Diyarname
Li Tirkiyeyê bi hemû gurahiya xwe xebatên ji bo Hilbijartina Serokomariyê didomin. Her sê berendam jî xebatên xwe didomînin, li gelek bajaran mîtîng li dar dikeve. Li bajarên kurdan jî xebat didome. Roja 5'ê mehê yek ji berendaman berendamê gelan Selahattin Demirtaş li Wanê bû û mîtîng ji bo xebata wî hatibû lidar xistin. Û ev foto li wê derê hat kişandin. Erd tije, ezman tije... Loma jî me ev foto wekî fotoyê mehê neqand û em pêşkêş dikin.


