logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Heyetê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî û daxuyanî da

Heyetê bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî û daxuyanî da

  • Dîrok: 11/09/2014
  • Beş: Nûçe

Heyeta ku ji Hevserokên KCD, HDP'ê û hin mebûsên HDP'ê pêk tê ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtineke pêk anîn. Hat gotin ku di hevdîtinê de li ser meseleya yekîtiya neteweyî, parastina hevpar û rewşa Şengalê axaftin hatiye kirin û hevdîtin baş derbas bûye.

Piştî hevdîtinê heyetê li Şaxa BDP'ê ya Hewlêrê li ser hevdîtinên xwe yên sê rojan ên li başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke da çapemeniyê.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk di daxuyaniya destpêkê de ji hêzên Kurdistanî yên bi qehremanî li ber xwe didin û êrîşên çeteyên DAIŞ vala derxistin re serkeftin xwest. Turk got ku gelê Kurd ê li Rojhilata Navîn bûye xwedî destkeftiyên girîng bi êrîşan hatiye hedefgirtin û wiha dewam kir: “Heta gelê Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava neke dibe ku êrîşên bi vî rengî timî dewam bikin û ji bo Kurdan rojên zehmet derkevin holê. Em wek siyasetmedarên li Bakurên Kurdistanê têdikoşin em dixwazin ku hêzên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê nakokiyên xwe yên hundirîn û pirsgirêkên xwe deynin aliyekî û di pêvajoyeke wiha girîng de di nava diyalogê de bin.” Turk ê bang li tevahî hêzên Kurd kir bi bîr xist ku hin organên medya yên zimanekî alozkirinê bi kar tînin û diyar kir ku divê hêzên Kurd dest ji peyamên ku rê li ber şkestinan vedikin ên bi rêya medya berdin û wiha dewam kir: “Em bang li tevahî siyasetmedar û hêzên Kurd dikin. Divê bi aqilekî hevpar tevbigerin û ne bi rêya medya yekser di nava diyalogê de bin.”

Turk got ku yekîtî, diyalog û dîplomasiya hevpar hêviya hevpar a tevahî gelê Kurd e.

IRMAK: JI BO RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ DIVÊ HEWLDAN DESTPÊ BIKIN

Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî diyar kir ku peyamên diyalogan ên ev sê roj in di serdana aliyan de derketine holê hêvî dane û ji bo diyalogek bi hêz û avakirina yekîtiyê atmosfereke guncaw çêbûye. Irmak bal kişand ser trajediya mirovatiyê ya li Şengal û Nînova û got ku divê nakokiyên hundirîn li aliyekî bên hiştin.

Irmak bi bîr xist ku hê jî di destê çeteyên DAIŞ de bi sedan jinên Şengalî êsîr in û got ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên li bazaran tên firotin bên rizgarkirin divê hewldan bên pêşxistin.

DEMÎRTAŞ: YEKÎTIYA DI ENIYÊ DE DERKETIYE HOLÊ DIVÊ DI ZEMÎNA SIYASÎ DE JÎ PÊK WERE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî ragihand ku tevahî tevger û partiyên bi wan re rûniştine anîne ziman ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogan bên çareserkirin. Demîrtaş anî ziman ku di pêvajoyeke ku gel li Nînova, Şengal û Kurdistanê bi komkujiyeke dîrokî re rû bi rû ne, tevgerên çekdar ên Kurd, hêzên siyasî yên Kurd ku bi hev re li dijî çeteyên DAIŞ têbikoşin, şer bikin û parastina hevpar bikin daxwaza hemû gelê Kurd e û tenê bi vî awayî belaya DAIŞ dikare vala bê derxistin. Demîrtaş di vê mijarê de wiha axivî: “Têkoşîna di eniyê de mil bi mil tê dayîn û ruhê yekîtiyê divê di siyasetê de jî bê xuyakirin. Partiyên siyasî, rêxistin û tevger ruhê yekîtiyê yê di eniyê de pêk hatiye bendewarî, hest û daxwazên gel divê veguherînin yekîtiya siyasî. Ji ber vê yekê bi rêya çapemeniyê mesaj danahev, hevdu rexnekirin, bi rêya çapemeniyê uslûbên ku diyalogê bixe nav zehmetiyê bikaranîn di vê pêvajoyê de feydeyê nade ti kesî. Em ji tevahî partî, tevger, rêxistinan ji berdevk û rêveberên wan rica dikin vê dîqet bikin, pêwîst e bi mekanîzmaya diyalogê ya rûbirû, bi hevdîtina rûbirû mirov di vê pêvajoya dîrokî derfetên çareserkirina pirsgirêkên û derfetên bi hev re ava bike.

‘JI BO CAREKE DIN ŞAŞÎ DUBARE NEBIN…”

Demîrtaş diyar kir ku tevahî derdorên bi wan re hevdîtin çêkirine ji diyalogê re vekirîne û ji ber tiştên rû dane dixwazin bên gel hev, pirsgirêkên xwe çareser bikin û wiha dewam kir: “Ev ji bo me kêfxweşiyek e. Ji ber ji aloziyên di navbera Kurdan de û di navbera partiyên siyasî yên Kurd de herî zêde yên sûd bigirin hêzên dijminên me û dijminê mirovatiyê yên wek DAIŞ in.”


‘EGER BÊDIYALOGÎ DEWAM BIKE WÊ TALÛKEYÊN CIDÎ LI PÊŞIYA ME BIN’

Demîrtaş got: “Divê em ji demên buhrî dersan derxin. Ne bi hers, bi hesten biratiyê em kêmasiyên xwe bi diyalogan çareser bikin. Bi taybet ji bo parastina Şengal û gelê me yê Êzidî bi awayekî bi ewle vegere xakên xwe divê em bi lezgîn bên gel hev.”

Demîrtaş li ser pirsa rojnamevanan a têkildarî tifaqa Yekîneyên Parastina Gel (YPG)  û Artêşa Azad a Sûriye (OSO) ya li dijî DAIŞ wiha got: “Bi rêya çapemeniyê jî agahiyên wiha hene. OSO û YPG li hin herêman li dijî DAIŞ biryara têkoşîna bi hev re dane. Ew pêşveçûneke girîng, baş û rast e. Ya divê bê kirin ev e. Ji bo heman armancê rêya xwerizgarkirina ji vê hovîtiyê ne veqetîn têkoşîna bi hev re ye. Ez hêvîdar im wê tifaqên wiha pêş bikevin. Em ê jî vê ji vê kêfxweş bibin.”

Heyeta KCD û HDP’ê ya li herêma Federal a Kurdistanê hevdîtinên xwe temam kirin, wê şev li Duhokê bimînin û sibe di Deriyê Sînor ê Sêmalka re derbasî Rojava bibin û bi rayedarên Kantona Cizîrê re rûnin.

Ji ajansan hatiye berhevkirin

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Mem Ararat: Ez naçim Gezginfestvanê

ad

Anli bi Serokwezîrê Luksemburgê re hat ba hev

ad

Xwediyê kedek mezin ji bo çand û folklorê: Celîlê Celîl

ad

Serzerik dîsa ket meydanê!

ad

Çamûr derman e!

ad

Dildar û hunermendekî şanoya kurdî: Ferhad Feqî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname