Diyarname
Cîgirê Serokwezîr bibêje 'Li her derê dinyayê ev roj ne roja tatîlê' ye jî li 135 welatan 1 Gulan roja tatîlê ye.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duh bi axaftineke balkêş beşdarî mijara 1'ê Gulanê bû. Pêşî got; "Jixwe li Tirkiyeyê gelek rojên tatîlê (bêhnvedanê) hene" û li hemberî daxwaza sendîkayan ku dixwestin 1'ê Gulanê bibe roja tatîla fermî dîtinên xwe anî zima. Dûre jî serokên sendîkayan û karker bi gotinên xwe biçûk xist. Serokwezîr got, "Dema ling serî bi rê ve bibin li wir qiyamet ra dibe." Li ser vê Serokê Giştî yê Dîskê Suleyman Çelebî got; "Me nêzîktêdayîna we bi îbret dît. Ling dê di 1'ê Gulanê de bersiva we bidin."
Serokê Turk-Îşê Mustafa Kumlu jî gotinên Serokwezîr wekî "Gotinên gelek giran" bi nav kir.
Cîgirê Serokwez û Wezîrê Dewletê Cemil Çîçek jî li ser betlanebûna 1'ê Gulanê gotibû "Li her derê dinyayê ev roj ne roja betlane ye" lê encam bi vî awayî derket holê: Li 135 welatên dinyayê 1'ê Gulanê bi awayeke fermî roja betlaneyê ye. Li hin welatan jî ji rojeke zêdetir ev roj roja betlaneyê ye û pîrozbahî jî têne li dar xistin.