Diyarname
Serokdewletê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li malîkaneya xwe ya Mar-a-Lago ya li bajara Palm Beach a Florîdayê daxuyanî da çapemeniyê û got: "Ji bo hilbijartina 2024'an ez berendam im. Ji nû ve vegera Amerîkayê niha dest pê dike."
Trump di navbera 2017-2021'ê de Serokdewletê DYA'yê bû. Di dema wî de gelek nîqaş çêbûbûn. Ji bo kurdan jî wî gavên neyînî avêtibûn. Ji ber siyaseta xwe ya 4 salan di hilbijartina sala 2021'ê de li hemberî Joe Biden têk çû. Trumpê ku kurd wekî "Serzerik" jî bi nav dikin niha dîsa derket meydanê û berî ku hilbijartina çêbibe bi 2 salan bedendamtiya xwe eşkere kir. Trumpî wisa got, "Demek dirêj bû şer nîn bû, ez yekem serok bûm min demek dirêj pêşî şer girt, ez serketî me. Dinya li nav aştiyê bû. Amerîka pêş diket û welatê me di nav pêşketineke mihteşem de dimeşiyan. Ji ber ku min soz dabû gelê Amerîkayê û berevajî serokên din min soza xwe anî cih. Di bin rêberiya me de em gelekî mezin û navdar bûn."
Trumpî îdîa kir ku di bin rêberiya Biden de welat ber bi paş ve diçe û rexne li polîtîkaya derve jî kir.


