Diyarname
Yek ji kurdên me yên Kafkasyayê, yek ji xwedî keda berhevkarî, yek ji mezinên kurdî Celîlê Celîl... Em vê mehê wî dikin mêvanê PORTREYA MEHê.
Nivîskar, lêkolîner, folklornas û dîroknasê Celîlê Celîl 1936'an de li Yêrîwana Ermenistanê hatiye dinê. Wî li Zanîngeha Yêrîwanê û li Beşa Rojhilatnasiyê ya Lenîngradê xwendiye. Wî di sala 1963'yan de bi navê "Di navbera salên 1850-1880 de Têkoşîna Azadiya Kurdan" tesa xwe ya asîstanî pêşkêş kir. Di sala 1991'ê de jî bi navê "Di Împaratoriya Osmanî (Sedsala 19'an hemû û destpêka sedsala 20'an) de Pêşketina Tevgera Azadiya Kurdan" doktoraya xwe temam kir. Celîl ji 1963'yan heta 1993, wekî zanyarê sereke di beşa kurdnasiyê de li Akademiya Zanistî ya Ermenistanê de wekî Zanyarê Sereke bi rusî 'Starshîy Naûhnîy Sodrûdnîk' bûye. Celîlê Celîl digel birayê xwe Ordîxanê Celîl, helbestên ayînî ya êzidî û folklora (zargotina) kurdî kom kiriye û li çap daye. Ji wê rojê de û heta niha jî wî her qîmet daye folklor, berhevkariya wê. Di gotûbêjeke xwe de wisa digot, "Bi qasî ji we bê folklorê bidin hev. Mesela nifiran bidin hev. Ez niha dixwazin baweriyên batil bidim hev, gelek baweriyên batil hene li nav kurdan."
Heta Yekîtiya Sovyetê belav dibe ew li Ermenistanê karê xwe didomîne lê bi hilweşînê re wekî gelek kurdên li Ermenistanê (û yên li Sovyetê) ew jî berê xwe dide Ewropayê. Ew li Avusturyayê bi cih dibe û li wê derê di Beşa Kurdî ya Akademiya Zanista Avusturya de kar dike.
Heta niha li ser dîrok, folklor û çanda kurdan bi ser 70'yî re pirtûkên wî çap bûne. Hin pirtûkên wî li tirkî, ermenî, rusî, erebî hatine wergerandin.
Ew endamê fexrî yê Akademiya Zanistên Iraqê, endamên Klûba PEN'ê û Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê ye. Wî li gelek welatan semîner pêşkêş kirine. Ji bo berhevkirina xebatên folklorî hê jî ji Avusturyayê tê û diçe li Kurdistanê digere. Her wiha li Viyanayê wî pirtûkxaneyeke mezin ava kiriye û li wir pirtûkên bi kurdî û li ser kurdan dicivîne.
Hin pirtûkên wî yên hatine çapkirin ev in:
- Vosstaniye Kurdov 1880 goda (Serhildana kurda di sala 1880), 132 pp., Nauka Publishers, Moscow, 1966 J. M. Landau, Review: The Kurds in Some Soviet Works, Middle Eastern Studies, Vol. 11, No. 2, May 1975, pp. 195–198
- Zargotina Kurda, Digel Ordîxanê Celîl, Vol. I, II, Weşana Nauka, Moscow, 1978. (Ev pirtûk li Tirkiyeyê jî hat çapkirin, Weşanên Aram)
- Jiyana Rewşenbirî û Siyasi ya Kurdan, 200 rûpel, Weşana Jîna Nû, 1985.
- Celîl, O., C. Celîl & Z. Celîl, Kurdskie skazki, legendy i predaniia(Çîrokên Kurdî), Weşana Nauka, Moscow, 1989.
- Zargotina Kurdên Sûriyê, Digel Ahmet Omer û Ordîxanê Celîl, Weşana Jîna Nû, Uppsala, Sweden, 1989, ISBN 9197092738.
- Dastanên Kurdî, Digel Ordîxanê Celîl, 244 rûpel, Weşana Zêl, Istanbul, 1994 [4].
- Autobîografiya Ebdurrizaq Bedirxan, 72 rûpel, Weşana Havîbûn, 1999 [5]. (Ev pirtûk li Tirkiyeyê jî hat çapkirin)
- Dîwaro tera dibêm bûkê tu guhdar be, 158 rûpel, Weşana Pêrî, Istanbul, 2000.
- Sîyapûş Seyfulmuluk, 328 rûpel, Weşana Avesta, 2000.
- Rûpelên Balkeş Ji Dîroka Gelê Kurd, 195 rûpel, 2002.
- Keşkûla Kurmancî : sedsaliyên X - XX, 311 rûpel, Vienna, 2004, ISBN 3902185066 [9].