayî çêbe; pêlên germa hewayê ku bibe sedema mirinan, hişkbûna nebatan bi hev re û telefbûna sewalan bi hev re çêbibe.
Her wiha hat ragihandin ku ji bo hedefa daxistina pîleya germê dê 100 mîlyar dolar bê xerckirin, ji bo welatan jî her 5 salan carekê dê rewşa wan a li ser meseleyê bê nirxandin.
Rayedarên fransiz ragihandin ku metna ku li hev kirine 20 rûpel e; ji ber ku di xalên li hev nekirine de jê derxistine ji metna berî vê 7 rûpel hatiye derxistin.
Ligel ku di metnê de li hev kirine jî pispor dibêjin ku metin dê di civînên wezîran de bê nîqaşkirin.